| 1211 |
Zirkan |
Deverek e ji herêma Şêrwan li Başûrê Kurdistanê. |
| 1212 |
Ziryab |
Ava zêr. Ava pak. Muzîkjenekî Kurd û xelkê bajarokê Başîk li rex Neynewaya Kevn (Mûsila niha) bûye û di serdemê Ebasiyan de jiyaye. |
| 1213 |
Ziryan |
Reşeba. Befr û baran digel bayekî sar ê bihêz. |
| 1214 |
Zivêr |
Xemgîn. Tûre. Nerazî. Xwînşirîn. |
| 1215 |
Zor |
Zoro. Îbnê Xelekan ku Kurd bûye û di eslê xwe de Hewlêrî ye dibêje: Zor navê kurê Ejdehak bûye û binêşeya Şarezûrê wî daniye. Hemdullahê Mistofî jî dinivîse: Çimku deshilatdarên Şarezûrê zordar û şerker bûn, lewra navê wê kirin Şarezûr. |
| 1216 |
Zorab |
Heman Sohrab e. Sohrab kurê Rostemê Zal e. |
| 1217 |
Zoraw |
Navê bavê Restem qehremanê çîroka kurdî ya (Rostem û Zoraw) e. Dr. Îmadedînê Dewletşahî ku xelkê Kirmaşanê ye selimandiye Rostem û Zoraw (Sohrab) Kurd bûne û çîroka wan jî çîrokeke kevn a kurdî ye. |
| 1218 |
Zoro |
Zoranbazî. Kurtkiriya navê Zohrab (Zoraw)e. |
| 1219 |
Zozik |
Zozanê piçûk. Navê çiyayekî ye li Başûrê Kurdistanê. |