# Nav Mane
1171 Zadîn Mirovê pîr û kamil. Jîr û dunyadîtî (Jineke zadîn û kamil).
1172 Zagros Zagros an çiyayên Zagrosê, navê rêzeçiyayê ku ji herêma Wanê - Colemêrgê dest pê dike û ber bi başûr ve diçe. Di nav axa Kurdistanê re derbas dibe. Ji bakûr ve di destpêkê de di navbera tixûbên Tirkiye û Îrana îroyîn û piştre wek tixûb di navbera Îran û Îraqa îroyîn de dom dike. Nêzîkî kendavê di nav axa Îranê de heta herêma Hurmizê diçe. Dirêjiya çiyayên Zagrosê 1500 km ye. Di rêzeçîyayê Zagrosê de gelek çiya hene.
1173 Zana Şareza, Kesê ku gelek dizane. Dana. Aqilmend. Hişmend.
1174 Zanist Îlm. Zanyarî. Zanîn. Şarezayî.
1175 Zanyar Zana. Dana. `Alim.
1176 Zapan Çiqên çem û rûbaran. Kevirên hilû û nazik ku zarok pê dilîzin.
1177 Zaro Zarok. Mindal.
1178 Zaxo Bajarekî Başûrê Kurdistanê ye.
1179 Zaza Nevî û nevîçirk. Herêmeke pan û berîn e li Kurdistanê. Yek ji zaravayên kevn ê zimanê kurdî ye. Tîr yan beşek e ji Kurdan li Bakûrê Kurdistanê.
1180 Zêbar Herêmek e li Başûrê Kurdistanê. Herêma ku qeraxa avê be. Navê hozekê ye ku di navbera Akrê û Zêyê Mezin de dijîn li Başûrê Kurdistanê.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!