# Nav Mane
151 Balêne Rifêde. Mezirgeya ku hewîr li ser pan dikî û li tenûrê didî.
152 Balişme Çarçoveya derî û pencereyê.
153 Bana Navê giyayekî ye.
154 Bapîr Bavê diya mirov. Bavê bavê mirov.
155 Baram Behram. Yek ji paşayên Mad. Behram bi latînî “Mars” yan jî “Merîx” yek ji neh gerstêrkên pergala rojê ye ku piştî gerstêrkên Tîr, Gelawêj û Erdê re, gerstêrka çarem e.
156 Bargiran Zehmetkêş. Rêncber. Bo hevalên tenbel jî tê bikaranîn.
157 Barîsa Barist. Hindî (Bi qasî). (Barîsay ew male şitim heye).
158 Barîse Firrfirre. Firrfirroke. Darê navbera stûn û karîteyê.
159 Başar Xweragirtin, Pê karîn (Kes başarî nakat, wate: Kes pê nikare, Kes nikare li hember wî/ê de xwe ragire).
160 Bastê Gundek e li ser sînorê di navbera Bane û Pêncwînê li rexê (Reşedê) li Başûrê Kurdistanê.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!