| 1 |
Efrûn |
Navê bajarê Kurdnişîn ê Kûtê bûye li Başûrê Kurdistanê li serdema Sasaniyan. |
| 2 |
Egîd |
Gernas. Wêrek. Qehreman. |
| 3 |
Ehwen |
Aram, Bêdeng. |
| 4 |
Ejdehak |
Navê çiyayekê ye li Hewramanê li pişt gundê Diziliyê li Rojhilatê Kurdistanê. Navê çiyayekî ye li Silêmaniyê li nêzî Sûrdaşê. Astiyag, Azîdhak, Ejdeha, Zeha, Hejdîha, Heziya, marê mezin ê nav çîrokan. Hêrodot dinivîse: Astiyaz yan Azîdhak yek ji paşayên Mad bûye û 33 salan paşayetî kiriye. |
| 5 |
Ejî |
Dijî û zindî ye. Sax e û nemiriye. (Bi soranî: Maçikêt hezar zêrî sûr ejî. Wate "Her maçeke te hezar zêrê sor tîne" ). |
| 6 |
Ekra |
Deshilatdarekî Kurd bûye di serdema Elçatîwê Mexol de. |
| 7 |
Elha |
Arezû. Hêvî. Tase. Tema. Meraqkirin bo dîtina kesekî yan ... hwd. |
| 8 |
Elind |
Elend. Spêde. Berbang. Şefeq. |
| 9 |
Elîşêr |
Elîşêr (1882-1937) serokê federasiyona hozên Kurd bû, ew hozên ku tevlî yekemîn serîhildana kurdan (Serhildana Qoçgiriyê) bûbûn û li dijî komara Tirkiyê xebat dikirin. |
| 10 |
Elmas |
Kevirekî gelek qahîm û giranbuha ye. |