Mîrata Vegotina Kurdistanê – Beşa 2

Cemîl Saîb û destpêka wêjeya vegotina Kurdî- Beşa Yekem

Dr.Azad Mukrî

Demeke dirêje, her ku behsa wêjeya vegotina Kurdî tê kirin, navê çîroka "Di Xewna Min De" ya Camîl Saîb tê, ewqas ku li ser hatiye axaftin tenê dibêjin ku ew yekemîn çîroka Kurdî ye û ji vê zêdetir behsa wê nehatiye kirin.

Eger heye ev behskirin jî her zanyariyek be ku devkî hatiye veguhestin û dibe gelek ji wan nivîskarên ku navê wê çîrokê anîne her ew nexwendibin. Ez dibêjim ji ber çend sedeman ew yek rast e.  Yekem, piraniya wan kesane dibêjin ev çîrok tenê ji ber wê yekê giringe ku destpêka edebiyata vegotinê ye, lê çi taybetmendiyên din ên çîrokê têde nînin. tenê bo dema xwe hatiye nivîsandin. Duyem; ti zanyariyek derbarê cureya vê çîrokê, naverok û atmosfera wê eşkere nekirine.

Ji ber wan sedeman di vê nivîsê de ez dê bi kurtî bala xwe bidim ser çîroka "Di Xewna Min De" ya Cemîl Saîb şîrove bikim.

Gelek nemaye ku sed sal bi ser belavkirina yekemîn çîroka Kurdî wate "Di Xewna Min De" derbas bibe. Ew novlete sala 1925`an yekemîn car di rojnameya "Jiyanewe" de hat weşandin. Bi kêmanî li gor wan nivîsên ku heta niha hatine belavkirin, ew çîrok, yekemîn nivîsa vegotina Kurdî ye. Salekê piştî wê, novelette`ya "Meseleyî Wîjdan" a Ehmed Muxtar Beg ê Caf hatiye nivîsîn. Em ê bi cuda behsa wê jî bikin.

Raste; berhema Cemîl Saîb destpêka hewldana vegotina Kurdî ye, lê bi hemberkirin li gel gelên navçeyê, weke yekemîn çirûska vê janra edebî tê dîtin ku, destpêkekî bihêz û hunerî ye. Nivîskar di vê çîrokê de nîşan dide ku ew haydarî edeba gelên cîhanê ye û li gor wê naskirinê xwestiye nivîsekî hunerî binivîse ku taybetmendiyên çîrokê têde hebin. bikare qonaxa bîranînên vegotinê, nivîsîna jiyannameyê û nivîsîna janra rojane ya nivîskar derbas bike.

Wî bi başî atmosfera nav çîrokê rêk xistiye. Perwerdeya kesayetiyan bi taybet du kesayetiyên nav çîrokê bi temamî di cihê xwe de ye û gelek bihêz in. Yekem şexsiyeta kesê ku çîrokê dibêje û duyem jî şexsiyeta sereke yê çîrokê ye ku bi nave "Gewre" dide nasandin, gelek bi başî hatine dariştin.

Gewre keseke ku tevahiya çîrokê li dora refta, kiryar, gotin û peywendiyên wî dizîvire. Kesekî ku li navenda tevahiya gotûbêj û mijaran de ye û encama çîrokê jî bi wî ve hatiye girêdan.

 Gewre di rola rêberekî siyasî de hatiye nîşandan û behsa kar û gotinên wî tê kirin. Rêberek, ku nikare biryara dawiyê bide. Weke kesekî zalim û şepirze hatiye nîşandan.

Ev rêber di nava pênc grûpan de rolê dilîze.

 Yekem grûpeke çete ye ku tenê li pey berjewendiya xwe digere.  xelk û welatiyan talan dike, hewl dide xwe bigihêne bazneya yekem a desthilatê, Gewre bi wan re rûdinê, şêwiriyê bi wan re dike û gotina wan ret nake û wesa nîşan dide ku li gel wan hev nerîn e.

Grûpa duyem, hin kes in ku weke nûner an jî alîgir an jî lobiya Tirkan tên naskirin.  Ew di berjewendiya Tirkan de li gel Gewre dicivin. Ev grûp wesa nîşan dide ku nepeniya man û aramiya desthilat û welatê "Gewre" girêdayî Tirkan e. bi gotina wan wê grûpa Tirkan ol, Sînor û dîroka hevbeş bi welatê "Gewre" re hene. Eger ew bi xêr behsa desthilata Gewre nekin, dê desthilata wî nemîne.

"Îca, Gewre dest bi axaftinê kir û ji xelkê re got: Ez dixwazim bizanim hûn çi dibêjin û çi dixwazin. Ji wan sê kesan, ev kesê bejin kurt ku her ji destpêkê ve hatibû hinder got: Ya baş eve ku bi Tirkan re lihev bikî û bi ferman û gotina wan tev bigerî. Bangî wan bike ku bên li vir rûnên. Wê demê, dê ev dever bi temamî bikeve bin destê te û dê bibe hikûmet, wê demê tu jî dikarî tevî wan li hember dujmin her tiştî bikî.

Wî jî got:… Lê min heta niha ji bilî gotinan tiştek ji wan nedîtiye… ew bi 4 eskerên belengaz û birçî hatine û xelkê talan dikin…"

Taqima sêyem ev kes in ku lobiyê bo Îngilîz dikin. Weke ji vegotina çîrokbêj xuya dibe, ev grûp, baştir ji grûpa din cîhan, siyaset û tevgera cîhanê nas dikin. Nerîna wan bo siyasetê ji nerîneke lokalî mezintir e, ew ne bi riya ol û sînorê hevbeş soz û hestên Gewre dikişînin, lê ew awayên nû yên berhemanînê tînin rojevê û bo wî zelal dikin ku têkiliya li gel Îngilîz dikare wê gerentiyê bide wî û gelê wî ku dê desthilateke bihêz û cîhgir hebe, eger wesa neke Gewre û gelê wî nikarin armancên xwe bidest bixin.

Piştî silav û halpirsînê, kesê ku her ji destpêkê ve hatibû hundir dest bi axaftinê kir. Serê xwe bilind kir û dema ku daxivî çavên wî zeq dibûn. Ewqas bihêz diaxivî te digot wê niha tiştek lê bê. Bi her du destên xwe diaxivî û ew dihejandin. Dixwast tevahiya wan gotinan bixe nava mejiyê xelkê de.

Berê xwe da Gewre û got: Qurban niha her tişt ewqas zelal e ku zarokên sava jî dizanin eger Îngilîz nebe, ev gel û ev hikûmet nikarin bijî û berdewam nabin.

Mal û bazirganiya ku di nava 4 bo 5 salên dawiyê de, bo wî gelî peyda bûye, di nava 50 salên serdema Tirkan de nedihate bidestxstin.

Got: Ez pir bi vê yekê dilxweş im û ez wê yekê ji her tiştî baştir dizanim. Hûn sibe li cihekê kom bibin û çend maddeyan binivîsin ku weke hûn dibêjin di berjewendiya her du aliyan de be."

Grûpa çarem, hin kes in ku dûrî her du grûpên din kar dikin, ew peywendiyên navçeyî û cîhanî didin aliyekê, ew behsa hêza li xwe bawerbûnê dikin, ew wesa nîşan didin ku her desthelatek li ser bingeha hizra netewî û serxwebûnê nebe, weke pûşê li ber ba ye û nagihêje armanca xwe.

"Çend kes hatin hundir, hin ji wan bi ebayên şîn û levendiyên spî yên dirêj û şaşika mezin bûn ku rişiyên wan ên mezin pêda hatibûne xwarê, pora xwe bi ser aliyekê de dabûn û hene û boyax kiribûn, hin kesên din şerwal û miradxanî li xwe kiribûn û şûtik girêdabûn, çar bo pênc refên rext û fîşekan girêdabûn. Xencer û demançe li ber şûtika wan de bû, rûniştin û dest bi axaftinê kirin…

Gotin, em tevade bo çi baş in û kêrî çi tên? ev çend salên temenê me derbaz bûn, êdî jiyan bo çî ye? Em naxwazin, êdî divê em her bixwe bin, careke din em nabin jina ti kesî. Her bila serê te silamet be, êdî em kesî naxwazin. Bi xwedê ne Tirk û ne jî Îngilîz nahêlin em serbixwe bin. Gelek keyfa Gewre bi vê yekê hat.

KURDŞOP
659 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!