Hîna jî hêviyên xwediyan, bi dara Miradan ve girêdayî ye

Aras Hiso

 

Her cara ku rewş xweş bûya û bajar dîmenekî newaze bidaya, me û zarokên kolanan berê xwe dida “Kaşê Miştenûr” (girê Miştenûr), lê ev kaş ji me re wekî çiyayekî bû. Her çiqas li “Deşta Sirûc”ê (deşta Berazan) çiyayê me tunebûn jî, lê me xwe bi vî kaşê mîna çiyayan didît û pey bejna xwe bilind dikir. Gava ku me dida lotikan û berê xwe dida wan deveran, me didît ku li rex vî kaşî dareke wisa heye ku bi paçikên xwe yên rengorengo dîmenekî xweşik dida wî kaşê bi kevir û qeraj. Me didît ku her carê çend jin dihatin paçikek bi wê darê de gir didan û diçûn. Bi rastî di biçûkaniya xwe de min ev çîrok fêm nedikir. Piştî ku dayîka min ji min re digot ev dara Miradan û bi paçikan hêviyên mirovan bi cih tîne, hinê minê fêm bikirara ku divê ku ez jî paçikekî bi pê ve girê bidim da ku xwedê zû min mezin bike.

Dara Miradan, dareke wisa ye ku mîna mîrasekî kevnar di bîrdanka kurdan de maye. Di folklor û çanda kurdan de gelek darên miradan li bajar û gundewaran tê dîtin. Ev dar jî bi xwe dara tûyê ye û li bajarê Kobaniyê bi taybet li ser kaşê Miştenûrê ye.

Welat û bajar bi kevneşopî û cihên xwe yên dîrokî û xweşik têne naskirin, her cih û xweşiyên wan jî xwedî taybetmendî û rengekî cuda ye. Bi rojan em rabûne ser vê dara pîroz, heta roj diçû ava, li dora wê darê em digeriyan û wextên bê navber me dem di ber lîstok û henekan de diboran. Carinan ji xwe dipirsin gelo mirada me ew bîranînîn û biçûkanî bû?

Ev dara miradan ku li ser vî kaşî peyda dibe li gorî ku kal û extiyarên bajêr dibêjin ku dîroka vê darê vedigere bo salên 1979'an. Erê rast e, ev dara tûyê ye, lê bi xwe tûyan nagire û tê gotin ku wiha ji xwe ber ev dar mezin bûye. Belkî fêkiyên wê ew paçikên miradan be. Her wiha ev dar ji bo nivîskar, xelk û miletên herêmê xwedî cihekî girîng e. Her kesê/a ku hêviyeke wan hebûya diçûn li ber wê darê paçikên xwe girê didan da ku hêviyên wan pêk were. Jinên ku zarok nedianîn, keçên ku mezin dibûn û nedihatin zewcandin, xortên ku ji ber evîna xwe bi der û çolan diketin û hwd. Hemûyan dihatin û li ber vê darê bangê dikirin, fatihe û qewlik dixwendin.  

Şêwekar: Mihemed Şehîn

 

Li dorhêliya wê kaşî wî darî xwedî dîmeneke newaze dida, ne tenê bajarê kobaniyê, sûretekî xweşik dida tevahî Deşta Sirûcê. Lewma çi gava ku ji xelkê qala vî darî bikî, jê re dibe xwedî bîrdankeke kevnar. Jê zêdetir gelek stran, serpêhatî, çîrok û bîranîn li dora vê darê çêbûne. Vê darê bi sedan xwediyên xwe hembêz kiriye. Hezar çîrokên vî bajarî yên gotî û negotî. Ev dar bûbû cihê aramiya sirên bi sedên çîrokan. Vê darê çîroka herî mezin ya ku di nava dil û hinavê xwe de parastiye, çîroka berxwedana Kobaniyê ye. ev dar bûbû şahidê berxwedana dîrokî ya şervanan, bûbû “Arîn Mîrxan” ku çawa xwe di rûçikê çeteyan de xwe teqand.

Çi bikim hew rojekê min bihîst ku ew dar ji aliyê komên nenas ve hatiye qutkirin, pê ew jî dilê min ji kokê hate hilkirin. Kesên ku li dora vê darê jiyane dizanin ku çi bîranîn û çi xweşî li vê cihê her biçûk a dunyayê hebûye. Bi vê bûyerê re dîmeneke xemgîn di nava dilê hezkiriyên xwe de belav kirin, gelek kesan bi ser vê bûyerê de bi keser man. Gava ku tiştên xweşik û dîrokî ji nava rihê bajaran bar bikin, hingê ew bajar dikeve nava tarîtiyê. Niha aliyê dilê min bi ser vê darê de seqet e. Gelo em ê paçikên xwe bi kîjan darê ve girê bidin?

KURDŞOP
527 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!