| 1 |
Baban |
Navê herêm û eşîrekê ye li Şarezûrê-Başûrê Kurdistanê. Baban (1649-1850) mîrgeheke (îmareteke) kurdî bû, navê wê ji navê malbata Baban hatiye. Yekemîn serdarê mîrgeha Baban Ehmedê Feqî bû. |
| 2 |
Bacîlan |
Bajîlan, Navê eşîrekê ye. |
| 3 |
Badîn |
Qedeh. Îskan. |
| 4 |
Bahoz |
Gerdelûl, Babelîsk, Bager, Bayê tund ku lûl dibe û bihêz e. |
| 5 |
Bakûr |
Dema mirov li rojava binêre dikeve destê rastê. |
| 6 |
Balêne |
Rifêde. Mezirgeya ku hewîr li ser pan dikî û li tenûrê didî. |
| 7 |
Balişme |
Çarçoveya derî û pencereyê. |
| 8 |
Bana |
Navê giyayekî ye. |
| 9 |
Bapîr |
Bavê diya mirov. Bavê bavê mirov. |
| 10 |
Baram |
Behram. Yek ji paşayên Mad. Behram bi latînî “Mars” yan jî “Merîx” yek ji neh gerstêrkên pergala rojê ye ku piştî gerstêrkên Tîr, Gelawêj û Erdê re, gerstêrka çarem e. |