Serdestiya jinan di folklora kurdî de - 1

Li gor Alakom    di çîrokên Kurdî de yek ji motîfa herî berbiçav û tê bikaranîn rewşa jinan e, bi taybetî jî xelasiya jinan.

Behram Gerdûnî

 

“Di Folklora Kurdî De Serdestiyeke Jinan” navê kitêbeke lêkolînî ya    Rohat Alakom e ku cara ewil di 1994an de   bi navê Rohat ji aliyê weşananeya Nûdemê ve li Stokholmê hat çapkirin, û cara duyem di 2013an de   bi navê Rohat   Alakom ji  aliyê Weşanxaneya Avestayê ve li Stenbolê hat çapkirin. Di vê nivîsa dubeşî de em dê li ser naveroka  çapa ewil a vê lêkolînê hûr bibin û bi kurtî diyar bikin ka jin di folklora kurdî de çawa hatine nîşandan.

STÛNEKE ÇÎROKBÊJIYA KURDÎ: XELASIYA JINAN

Li gor Alakom    di çîrokên Kurdî de yek ji motîfa herî berbiçav û tê bikaranîn rewşa jinan e, bi taybetî jî xelasiya jinan. Di van çîrokan de jin bi dilketiyên xwe re dibin yek, digihîjin mirazê xwe, bi hev şa dibin. Jinên nebaş jî di dawiya çîrokê de gelek caran cezayên xwe dibînin û tên kuştin.

a. Welatê Hat-Nehatê: Di gelek çîrokan de mêr ji bo bigihîjin jinan û bi wan re bizewicin, derdikevin seferên dûr û dirêj, terkeser û terkeselat dibin. Ji ber ku cihê ku divê jê derbas bikin bi derd û kul û zor û zehmetiyan tije ye, jê re hatiye gotin “welatê hat-nehatê”. Lê di dawiya çîrokan de, ew wek bûk-zava vedigerin malên xwe û bi hev şa dibin.

b. Keçên Padîşahan: Pirranî di çîrokan de kesên xizan tên keça padîşah dixwazin. Padîşah hin şertan datîne ber wan, heger derbas bikin digihîjin mirazên xwe, heke derbas nekin serê wan jê dibe. Di dawiyê de ew digihîjin mirazên xwe.

c. Çembera Dora Jinan Teng Dibe: Di hin çîrokan de padîşah dilê xwe li jinên din xera dikin, lê nikarin wan bi dest bixin. Mela di çîrokan de bêtir wek jinbaz û doxînsist hatine diyarkirin. Di hin çîrokan de mêrên kumreş heta dibin sebebê mirina jina xwe.

d. Motîfa “Keça Aqil”: Di vê motîfê de gelek caran jin bi famdarî, zanîn û serwextbûna xwe ve zora mêran dibin. Mêrên tiral û di mal de tên rexnekirin.

e. Komên Jinên Xirab: Yek ji van koman jî damarî ye, bav û zarokan berra hev didin. Xwesû jî wek damariyan bi dilhişkî û bêwicdaniya xwe ve hatine nasîn. Şer û hesûdiya hewiyan û kuştina hev. Jinên pîr wek kesên bêîman û sêhrbaz di van çîrokan de cih digirin. Jinên mêrkirî yên mêrên xwe dixapînin û bi yarên xwe re hev dibînin û radizin tên rexnekirin.

f. Çend Çîrokên Jiyana Rasteqîn: Di hin çîrokan de, gava şer di navbera du eşîran de hebe, qîzan didin hev, li hev tên. Di hinan de, jin dibe sebeba mirina gelek malbatiyan. Di hin çîrokan de, du bira an jî du heval ji keçekê hez dikin, yek ê din dikuje û pê re dizewice, lê dilê keçikê di yê mirî de ye, ew jî xwe dikuje.

g. Jinên Rawirîn: Di hin çîrokan de jin ji ber xerabiyên kirî dibin wek pepûk, hirç, jûjî, meymûn, hwd. Di gelek çîrokan de problem, êş, zordestiyên li jinan tên kirin bi awayekî alegorîk di dilqê rawirên zewicî de (qijik-kevok, kund-bilbil, kêz-mişk) tên pêşkêşkirin. Ev zewac ne zewaceke dilşa ye, an hev berdidin an jî hev dikujin.

h. Jinên Çîrokî: Pirranî lehengên çîrokan gava derdikevin seferekê, diçin welatên hat-nehatê, rastî keçên dêw, hût, cin û hwd. tên ku ev kes dijberî bavên xwe kesên qenc in, evîndarî leheng dibin û pê re dizewicin di dawiyê de.

j. Têkoşîn û Keftelefta Jinan: Jin di van çîrokan de bi xurtî li dijî neheqiyan derdikevin, şer dikin. Ji aliyekî de wek pêşeng û rêberan rê nîşanî mêran didin û di nav çîrokan de motîfa jinên tekoşer peyda dikin.

DI GOTINÊN PÊŞIYAN DE ANALÎZEKE ZÎHNIYETÊN JINPARÊZ

 Gotinên pêşiyan der barê rewşa jinan de gelek agahdariyên sosyolojîk pêşkêş dikin. Bi saya van gotinan mirov bi hêsanî dikare pêwendiyên jin-mêran, rewşa malê û jinan çêtir analîz bike.

a. Jin Kaniya Jiyînê ye: Ev gotineke pêşiyan e. Di van gotinan de jin bi anînan zarokan bûne nîşana bereketê, wan tam û lezeteke nû daye jiyanê. Ev gotin nîşan didin ku civat çawa rûmeteke xweş daye jinan û wan wek pîvan ji xwe re hilbijartiye.

b. Jin Wek Avakarê Malê: Di van gotinan de jî ne tenê avakarê malê, her wisa îdareya malê dike û diparêze. Jin berhev dike, depo dike û roleke nîv-aborî dilîze.

c. Cihê Dayîkan Tijî Nabe: Di gotinan de rêz û hurmeteke mezin bo dayikan heye. Cihê dayikan nayê dagirtin.

d. Wekheviya Jin û Mêran: Di gotinan de civatê timî wekheviya jin û mêran di ser her tiştî re girtiye.Tu carî mêr ji jinan ne hêjatir, bihêztir û jîrtir in. Her du cins jî wek hev in.

e. Motîva Jina Baş û Jina Xerab: Di gotinan de civatê her tim jina baş rûsipî kiriye, jina xirab rûreş kiriye. Bi taybetî jinên xebergerok, virvirî, zêde diaxivin yên xerab in.

f. Salên Keçaniyê: Civatê keç ji xerabiyê parastiye, nexwestiya navên wan xerab derkeve û rezîl bibin. Civatê xwestiye li pêşiya mêrkirinên bêdil raweste.

g. Şerê Bûk û Xasiyê: Di van gotinan de bêtir bûk û xwesû li hev nakin. Her çend xwesû neheq be jî, gelek caran navê bûkê derdikeve xerabiyê.

h. Neçariya Jinebiyan: Civat bêtir bi xerabî navê jinebiyan derdixe. Loma jinebî ji wî alî ve pirr ditirsin ku gumanek li ser wan çê bibe.

j. Protestoyeke li Dijî Pirrjiniyê: Di van gotinan de civatê zêdetir êrîş biriye ser zilaman ku ji yekê zêdetir jinan tînin. Hewî jî li hev nakin û jina dawî ji ya din bêtir nêzî xerabiyê ye.

k. Jin û Namûs: Jinên xirab ji aliyê namûsê de bi awayekî tûj hatine rexnekirin û wan bi navên heywanan ên wek dêlik, kelb, çêlek û hwd. dane binavkirin.

KURDŞOP
689 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!