Pirtûka Berberoj şewqdana Serêkaniyê ye

Aras Hiso

 

Pirtûk cîhana mirov a bêdeng e, pirtûk cîhaneke ku ji qir û cira dunayê dûr e. Em ê pirtûka nivîskara hêja “Narîman Evdikê” ya bi navê ''Berberoj'' (Birîndarên ber bi rojê ve diçin) bi we bidin naskirin.

Narîman Evdikê kî ye?

Çîroknivîs “Narîman Ûmer Evdikê”, di 4ê Nîsana 1988an de li bajarê Serêkaniyê jidayîkbûye.  Her sê qonaxên xwendinê ya seretayî, navîn, û amedahî li Serêkaniyê qedandiye.  Piştre li Dêrazorê di zanîngeha Firatê de beşa wêjeya erebî xwendiye, lê ji ber rewşa şer bawernameya xwe wernegirtiye.

Ji ber rewşên malbatî û şerê Serêkaniyê koçî Bakurê Kurdistanê kiriye, li bajarê Amedê çar salan jiyan kiriye, û li wir Akademiya Cegerxwîn ya çand û hunerê, beşê wêje û ziman xwendiye û bawername wegirtiye.

Di ber re jî şeş mehan perwerdeya pêşdibistan li navenda “Kurdîder” kiriye, bawernameya wê jî girtiye, û gotarên çandî di kovarên "Rewşen" û "W" de belav kiriye.

Piştî qedandina xwendinê vedigere Serêkaniyê û tevlî kar û xebata wêjeya kurdî dibe. Niha endama Komîteya Wêjeya Rojavayê Kurdistanê ye,  gelek xebat di warê wêje û lêkolînên wêjeyî û beşê çîrokê de kiriye.

Gelek çîrok nivîsandine, hin ji wan di pirtûkên hevpar de hatine çapkirin û hin di kovaran de jî belav bûn. Çîroknivîs Narîman Evdikê hin xelatên çîrokan wergirtine, ji wan xelata festîvala duyemîn a Ş.Viyan Amara li bajarê Kobanî û festîvala Apo Osman Sebrî ya duyem li bajar Qamişlo.

Serpêhatiyên ceng û nivîskariyê

Di sala 2012an de dema ku êrîşa hêzên tarî-perest û çeteyên bi navê “Cebhet El-Nusra” êrîşî paytexa dîrokî waşokaniyê (serêkaniyê) kirin  û şervanên kurd ên leheng bi baweriyeke bêhema berxwedan û ew bajar rizgar kirin. Pirtûka Berberoj (Birîndarên ber bi rojê ve diçin) jî qala  lehengiya şervanên serêkaniyê yên li hemberî dijiminên hov berxwedane û bi giranî birîndar bûne dike. Qala wan rojan dike ku şervanên rojê bi lehengî berxwedane û parçeyek ji canê xwe diyarî azadiyê kirine. Şervanên ku ling, dest, çav û parçeyên xwe kirine berdêla ku tenê bi xweşî û rihetî zarokên kurd di vî welatê azad de bikenin.

Narîman Evdikê serdana lehengên xwe, birîndarên Serêkaniyê dike û li ser zimanê wan her tiştî bi awayekî wêjeyî vedibêje û bi nav dike.  Di pêşgotina pirûtka xwe de vê berhemê  diyarî hemû giyanên şehîdên azadiyê, dayîkên azadiyê û zarokên serêkaniyê kiriye. Di sala 2019an de ji nav weşanên Komîteya Wêje ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo derketiye. Her wiha di pêşgotina berhema xwe de wiha dibêje:

''Min ne şer û ne jî berxwedan û lehengiya netewên Serêkniyê dît, ev yek her dem di dilê min de ma. Dema ez vegeriyam bajarê xwe, min wî azad û rizgarkirî dît, lê qurbaniya wê jî di her malê de bû, divê bû ku ez jî bi erka xwe rabim û bi pênûsa xwe keda zarokên bajarê xwe ji paşerojê re pêşkêş bikim''

(...)

''Raste min şer bi çavên xwe nedît, lê di rêya her gotinekê ji van gotinên ku min di vê berhemê de xêz kirine, gav bi gav, kêlî bi kêlî, derbasî dilê min bûn û ronî kirin.''

Narîman Evdikê navê pirtûka xwe kiriye “Berberoj” ji ber ku di naveroka berhemê de diyar dibe ku bi saya lehengiya şervanên ku di ber vî bajarî û vî welatî de şer kirine û parçeyek ji canê xwe dane û di encama vê yekê de zarokên ku ronahiya rojê dibînin û wan jî roj nedîtin, lewma jî ew bixwe ber bi rojê ve teyîsîn. Herwiha wê di vê berhema xwe de (9) leheng hilbijartine û kiriye mijara berhema xwe. Bi kurmanciyeke hêsan û sade û bi awayekî çîrokî, wêjeyî û hunerî  bi pênûs û kêla xwe ya rewan  çîroka her şervanekî li ser maseya xwe ya nivîskariyê dirûtiye û kiriye kirasek xweşik û bi ser bejna serêkaniyê de berda ye. Herwiha ji tabloyê berhemê ve ku Şêwekar “Enterê Şewo” xêz kiriye, em dibînin berhemeke ciwan û herikbar teşe girtiye ku ew ê li ber dilê xwînerên xwe wek dermanekê ye.

 

Pirtûk çi dibêje?

Berberoj mîna navê xwe, me bi ser çîroka her şervanekî de xwar dike û yek ji wan lehengên birîndar bi çîroka “Seyfo Berazî” wisa ji me re vedibêje: ''Her dem çeka min hebû, lê tu carî min fikir nedikir ku ez ê rojekê pê şer bikim.''

(...)

“Rojekê em ber bi gundê Firîsa ve diçûn ku em xwe bighînin hevalên li wir, min erebe dajot. Çeteyan mayîn li ser riya me çandibûn û ew di me de teqiya, hevalên gel min di cih de şehîd ketin, ez jî birîndar bûm. Birîna min vê carê bi min re ma û dev ji min berneda, çavekî min baş nabîne û guhekî min qet nabihîse, lê dîsa jî piştî çend rojan ez vegeriyam şerê xwe û min rizgarkirina Girê Spî bi çavekî dît.

Hevalek minî li Kobanê hebû, navê wî Welat bû, wî li Kobanê şer dikir û min li serêkaniyê şer dikir, lê me soz dabû hev ku em şehîd nekevin û li Girê Spî dest bidin hev û li Girê Spî me dest da hev”

Pirtûka Berberojê  çîroka her şervanekî birîndar wiha ji me re qal dikir. Êdî xwarkirina serê Berberojê  bi ser her çîrokeke şervanên birîndar de westiya û çîroka şervanan berdewam dikir...

KURDŞOP
628 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!