Deq di kelepûra Kurdî de

Necah Ibrahîm

 

Weke hemû cureyên folklorê, di mijara deqan de jî rola jinê xuya ye. Di kevneşopiyên me Kurdan de, ji bav û kalan de, ev deq dihatin kutandin. Dema ku mirov li destên jinan li rûyê jinan dinihêre, dibîne ku bi hostetiyeke mezin hatine kutandin.

Deq li kudera jinan dihat kutandin?

Ev deq li ser pişta destan û li ser hemû tiliyên jinan, li ser herdu cênigên jinan (Ew cihê ku por û guh ji hev diqetîne), li çenga jinan, li ser lêva jêrîn, di navbera herdu biriyan de, li aliyê dêmê yê çepê û rastê, li ser sînga jinan, li ser herdu aliyên poz û li ser gerdena jinan dihatin kutandin û ev giştî bi mebesta xeml û xêzê bû.
Herwiha carna zilaman jî li herdu aliyên cêniga xwe û li ser destê xwe dikutandin, hinan bi mebesta xemlê û hinan ku serê wan dêşiya ji bo ku rihet bibe deq li ser herdu aliyên cêniga xwe dikutandin. Herwiha jinên ku demeke dirêj zarokên wan çênedibûn û piştî demeke dirêj zarokên wan çêdibûn, li ser dêma jêrîn ya aliyê rastê, li ser poz û çenga wî/wê zarokê/î dikutandin bi mebesta ew zarok ji wan re bimîne.

Ev deq bi çi û çawa dihatin kutandin?

Bi teniya sêlê an jî teniya li dora biroşan û bi şîrê dayîkên ku dergûşê wan (zarok) keç bûya, ew tenî, şîr û dermanek bi navê heş jî ji etaran dikirîn rengê wî dermanî şîn bû, dikirin nava hev û heft ji derziyên dirûtinê dianîn, dema ku dermanê xwe dadanîn devera ku dixwestin deqan lê bikutin, ew derzî di wî cihî re dikirin heya ku ew cih birîn dibû, tenî, şîrî û heşê cihê wê birînê digirt. Piştî çend roj an jî hefteyekê ew deqan dirûvê xwe digirt û xemleke bedew çêdibû. Herwiha bi zirava pez an jî zirava mirîşkan yek ji wan dikirin nava teniyê û li cihê ku dixwestin, dikutandin.

Ew neqş bi çi rengî bûn?

Ew neqş weke xal, xêzik, stêrk û du xêzên bi hev re derbaskirî bûn, her wiha li ser sînga jinan wêneyên du xezalan dihat kutandin, herwiha yên zilaman jî weke moreke giloverî li aliyê her du cênigan û li ser destan dirûv digirt.

Deq ji aliyê kê ve dihatin kutandin?

Deq jî weke qenewîç, çîn û tevnan xwediyê qalibekî estetîk in, ji ber vê zanibûnekê dixwazin. Kesên ku deq dikutandin jinên ku zanebûna xwe di vî warî de hebûn û piraniya wan temen mezin bûn. Her wiha bi taybet li bajarê kobaniyê di demên berê de qereçî dihatin gundan û deq ji jinan re dikutandin, ew qereçî jin bûn. Û kêm caran jî ji aliyê mêrên herêmê yên temen mezin ve dihat kutandin, lê ji jinan re nedikutandin, tenê ji xwe re dikutandin.

Di dema me ya niha de deq:

Bi borîna demê re awayê çêkirina deqan hat guhertin, di demên berê de jinan herî bêtir deq dikutandin lê di dema niha de hem jinên ciwan hem jî mêrên ciwan deqan dikutin, lê ne bi awayê kevneşopiyên me yên berê, belkî bi dirûvekî nû ku ew dirûv, ji kevneşopiyên biyaniya ne, Ew jî bi mebesta xeml û xêzê ye. Kî ji çi neqşê hez dike û dixwaze li kudera xwe bikute, dikute. Herwiha keçikeke ciwan stêrkekê li kêleka gerdena xwe dikute bi mebesta xeml û xêzê. Di dema me ya niha de bi taybet ji bo kutandina deqan makîneyeke (alava ku pê deq tê kutandin) nûjen derketiye. Bi wateyek din huner deqandin û kutandina deqan jî bi awayek cuda hatiye nûjen kirin û ne mijarên deqan weka berê ne û ne şêwe û alawên kutana deqan.

 

Çavkanî:

Du jinên bajarê Kobaniyê; Mewlîde Ibrahîm û Emîne Elo.

Zarbêjê bi navê Henîfê 'Ismet, ji bajarê Kobaniyê.

Wêne: Instagram, Kurdxane, Mêrdîn.

KURDŞOP
468 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!