1 |
Mado |
Ji peyva Mad hatiye wergirtin bi wateya Mada Piçûk. |
2 |
Madosa |
Navê hozeke Kurd bûye li herêma Kerkûkê, ku ji aliyê dewleta Osmanî ve bo Qibrisê hatine dûrxistin û li wir hatine asîmîlekirin û bûne Tirk. |
3 |
Mako |
Makû. Madkûh (çiyayê Madan). Bajarekî Rojhilatê Kurdistanê ye. Komkirina û serûberkirina tiştan. |
4 |
Makwan |
Çiyayekî bilind e li Başûrê Kurdistanê. |
5 |
Mamend |
Nîştecih. Mandegar. Navê çiyayekî bilind e li pişt çiyayê Nawzeng li hemberî Nokan li Başûrê Kurdistanê. |
6 |
Mandak |
Navê yek ji paşayên Mad bûye ku Yonanî dibêjinê Mandaks. |
7 |
Maniyan |
Navê kevn ê Mîtaniyan e ku dibêjinê Manayî. Manayî wate girêdayîbûna bi çiqa (tîreya) Manî. |
8 |
Mard |
Serkêş. Yaxî. Navê kevn ê Mad bi zimanê Yûnanî. Bajarê Mardînê li Bakûrê Kurdistanê vê çiqa Kurdan bi bîr tîne. |
9 |
Mardîn |
Navê parêzgeheke Bakûrê Kurdistanê ye ku ji deh şaristanan pêk tê û navenda wê jî bajarê Mardînê ye. (Li Başûrê Kurdistanê navê keçikan e jî.) |
10 |
Maro |
Qeşe. Enîspî. Hespê ku zendê destê wî spî be. |