Beriya 50 salî adet û kevneşopî li Kobaniyê – beşa 1em

Diyar Hemî

 

Di folklor û zargotina Kurdî de mirov bê dawî rastî çîrok, gotinên pêşiyan, bawerî û adetên cuda cuda tê, ku ev yek jî ji herêmekê ta ya din xwe dighwere, hin tişt lê zêde an kêm dibin. Kobanî jî ku ew yek ji bajarên Rojavayê Kurdistanê ye bi folklora xwe gelek dewlemend e, ku adet û kevneşopî jî beşekî mizin ji wê digrin.

Adet û kevneşopî ew hin rê û rêbazên ku civak li ser mezin bûye û jiyana xwe li gor wan domandiye, di çûn û hatin û tevgerên xwe yên rojane de ev adet û kevneşopî dihatin dîtin û hin ji wan bandora xwe hîna berdewame mîna cil û berg, şahî û şîn, cejin û hwd…

Adet û kevneşopiyên zewacê   

Di demên kevin de zewaca du kesan ne bi nêrîn û daxwaza wan bû, dema ku malbatekê daxwaz dikir kurê xwe bizwîcîne, bê ku nêrîna wî bigrin ger erê yan na ye, bavê wî ew biryar dida û ji bo wî bi riya mezinê gund keçek ji bavê wê dixwastin, di ev zewaca ku dê du kes temenekî dirêj bi hev re derbas bikin hevdîtinek jî di navbera wan de tune bû, axaftin li gel malbata keçikê tenê ya mezinê gund û bavê bûkê bû, ger bavê wê erê bike, qalanê wê lihev dikin û dibêje: "min da we" bê ku bûk haya xwe jê hebe ku bavê wê ew daye û zave kî ye, her wiha çaxa ku bûk di dema nîşanê de be li gor adetan zave nabe di wî gundî re derbas bibe ta ku dizwîcîn.

Xallixî, aplixî, dêlixî û hwd…

Beriya ku bûk ji mala bavê wê derkeve divê xal û apê wê sax kiribin, malbata zave diçûn gel xalê bûkê û digotinê daxwaza te çiye? Pere didan xalê ji bo ku razî bibe, hin xala jî tiştek nedixwestin û digotin: "hatina we bi malê dinê ye"  ji apê jî heman tişt, lê helbet pirsgirêkeke mezin bû ger xalê bûkê razî nekribin ku berî wê ne gengaze ku bûk ji mala xwe derkeve, di heman demê de jî caran diya bûkê jî dêlixiya xwe dixwest pere didan dayîka bûkê jî.

Dawet

Dawet di wê demê de sê roj û sê şevan çêdibû mîvan ji hemû gundên derdorê yên de`wt kirî û ne de`wt kirî hemî hazir dibûn, gundiyên malbata zave her malekê xwarin dikir û hin mîvan de`wt dikirin.

Cil û bergê wan; jin û keçan keras xeftan û bervaneka qedîfe li bejna xwe dikirin û kitana meles û şe`ra kêserewanî didan serê xwe, mêran jî kesê zengîn û halê xwe yê madî baş kersê sitgiroz (herîr) li xwe dikir.

Roja dawî ji dawetê bav û dayîk, bira û xwîşkên zave diçûn bûk li hespê dikirin û dianîn, ew li hundir dadianîn bêyî ku ew zave nas bike û li dawetê hazir bibe, eger piştra kîjan kes derbasî gel wê bibe ew zava ye, ger zave be jî yan na dîsa bûk nizane.

Dema ku zave derbasî gel bûkê dibû dayîka wî li paş derî li benda zewaca wî bi bûkê re dima, li hêviya nîşan bekariya bûkê ango nîşana ku tekez dike bûk keç e û nezewîcî ye, ew nîşan jî paçekî bi xwîne.

Guhêr (berdêlî)

Guhêra keçan li Kobaniyê gelek berbelav bû û ta roja îro jî ev yek heye lê ne li gor şert û mercên berê ye. Guhêr ew e ku xwîşik ji birayê wê re an keça bira ji apê wê re an jî qîz bavê ji xwe re bi keçeke din re diguherî (keça xwe bûk didan malbatek din û yek ji wê malbatê bûk dixwastin), `adetên guherê jî wek ya zewaca bi qalan lê tenê qalan tune, tenê qîz bi qîzê re. Guhêrtina bûkan di roja ku mezinê herdu gundan lihevkirinî de li gundekî di navbera herdu gundan de çêdibû, her gundekî keça xwe li hespê dikirin û diçûn gundê diyarkirî hevdu didîtin, ji bilî mezinê gund nedibû kes biaxivê, bi awayekî bêdeng herdu bûk bi hev re diguherîn û her gundekî bûka xwe dibir û vedigeriyan.

Diyardeya guhêr an berdêliyê gelek pirsgirêkên civakî derdixistin holê, dema ku nakokî di navbera aliyakî de derdiket û berdan çêdibû, aliyê din jî ew jin li gel xwe berdidan tevî ku pirsgrêk di navbera wan de tune bû, an ger aliyak li ser hevjîna xwe dizewîcî aliyê din jî wiha dikir, ango mirov dikare bibêje jiyan û malbata du aliyan xerab dibû ji bo aliyakî, tevî ku gelek zarok jî di navbera wan de hebûn.

 

Berdewam dike…

KURDŞOP
218 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!