# Nav Mane
1161 Yawan Hişkatî. Bê av.
1162 Yawer Yarîdeder. Alîkar. Yarûyawer. Birîkar. Arîkar.
1163 Yaxî Serbizêw. Çiyayê helemût. Girevgirtî. Firar. Kesê serê xwe hilgirtibe û li çol û çiya ketibe.
1164 Yekbûn Yekîtî. Yekgirtin.
1165 Yekta Navê Xwedê. Bi tenê.
1166 Yeman Gelek bihêz. Netirs û wêrek. Jîr û peyt. Di stranên kurdî de "Ax û yeman" zêde tê bikahînan.
1167 Yeza Xwedê. Yezdan. Herdu navên Yezda û Yezdo ji navê Yezdan hatine wergirtin.
1168 Yezdan Xwedê. Îzed. Xwedanê alemê.
1169 Yezdanşêr Êzdanşêr. Yezdanşêr. Yezdanşîr. Êzdînşêr. Izedînşêrê Botî. Mîr Izedîn mîrê Botan û reqîbê Mîr Bedirxan bû. Li gorî hin jêderan ew pismamê Mîr Bedirxan bû. Piştî ku dewleta Usmanî serhildana Bedirxan Beg têk şikandibû, Êzdînşêr li welatê Botan di 1854an de li dijî Dewletê rabû. Ev bûyerên dîrokî wekî Serhildana Êzdînşêr têne nasîn û ji sala 1854 heta meha kanûna mezin a 1855an çêbûn. Strana "Ez Xelefim" li gor vê çîrokê ye.
1170 Yona Yektir. Hevdu.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!