Bikaranîna navên lawiran di biwêjên Kobaniyê – beşa 1em

Mîdya Kenan

 

Biwêj çi ne?

Biwêj komek ji peyvane ku ji aliyê gel ve hatine pejirandin û qebûlkirin, piranî ji wan di wateyek mecaz de têne bikaranîn. Mirov dikare bêje ku ew hêmayên herî girîng û bibandor ên zimanekî ne. Ev gotinên xweș û hêja bi ezmûna hezaran salan hatine parastin û di bîrdanka civakê de cih girtine, nifș bi nifș hatine veguhestin û pișre bûne berhemên civakî. Biwêj  ew hevokên ku bi awayekî xweș hatine hûnandin, ew divê ku ji du peyvan kêmtir nebin, wateyek wan ya hêsan hebin, sal û zeman ser wan re derbas bibin, di nav gel de bi awayek giştî belav bibin û ji alî gel ve hatibin pejirandin.

Axaftina ku mirov bi rojane dike ne pêkane ku biwêj têde derbas nebe, dema mirov bi baldarî li yekî guhdar bike, di nava axaftinê de rastî gelek biwêjan tê. Biwêj di derbarê her tiştî hatine gotin. Li ser ajalan, li ser erdnîgarî, li ser xwezayê û li ser mirovan. Yanî wekî şibandina mirovan bi ajalan, ya mirovan bi xwazayê . ji ber vê her çendî ku em bibêjin biwêj sivik in lê wateyek wan ya girîng heye. Heke ku ji aliyê mirovan ve hatibin gotin û bi salan berdewam kiriye wê demê em dikarin bibêjin ku hatin ecbandin.

Em ê niha hin navên lawiran di biwêjan de ên di devoka Kobaniyê de li pey hev rêz bikin û bi awayekî rêk û pêk analzî bikin. Li kobanî gelek gotinên xweş hene ku mirov bi rojane ji heval, dost û xizmên xwe re dibêje bi taybet ev gotin ji aliyên kesên temen mezin ve tê kirin ,hin gotin bi mebesta henekî hin jî bi mebesta cidî tên kirin. Wekî ku Kobankî dibêjin filan kes bûye:

Golkî beş e: golkî beş ajaleke ku eniya wî gewre, ji ber wê di nav golikan de beş dike û tê naskirin. Beş yanî gewr e. Ger kesek di nav civakê de zêde bê naskirin jê re ev gotin tê kirin.

Şîrî mî qere: miyeke ku hiriya wê reş e û şîrê wê gelekî xweş e, di heman demê gelekî biaqil û nazik e, dema ku mirovekî baş û qenc tê dîtin ev gotin jê re tê kirin.

Gîskî gurî li serî kanî avê vedixwe: ev ji bo mirovên nebaş ku xwe li tiştên baş û qenc datînin tê gotin, yanî başiya wan tune ye û nayê xuyakirin lê her tim jî destê xwe dirêjî tiştên xweş û baş dikin. gîsk bi xwe guriye lê diçe serî kanî jî avê vedixwe.

Nav pemyan e: ji mirovê ku pir xwarinê dixwe û qelew dibe re tê gotin ji ber ku golikî pemyan her di nav pembû de diçêre.

Kepirê ye: ji mirovê ku pir nikare bireve an bazde tê gotin. kepir yanî heriya sor e ku kêrguh têde nikare lez birive.

Lokî peyan e: lok bi xwe deve ye, devekî nêr e pir bilind e, ev gotin bi taybet ji mêran re tê gotin weku kesekî baş û mezin.

Çê qamçiyan nagihijînê xwe: dema ku hesp qenc be helbet dê siwarê wî lê nede û qamçiyan negihêjîne wî, bermaberî vê mirovê baş û qenc jî ger rast û dirist be, gotin û qamiçiayn nagihêjîne xwe.

Nîgare: Luqman Ehmed

 

Bûye hespî ku bi canîkan re bişiqê: dema ku mirovên mezin bi zarokan bilîzin û bi wan re têkevin qerezan ev gotin jê re tê kirin, ji xwe canîk biçûkê hesp e.

Hespan ser devî te de lêxistî: ger ku gotinek ji kesî re bê gotin û ew kes xwe bêdeng bike û parastina xwe neke jê re tê gotin. Ji xwe hesp jî bi hêz û cesareta xwe tê naskirin, yanî mirov dema ji hespê lêdan bixwe dê nikaribe biaxive.

Got rovî neçû qulê, hejek jî pê xwe xist: dema ku Rovî dê xwe berda qulekê, kir û nekir nikaribû xwe berde wê konê, li dora xwe mêze kir û çû tiştek mîna qirşan bi pê xwe xist û hewl da bi wî rengî xwe berde qulikê. Di vir de nezanînî derdikeve holê û ji vir ev gotin li ser kesan tê bikaranîn. Bo mînak te xwarinek bo xwe çêkiriye û tu zanî ew xwarin têra kesk din nake lê tevî wê yekê tu gazî hin hevalan bikî ku bi tere bixwin.

Axa bizina kol ji a bi qoç re namîne: Bizana kol qoçên xwe tune û ya bi qoç jî qoçên xwe hene. Li gor gotinan ku bizina bi qoç li ya bi kol xistiye, di vir de a kul ji ber ku qoçên xwe tune nikaribiye heyfa xwe rabike. Ev yek bo mirovan tê gotin dema şerek di navbera kesên lawaz û bi hêz de derkeve.

Bînî mirîşkê ku hêk pêre bimîne: Ew mirovên ku tevgerên wan pir in û ne rihet dizivrin, yanî ji cihekî diçe cihê din. Ji ber ku Mirîşka hêk pê re mayî li tu cihan rihet namîne her digere.

 

Çavkanî:

Hevdîtin bi kesên temen mezin re li gundên Kobaniyê.

 

Berdewam dike…

KURDŞOP
598 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!