| 11 |
Şamar |
Ejdeha. Ejdîha. Çiqek ji Kurdan in ku akinciyê Xaneqîn û Sine ne. |
| 12 |
Şamêr |
Mêrê sed mêra (Kesê gelek mêr be). Piyawî be wata piyaw. Bejnbilind. Mostankên gir. |
| 13 |
Şamî |
Şimtî. Zebeş. Şûtî. Şiftî. Genime şamî. Gulegenim. Kurtkiriya navê Şamirad. Xelkê Şamê. Naznavê helbestvanê nemir Şamî Hersînî ye. |
| 14 |
Şamlû |
Xelkê Şamê. Navê du gundên kevn bû li Şarezûrê ku piştre ketin jêr avê. Navê helbestvanekî navdar ê Fars e. |
| 15 |
Şanaw |
Navê şahane. |
| 16 |
Şarê |
Rêya pan û sereke. |
| 17 |
Şareza |
Beled. Zana di karûbaran de. Jidayîkbûyê şar (bajar). |
| 18 |
Şariya |
Gundek e li Başûrê Kurdistanê. |
| 19 |
Şariyar |
Meznê bajar. Deshilatdarê bajêr. Şayar. Hemdest û hevalê paşa. Navê helbestvanê mezin ê Kurdên Zerdeştî Pîr Şaliyar e ku li Hewramanê jiyaye, û wê demê bûye ku ereban êrîşî ser Kurdistanê kirine. |
| 20 |
Şasiwar |
Gewresiwar. Siwarê çalak. Siwarê bêwêne. |