Daweta Pîrşaliyar (Zemawendî Pîrşaliyar) kevneşopiyek pîroz û kevn

Kurdistan bi giştî û Hewraman bi taybetî, yek ji wan warên kevn in ku beşek ji kultûra kevnar a mirovatiyê parastine. Yek ji wan kevneşopiyên kevn ku çanda rengareng a Kurdewarî li xwe girtiye û li Hewramanê bi rê ve diçe “Daweta Pîrşaliyar” (Zemawendî Pîrşaliyar) yan “Cenja Pîr” e. Dema ku Zivistan digihîje navînê, li bajarê Hewramanê xelk dev ji jiyana xwe ya asayî berdidin û bi hezkirineke pîroz ve xwe ji bo lidarxistina wê cejnê amade dikin. Ev cejne curekê festîvala salane ye ku bo zîndîragirtina yad û bîra kesayetiyekî olî yê bi navê “Pîrşaliyar” e.

Ev kale yek ji nod û nehemîn kalên Hewramanê ye û di nav wan de pileya herî bilind heye û tevlî bawera xelkê Hewramanê bûye û efsane li ser hatine çêkirin û bi ustûre hatiye naskirin. Her çende heta niha di çavkaniyan de pêk nehatine ku çend Pîrşaliyar li Hewramanê hebûne? Û gelo ev rêûresme ji bo yê dawîn wate “Mistefa” yê kurê “Xudadad” e yan jî di serdema Pîrşaliyarê berê de hatiye lidarxistin? Lê ya ku heta niha li ser hevnerîn in ev e ku “Pîr Şaliyar” pileyeke bilind a olî hebûye ku mirovên bi rûmet piştî îbadetên berfireh bi dest dixin. Di vir de  pêwîst e ewa bê gotin ku xelkê Hewramanê bi xwe jî di wê baweriyê de ne ku ew vê “Cejna Pîr” ji bo “Mistefayê kurê Xudadad” bi rê ve dibin.

Cejna Pîr rêze rêûresmên salane ye ku di nav xelkê Hewramanê de adetî ye û lidarxistina wê bi erkek pîroz dihesibînin û di wê bawerê de ne ku hebûna “Pîrşaliyar” û lidarxistina kevneşopiyên cejnê, bereketê dixe nava jiyana wan û wan ji hemû belayek û nexweşiyekê diparêze. Lewma xelkê Hewramana Text û çendîn gundên derdorê ji bo vê cejnê bi awayekî taybet û balkêş tevdigerin û hemû hewl didin ji bo baştir lidarxistina kevneşopî û rêûresman ku pêk hatine ji: “1- “Xeber”, 2- “Kote Kote”, 3- “Kilawroçinê”, 4- “Qurbanî”, 5- Çêştê Pîroz” (Hiloşînetişê), 6- “Horpiray” (daweta olî), 7- “Şevî Nîşt”, 8- Cemî Ser Mezarî Pîr” (Tirbê). Em ê li jêrîn bi kurtasî behsa wan kevneşopiyan bikin ku divê bi bê ti kêmasiyekê bi rê ve herin.

1- Xeber

Xelkê Hewramanê Înekê beriya roja 15ê Rêbendana Rojî ku dike navîna Zivistanê, di nimêja Înê de “xebera” hatina “Cejna Pîr” didine xelkê. Bi parvekirina gûzên baxê Pîrşaliyar bi ser malên Hewramanê de xebera hatina “Cejna Pîr” bi xelkê re radigihînin. Gûzan bi hejmarek wek hev dixine nav amanekê û bi ser malan de par vedikin. Malbat jî bi awayekî dilxwazane û xwebexşane bi pere yan kelûpelên pêwîst ên cejnê her tiştek ji destê wan bê dibexşine wan kesan ku gûzan bo wan dibin. Pêwîst e bê gotin ku di pêşiyê de malbatan pêşkeşên xwe wek “nezriya Pîr” bo wê cejnê amade kirine.

2- Kote Kote

Piştî birêveçûna kevneşopiya “Xeber”, heta êvareya roja Sêşemiya heman heftiyê ku “Cejna Pîr” tê de bi rê ve diçe karek taybet nakin. Lê êvareya roja Sêşemî cureke şano ji bo tirsandin û pêkenînê ji aliyê ciwanan ve tê lidarxistin ku jê re “Kote Kote” tê gotin. Ciwan bi hatina tarîtiyê demamikan girêdidin yan serûçavên xwe reş dikin û dikevine nava kolanan û deriyê malan dixin û ji bo galte û pêkenînê hunerekê ji xwe nîşan didin û xelkê ditirsînin. Ew li deriyê her malekê bixin û piştî tirsandin û galtekirin û pêkenînê, xwedanê malê ku berê di nav torbikê xwe de diyariyek amade kiriye, pêşkêşê wan dike.

3- Kilawroçinê

Her heman êvareya ku ciwan mijûlê “Kote Kote”yê ne, zarokên gund jî bi torbe û tûrîkê xwe ve di nav kolanan de digerin û diçine ber deriyên malan yan pencereyan, gazî dikin, “kilawroçinê, kilawroçinê bi kur û kiçê şadî bîdê” wate “li ser kulekê, li ser kulekê, bi jidayîkbûna kurûkeçê şa bin”. Xwedan mal jî wan zarokan ji xelatan bêpar nakin û tiştekî bi wan re didin. Peyva “kilawroçinê” heman peyva “serkulekê” ye ku bi kunekê tê gotin ku berê li ser banê xaniyan ji bo ronahiya xaniyê û derketina dûkelê dihêlan.

4- Qurbanî

Rojek piştî “kilawroçinê”, di her maleke Hewramanê de xelk ajelekê ji bo qurbanîdanê tînine ber mala “Pîrşaliyar”. Piştî serjêkirina ajelan, goştê wan beş beş dikin û wek xwarineke pîroz beşekê didine her maleke Hewramanê. Her malek ku tê bo beşa guşê xwe bi xwe re “sawar, tirşiya hinarê, êmîşê hişkirî, dan û genim tînin da ku ji çêkirina xwarina pîroz wate “hiloşînetişê” bi kar bînin.

5- Xwarina pîroz yan “hiloşînetişê”

Ji bo xwarina mêvanên “Yanew Pîrî” ku bi şevê kom dibin, xwarinek taybet çê dikin ku li cem xelkê ew xwarine pîroz e. Hewramî ji wê xwarina pîroz re “hiloşînetişê” dibêjin, ku şileyeke tirş e û ji “sawar, tirşiya hinarê, êmîşê hişkirî, sê cerg û beze, çewriya ajelên hatinî qurbanîkirin tê çêkirin. Beşeke xwarinê bi wan kes û zarokan re tê danê ku bi amanan ve ber deriyê mala Pîr kom bûne da ku bibine malên xwe. Beşeke din bi wan kesan re tê danê ku mijûlê “dawetkirina pîroz” in û beşek jî di şeva “Nîşt” de bi ser xelkê kombûyî di mala Pîr de tê parvekirin.

6- Horpiray yan daweta olî

Xelek ku nîştecihê bajarê Hewramanê ne û ew xelkê ku ji derdora Hewramanê ve hatine, tev li ber deriyê mala Pîr kom didin û destê hev digirin û bi şêweyekî nerim û bi lêxistina şimşal û tepil û defê dawetê dest pê dikin ku zêdetir ji şêwaza zikrên derwîşan diçe. Zilamên olî û xelîfeyên terîqetan û rêdînsipî û ciwan, hemû beşdariya wê dawetê dibin.

7- Şeva Nîşt

Piştî dawetkirin û duayên êvarê, xelk di mala “Pîr” de kom dibin, ew şeva ku xelk didine mêvanê mala Pîr û wir dirûnên jê re dibêjin: “Şevî Nîştê” wate şeva rûniştinê. Her ji berê ve xelk di wê şevê de mala Pîr de kom bûne û piştî xwarina pîroz dest davêjin bi zikir û stranên îrfanî û şêxane û gotara olî. Di dawiya rûniştina wê şevê de, yadîgarên Pêr di sindûqa taybet de tînine derê ku pêk hatine ji: “Jêrekilaş, tesbîh, momgirê berdîn. Piştî wê ku xelk wan yadîgarên Pîr tiaf dikin, vedigerînine nava sindûqa taybet.

8- Tirbê

“Tirbê” rêûresmek e ku heftiyekê piştî “Daweta Pîrşaliyar” li roja Pêncşemiyê bi rê ve diçe. Sibêdeha wê rojê Hewramî ber bi goristana pîrên derdorên Hewramanê ve diçin û paşê hemû bi hev re vedigerine ser gora “Pîrşaliya” ku bi “Pîrê Pîran” navûbang e û dest davêjin bi niza û duakirinê. Di dawiya vê rêûresmê de xwarina pîroz di nav xelkê de tê parvekirin û tê xwarin ku bi xwe jê re dibêjin “Gête Mejgî” ku cureyeke kolêre û nan e.

KURDŞOP
311 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!