# Nav Mane
91 Artim Kurê Bars ê Mad û yek ji mîrên mezin ê serdema Ejdehak bûye.
92 Artîm pehlewanekî serdema Madan bûye.
93 Artîn Ji peyva “Ar” a avestayî hatiye wergirtin û wateya agirperist dide. Pîrniya di pirtûka “Tarîxê Îran zemîn” de dibêje ku Artîn navê heftem paşayê Madan bûye.
94 Arvîn Agirê evînê, Agirê hezkirinê.
95 Arwen Kiryara baş. Reftara baş.
96 Aryabe Navê yek ji mezinên Madan bûye ku serdarê hêza Daryoşê Sêyem bûye.
97 Aryan Ariyayî. Navê keça Mînos paşayê Yûnanê bû.
98 Aryas Fermandarekî împeratoriya Mad bû.
99 Aryo Kurtkiriya navê Aryo Berzîn e ku serdarekî wêrek ê Kurd bûye û li hemberî êrîşa Eskenderê Meqdûnî berxwedan kiriye.
100 Arzen Gundek e di navbera Asiyawco û Nasirawa li herêma Dêgulan li Rojhilatê Kurdistanê.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!