| 161 |
Başwan |
Navê çiyayekî ye li Bane-Rojhilatê Kurdistanê. |
| 162 |
Bawan |
Mala Bavo. Bab û bapîr |
| 163 |
Bawer |
Bawerî. Bawer bike (xatircem be ku rast e). Di soranî de bo kewşenê navbera du zewiyan jî bi kar dibin. |
| 164 |
Baxle |
Tovdank. Tûrkê tovê ku tovê genim û ceh û ... hwd dikin tê de û piştre dibin bo reşandinê. |
| 165 |
Bazan |
Ew zerdeştiyên ku digel hatina îslamê bûne misilman. |
| 166 |
Bazo |
Balindeyekî borr e ku ji baz piçûktir e. Waşe. Vaşe. |
| 167 |
Bazyan |
Navê herêmekê ye li Başûrê Kurdstanê. |
| 168 |
Bazyar |
Bazevan, Kesê ku teyrebazan xwedî dike. |
| 169 |
Bêbeş |
Bêpişk. Bêpar. |
| 170 |
Bedirxan |
Malbateke navdar e di nav Kurdan de, ku ji bo gelê xwe di warê rewşenbîrî û siyasî û ... hwd de gelek ked dane. |