| 1 |
Sabaq |
Sawaq. Şûn û cihê zêde berfireh. |
| 2 |
Sabûr |
Navê bajarokeke Kurdnişîn e li herêma kût li Başûrê Kurdistanê ku Kurdên Lor têde jiyane, lê hikûmeta Beis Kurd ji wir derxistin û kire erebnişîn. |
| 3 |
Sado |
Naznavê çend beytbêjên Kurd bû li Gurcistan û Ermenistanê ku yek ji wan li Tiblîsê dijiya û navê wî Simayîl Sado bû. |
| 4 |
Safî |
Dilpakî. Navê helbestvanê Kurd Safî Hêranî ye. |
| 5 |
Sako |
Çiyayê rûten. Çiyayê bê gijûgiya. Ziyaretgeh. |
| 6 |
Salar |
Serdar. Kesê mezin û hezkirî. |
| 7 |
Saman |
Heyî. Ewlehî. Eman. Navmal. Hewcehiyên jiyanê. |
| 8 |
Same |
Peyman, Merc, Qerar, Stargeh, Deyn. Qer. |
| 9 |
Samirend |
Navê çiyayekî ye li Mehabadê. Herwiha tê wateya "Mêrkê Pehlewan". |
| 10 |
Samote |
Qilp û bendikê paşkoya zînê. |