Zûgotinok di wêjeya devokî ya gelêrî de

Aras Hiso

 

 

Rê li rêwî livî, rêwî li livî

Ji vê gotinê we nas kir ku babeta me li ser zûgotinokan e. Li vir bi awayekî kurtî em ê çanda zûgotinokan di nav civaka me de bi we bidin naskirin. Zûgotinok beşek ji wêjeya devkî ye û ji bo zarokan tê bikaranîn. Ji bo rewaniya ziman, ji bo hişyarî û awayê bilêvkirina zimên bi awayekî qafiye û coş tê vegotin û bikaranîn. Ew gotinên bi pîvan û bi wezin in. Ji bo ku zarok bi awayekî baş hînî axaftinê bibin, şa bibin û bilîzin zûgotinok tên gotin an bikaranîn. Ji bo mezinkirin û gihandina zarokan xwediyê roleke girîng in.

Zarok bi rêya zûgotinokan taybetiyên ziman, çi pergala ziman a giştî çi jî hûrgiliyan di hiş û bin hişê xwe de bi cih dikin. Di derbarê zûgotinokan de gelek pênaseyên cuda cuda hene, binavkirina wan li gorî deveran diguhere, her herêmek li gorî rewşa xwe navekî lê dike. Li herêmên cuda cuda bi navê; Zûbêjok, Zorbêjok, zûgotinok, çîvanok, bizelêv û hwd tê naskirin. Lê mirov dikare bêje ya herî zêde ku di nava xelkê de tê bikaranîn zaûgotinok e.

Di bingeha zûgotinokan de carinan metelok û çîrokên bi wate, carinan jî ên bê wate tê gotin. Jixwe gelek caran gotinên di nav zûgotinokan de jî bê wate ne. Hinek zûgotinok jî hene bê dawî ne û hinek jî hene kin in. Ji xwe mirov dikare bêje ku zûgotink wek helbestên Kurdan ên kevin tên qalkirin, lê di rastiya xwe de ne helbest in.

Dema ku mirov bi şeklekî berfireh li zimanê Kurdî binêre, em ê di ferqa dewlemendiya kûrahiya zûgotinokan bikevin. Ji ber vê yekê bi saya zûgotinokan zimanê Kurdî li ser piyan maye. Lewma bi xêra zûgotinan zarok dikarin bi rihetî fêrî zimanê xwe bibin.

Mirov dikare bi dubarekirina zûgotinokan, zimanê dayîkê bi zarokên xwe bide hezkirin. Ji ber ku di zûgotinokan de ziman kesayetiya mirovan pêşve dibe. Û bi riya ziman cîhana xwe ya fikrî ava dikin. Ji ber ku aliyê wan ê lîstikê heye zêdetir bala zarokan dikişînin û zarok ji wan hez dikin.

Hinek zûgotinok bi serê xwe ne, hinek beriya çîrokan tên gotin, hinek di nav çîrokan de tên gotin û hinek jî di dawiya çîrokan de tên gotin. Ên ku ji bo destpêka lîstikan tên gotin jî hene. Hinek jî ji hejmaran û lîstikên hejmarî pêk tên. Di şanoya gelêrî de jî tên bikaranîn.

Her çiqas zûgotinok wek beşekî têkildarî zarokan bê binavkirin û nirxandin jî di civatên mezinan de jî cih digrin. Di hînkirina ziman de bi hêsanî mirov dikare bi kar bîne û sûdê ji wan bistîne. Dîsa ji bo sererastkirin û çareserkirina pirsgirêkên vegotin û bilêvkirinê jî sûd jê tê standin.

Ji bo zûgotinokên destpêka çîrokan bi vî awayî tê gotin:

Kêzê kêzê kêzxatûnê

Bi şimika reqreqûnê

Bi şalê gulavdûnê

Ketiye heriyê heta qûnê

Tu ya xwe bigihînê, ya negihînê

Ji bo yên dawiya çîrokan jî bi vî awayî ye:

Min striyek da bi du nanan

Du nan da bi du beranan

Du beran da bi bûkekê

Bûkek da bi tûtûkekê

Ji yên serbixwe jî:

Ez çûm mala xalê Mele Remezan

Min got mala xalê Mele Remezan

Ka mera mala xalê Mele Remezan

Ji bo hejmaran:

Çil û çar û çardeh

Bîst û pênc û pazdeh

Hevdehek û du hejdeh

Hinek zûgotinok ji hevokekê pêk tên wek; kurm qurm qul kir

Weke ku tê zanîn çanda kurdan, bêhtir bi jiyana gundewariyê şekil girtiye. Di vê çandê de nemaze çandiniyê gelekî giringî bi dest xistiye. Ji ber vê yekê demên biharan divê baran li zeviyan bibare da ku debara aboriyê bê kirin. Lewre dema ku baran dibare, zarok xwe dicivin û weke derfeteke lîstikê ji xwe re dibînin, bi kêf û şahî kolan bi kolan digerin û bi hev re zûgotinokê dibêjin. Zarok bi vî awayî mizgîniya baranê didin Şêniyên derdora xwe:

Baranê bibar bibar
Çivîka genimê te xwar
Qijika li te hawar
Dilê me sala şîn
Bûka me dibê amîn
 

Dema em li çand û folklora Kurdî dinêrin, em rastî hezaran zûgotinok, gotinên pêşiyan, qewlêk, mamikan û hwd tên. Ku bêguman ev jî yek ji zengînî û dewlemendiya çanda me Kurdan e.

 

Çavkanî:

Ji gotara rodînta yektar û çend zûgotinkên gelêrî.

KURDŞOP
384 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!