# Nav Mane
1191 Zerdeşt Li ser wateya navê Zeredeşt lêkolînvan negihane encamekê; hinek dibêjin “tîmarê hêştiran” e, hinek jî dibêjin “xwedanê hêştirên rengzêrî” ye. Di sî saliya xwe de Zeredeşt dest bi belavkirina ola xwe dike (Yasna 28.4). Di deh salên pêşîn de pir kes guh nadnê, loman jî di Yasna 46. 2–5 de gilî û gazincên xwe dike ku çawa peyrewên wî hindik xizan û stemlêkirî ne.
1192 Zerdewan Şaxewan. Çiyager. Navê çiyayekî ye li rexê gundê Kêlane li herêma Sine.
1193 Zêrevan Nobedar. Nigehban. Çavdêr. Parêzvan. Pasevan.
1194 Zêrko Bi zêrê hatî çêkirin.
1195 Zewar Ziyaretker. Ewên ku diçin tewafa çak û pîran.
1196 Zeware Navê birayê Rostemê Zal e.
1197 Zêwer Bedewî. Xemilandin. Xwedî pile û paye. Navê helbestvanekî Kurd bû li Başûrê Kurdisatnê.
1198 Zêweran Navê hozeke Kurd bûye li herêma Kerkûkê, ku ji aliyê dewleta Osmanî ve bo herêma Hayman a rexê Enqereyê hatine dûrxistin.
1199 Zêwerko Navê gundekî bûye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê ku xelkê wê dûr xistine û ereb danîne cihê wan de.
1200 Zeynel Erdê ku neft hebe. Gundek e li berê Mawet li Başûrê Kurdistanê.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!