# Nav Mane
1021 Şêrzad Têjka şêr.
1022 Sêvdîn Kurtkiriya Seyfedîn e.
1023 Seywan Navê girekî ye li bajarê Silêmaniyê ku kirine goristan. Sîvan.
1024 Sîdar Xwedî sî. Xwedî sîber. Siya darê. Sîbera darê.
1025 Şikak Navê eşîreke mezin a Kurdistanê ye. Şikber. Gumanker.
1026 Silovan Eşîreke Kurd e li Bakûrê Kurdistanê.
1027 Simîlan Li bin gundê Rostê li herêma Rewanduzê ye.
1028 Simko Serokekî Kurd e ku ji bo standina mafê Kurdan li dijî du deshilatên Qacarî û Pehlewî şer kir. (1887 Kelha Çariyê-1930 Şino).
1029 Sindî Navê hozeke Kurd e li rexê Mûsilê li Başûrê Kurdistanê.
1030 Şinirwê Çiyayekî bilind e ku ketiye rojhilatê Helebçeyê, û li ser kopîtka wê jî du kanî hene bi navên Qeman û Wezgêl.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!