# Nav Mane
111 Aşûr Navê kurê Sam bû. Sam jî kurê hezretê Nûh bû. Navê Xwedayê Aşûriyan bûye. Aşûr navê welatekî kevn û mezin bû li navbera rûbarê Dîcle û çiyayên derdorê, û paytexta wê jî her Aşûr bû li nêzî rûbarê Dîcleyê û başûrê Mûsila îroyîn.
112 Aşvan Aşewan. Kesê ku çavdêriya hêrana dexlûdan dike.
113 Ater Agir. Gurriya agir.
114 Ateran Pirjimara Agir.
115 Atirwan Agirvan. Agirewan.
116 Atro Agirîn
117 Atrodat Navê navdarekî Mad bûye di serdema berî deshilatdariya Hexamenişiyan bûye.
118 Atropat Navê serdarekî Mad bû.
119 Atrûsa Wek Agir (Koka xwe de Avestayî ye).
120 Avdel Navê balindeyekê ye. Bi soranî “Nêre porr”. Bi farsî “Derac”. Navê zanistî “Francolinus”.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!