Bend di wêjeya devkî de

Selah Nûranî

 

Wêjeya devkî ya Kurd di beşa muzîkê de, wek tev beşên din ên edebiyata devkî dewlemend e û çend dengî ye. Wate ew beşe muzîke di wêjeya devkî ya Kurdî de, çendîn çarçove û janrê cuda li xwe digire. Bo mînak ji beyt, heyran, gelo, azîze û payîze re heta bend û hemû ew şêwaz û formane ne ku beşek ji muzîka wêjeya devkî ya Kurdî pêk tînin. Her yek ji wan beşane jî xwedanê taybetmendiyê xwe ne.

Bend yek ji wan formên derbirînê ye ku heta niha pênaseyeke tevaw bo nehatiye kirin. Bend şêwazekî derbirîna rîtmî û xwedan muzîk û kêş û qafiyeyê ye. Beşeke muzîkê li edebiyata devkî ya Kurdî ye. Ew şêwe vegotine wek heyran û beyt û janreyên dinê yên wêjeya devkî, xwedanê çarçoveyeke takane û diyarîkirî nîne. Wate eger di janr û çarçoveyeke wek beyt de, destpka wê bi vegotina çîrokê ye, di bendê de taybetmendiyên wiha nîne. Di bendê de kurte vegotin dikarin hebin, lê merc nîne vegotin milkê sereke yê bendê be. Gelek mijarên dinê di bendan de ne ku taybetmendiya vegotinê tê de nîne, lê di çarçoveya bend de têne pênasekirin. Di çîrok û vegotinê de her şêwe kiryarek ku bê kirin di çarçoveya bûyerekê de îşare pê bê kirin, diçe warê vegotinê.

“Êç Portêrêbût” di pirtûka “Xwendevariya Vegotinê” de dibêje: Vegotina bi zimanê sade wate dîsan behskirina bûyerê yan komek bûyeran e. Di behsa bûyera sade de bo mînak dinivîse: Dem ku em dibêjin kêçekê li pisîka min veda, bûyerek çawa tê vegotin, eger ew mijar ecêb û girîng jî nebe, vegotink çîrokî ye.

Eger em bi vî rengî bendan danîne ber hev, gelek beş ji bendan pêk hatine ji vegotinê. Bo mînak dema ku di benda “Gewherê” de tê gotin:

Qaçaxçî le germênê\ kirasê marot bo dênê\

Deber qaçaxçiyan mirim\ Dilê yarim naşkênê\

Kiryarek yan bûyerek wek anîna kirasê maro b evîndara kesê bendbêj, dibe bûyerek ku dikare rewşa vegotinê be. Lê hemû bendek ew taybetmendiyane nînin.

Taybetmendiyeke din a beyt û heyranê tekeziyê li ser evîn û derbirîna dildariya keça heyran û kurê heyran dike. Lê di bedê de hem em dikarin vegotinên evîndarên bi vî rengî bibînin, hem jî em dikarin vegotinên civakî û heta yên pêkenînî bibihîzin. Wek mînak, beşek ji bendan ku bi piranî bi zimanê mêran in, li ser meseleya civakî ya dema borî, ango nexwestina zewaca keçan radiwestin. Di van bendane de bendbêj bi awayekî nerasterast vê diyardeya dizî radixe ber çavan û gelek mînakên wê hene.

Le ber ew bejnet demirim\ Delêy çûze qamîşe\

Qebrî mirdûy morî min\ cergit hênam le rîşe\

Ew mêrdet wek cûy qudse\ Qet le kinî damenîşe\

Di vir de bendbêj di çend mîsre`ê yekem de bi vegotina hesta xwe bo evîna xwe, rê xweş dike bo wê ku behsa yeknegirtiya jiyankê bike ku evîna wî bi mêrê xwe re heye. Yan di bendek dinê de dibêje:

Le şewrayî terdeste\ Wek Hemetalî Banê\

 

Malî kabrat xirab bê\ Wek kewlî xelîfanê\

Di bendek dinê de:

Rebî mêrde gulet mirê\ Penam bi Ehmedî kor\

Yan di bendek dinê de dibêje:

Serece û derd û bela\ Le ser pîsey we xirê \Têkra delên înşala

Ev hemû nîşan didin ku; Kesê bendbêjê diyardeyeke civakî ya nebaş ku bo kesayetiya wî hatiye pêş weke diyardeyeke berfirehbûyî ya civakî dîtiye û di benda xwe de ku bi şêwazekî adetî di nava girseyê de hatine gotin tekeziyê li ser dike û bi vî rengî, ew cure bîrkirine di çarçoveya wê bendê de ketiye ser devê xelkê.

Li gorî vê aliyê hestyarî jî em nikarin bi tevahî mala bend diyarî bikin, belkî em dikarin cih û şêweya wê nas bikin. Ew hem hûrde vegotin tê de heye. Hem hestyarî tê de ye, lê kurt hatiye vegotin. Hem aliyê civakî jî tê de hatiye gotin.

“Kêş û qafiye” aliyekî din e ku em dikarin di wî warî de bendê helsengandin bikin. Di warê kêşê de, piraniya bendan xwediyê kêşa beşê ne. Ew ji mîsre`ên 3+4 beşî pêk hatine. Carinan di forma mesnewiyê de, du mîsre`i li ser kêşa 3 + 4 beşî, xwedî qafiyeyên serbixwe ne û carinan jî li ser şêwaza çarçoveya parçeyî ne. Wate mîsre`a duyemîn bi çend mîsre`ên duyemîn ên piştî xwe re hevqafiye ne.  Bo mînak:

Gewherê ey gewherê

Gewherekem berew jûr

Destim bird bo berokî

Hênam lîmoy zerd û sor

Dilî yarim nerim key

Mûsa le ser kêwî Tûr

Qafiye li mîsre`a duyem jûr, li mîsre`a çarem sor, li mîsre`a şeşem tûr e. Wate ew sê mîsre`ane bi ser hev parçeyek pêk anîne. Lê her di berdewamiya vê bendê de, bendbêj şêwaza vegotina xwe kiriye bi çarçoveya du beytî:

Dwênêm dî le rê kanî

Destim bir bo memkanî

Deygot hetîw be dilî tom

Çon aşiq malwêranî

mîsre`a yekem kanî, mîsre`a duyem memêkên wê, mîsre`a çarem malwêranî. Bi hevşêwe ne û wek pêkhateya çarçoveyê bûne du beytî/çarîne. Helbet ji xeynî kêşa du beyt û çarîne cuda ye.

Carinan jî bend ji parçe û du beytan têkel in, ku di Gewherê de ew taybetmendiye tê dîtin. Yan jî di bendek dinê de ku dibêje:

Çawt estêrey şiwanan

Heldê berî beyanan

Şoqîda le kolanan

Qûnebanî jin ciwan

Be şanmda dête xwar

Aweçorey Guwêswanan

Le ber balat nasik giyan

Ba lêm den be debanan

Di vir de wekî qafiyeyekê, çarîneyeke û du beytên nû hatine têkelkirin. Çimkî di du beytên nû de mîsre`a duyem û çarem hevqafiye ne. Em bi vî rengî dikarin bêjin bend pêk hatiye ji wê derbirîna bendêjî ku bi şêweya xwebêjî di kombûnekê de û pêka ew kombûna ku tê de bûye mijara xwe ji evîndarî ve bo olî guheriye. Di warê kêşê de jî bendbêjî ew yeka bo girîng bûye. Lê zêdetir di kêşa helbestê de şêwazekî qafiyeyî bûye. Zêdebûna qafiye di bendan de wê yekê nîşan dide ku ew beşe di bendê de girîngiyek taybet hebûye û nîşaneya serdestbûn û hostatiya zêdetir ya bendbêj bûye.

Her lewma eger di serê bendbêjekê de qafiyeyên zêde hebûbin, bo wê ku guhdariya rêsayeke taybet kiribe li pey hev qafiye rêz kirine. Lê zêdetirîn mînak her ew şêwaze ye ku me behs kir, bi awayî parçeyî û du beytî hatine gotin. Di warê naverok de jî zêdetirîn heza bendbêj derbirîna evîndaranî ye di mewdayeke kurt a kelamê de, ku nîşanderê bi hev negihîştina du evîndar e. Zêdetir jî kur negihaye bi mirada xwe û gilî û gazina kurê evîndar vedibêje. Her çende mînakên naverokên cuda ji wê yekê jî zêde ne.

KURDŞOP
429 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!