1 |
Gabar |
Karwanek ku çêl û ga bar kiribin. |
2 |
Gabiryas |
Navê fermandarekî Mad bû, ku berpirsê yek ji hêzên peya ên Kuruşê Hexamenişî bûye. |
3 |
Gare |
Çiyayek e li herêma Badînan li hemberî bajarê Amêdiyê ku Sedam Husên li ser wî çiyayî kelhek çêkiribû. Guhar. Denê mirîşka hêkker. Çiya. Şax. Kej. |
4 |
Garo |
Gargaro: Hêlîna teyran ku di kuna daran de çêdikin. |
5 |
Garosa |
Navê hozeke Kurd bûye li herêma Wanê ku ji aliyê dewleta Osmanî ve bo Qibrisê hatine dûrxistin û li wir hatine asîmîlekirin û bûne Tirk. |
6 |
Gavan |
Kesê ku agehdarî ga û çêlekan dibe. |
7 |
Gaware |
Dola Gawiran. Gawere. Çiqek in ji hoza Goran li Kirmaşanê. Di koka xwe de (Gawirderre) bûye, wate: Dolek ku Kurdên Goran li derdorê jiyabin. |
8 |
Gawero |
Di koka xwe de gawirro bûye wate: Çemê ku Kurdên Yarsan li qeraxê jiyabin. Rûbarê gawiran. Navê çemekî ye di navbera Sine û Kamyaranê. |
9 |
Gelale |
Pêşnivîs. Dariştina nexşeya kar an şer an ... hwd. |
10 |
Gelo |
Aya. Axo. Tu bêjî. (Gelo tu bêjî rojekê Kurd bigihîje armancên xwe?). Bo pirskirinê tê bikaranîn. |