# Nav Mane
1141 Xoran Navê gundekî Kurdistanê ye. Xwarin.
1142 Xorisk Xweza.
1143 Xoser Serbixwe. Serberedayî. Kesê bê bîrkirin karekî encam dide.
1144 Xoşevî Xoşewîst. Hezkirî. Xoştivî. Li ber dilan.
1145 Xoşnav Kesê ku xelk jê hez dike. Kesê ku navê xwe bi başî û qenciyê derxistiye.
1146 Xoşnaw Cureyek tiriyê reş e. Eşîreke Kurd e li Hewlêrê. Xoşnawetî cihê jiyana wê eşîretê ye.
1147 Xoştivî Xoşevî. Xoşewîst. Hezkirî. Li ber dilan.
1148 Xoybûn Maneya wê serbixweyî, xweserî û "serxwebûn" e. Dema partiya Xoybûnê li Sûriyê hate avakirin, hinek Kurdên soranîaxêv jî amade bûn. Loma bi vî awayî navê partiyê hate danîn, jiber ku "xo" bi devoka soranî heman “xwe” ya devoka kurmancî ye. Komeleya Xoybûnê li sala 1927an li “Bihemdune” bi alîkariya Ermenan û di mala “Vahan Papazyan” de hatiye damezirandin.
1149 Xozan Şareza li ser xwe. Zeviya ku salek berê hatiye çandin, lê îsal nehatiye şovkirin.
1150 Xudêda Xwedêda. Kesê ku Xwedê ew çêkiriye. Xwedê ew daye.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!