Şûlikê, tasek avî rehmanê

Her ku min ji kesekî mezin dipirsî çawa piştî wê baran tê? Digot: Xweza pir dilbirehm e, û dema bibîne em tiştekî ji dil dixwazin, helbet pêk tîne.

Nûjîn Demir

Payîza îsal jî dest pê kir, dema serma û baranê jî hat, bi baranên pêşî yên vê salê re bîranînên ji salên kevin hatin bîra min, bîranînên baranê li gundê me dema em zarok bûn.

Gundê me li deştekê ye; Deşta Sirûcê, erdnîgariya vê deştê hinekî asê ye, erdekî hema hema dikarî bêjî zuha ye, ji 12 mehên salê ancax di wan du sê mehên zivistanê de ku Xwedê li me were rehmê tu hinekî şînatî û keskayiyê dibînî. Heya roja îro tê bîra min ku em li şînatî û baranê nedigeriyan ji bo em pê kêfa xwe bînin yan ji bo derdora malên me xweş bibe; bêguman ew jî hebû, lê derdê me yê mezin ew bû ku eceb îsal mûsima me dê bibe an na!

Çend şimbil erdên me hebûn, me jî weke piraniya xelkê wê deştê ceh û genim diçandin, û em her tim di xema wan de bûn, xwedê bike îsal mûsima me di erdê neyê gerandin!

Ji ber erdnîgariyê herêmê zivistanên me pir sar, bi qeşa û kêm baran in. Roja ku baran dibare li ba me dibe dawet û şahî, belkî xelkê vê herêmê bi qasî ku bi zivistan û baranê şad bûye ewqasî bi tiştekî din şad nebûye.

Zivistan werzekî balkêş e li ba me; bi xwarinên xwe, karên xwe, civat, çîrok… hwd. Lê ya herî zêde bala min dikişîne û ji zaroktiyê de jê hez dikim, şûlik e. Çi navekî balkêş e, ne? Belkî şûlik ji şilahiyê hatibe, ji xwe şûlik banga şilahî û baranê dike.

Şûlik yek ji baweriyên civakî ye di nav kurdan de, an jî ew ramanên ku civak pê bawer dike û ew kirinên ku têkiliya wê bi cîhana derve û ya derûniya civakê re heye. Bi vî awayî jî dibin adetên domdar ên civakê.

Bîr û bawerî li gorî civak, bajar û gundan tên guhertin, yan jî awayên wan tên guhertin, lê hema bêje li Kurdistanê hemî adet û baweriyên civakî dişibin hev. Ev yek ku tiştekî diyar bike jî, nîşana kevnbûna van baweriyan diyar dike.

Em vegerin ser şûlikê…

Ew bi xwe rêbazeke lava û duayên ji Xwedê re ye ji bo ku baran bibare. Di wan salan de ku hişkahî heye û baran dereng tê, xelk bi diyariyan derdikevin pêşberî Xwedê û daxwaza barîna baranê dikin.

Di van salên dawî de ev yek kêm bûye; lê tê bîra min dema em zarok bûn, heya berî demeke pir nêzîk jî, em derdiketin şûlikê.

Li ba kurdan ev adet pir belav e, li hin deveran tenê zarok derdiketin; lê li ba me jin derdiketin û me zarokan jî dida pey wan.

Rê û resmên taybet ji bo Şûlikê hene. Piştî ku roj diçû ava û di wan saetan de ku êvar kirasê xwe digirt ser malan, jinên gund li qada gund li hev kom dibûn, pîrejinek jî li kerê siwar dibû û diket pêşiya jinên din û zarok jî li dawiyê, karwanekî mirovan dida pey hev, em jî li nava malan digeriyan, di destên me de poşetên vala ji bo berhevkirina xêran û li ser zimanê me stran an jî marşa baranê hebû...

‘’Şûl, şûl, şûlikê

Tasek avî rehmanê

Ê rehmê li me nekê

Xwedê rehmê lê nekê’’

Bi van gotinan me li deriyê her malekê dida, xwediyê malê bi berhemeke ji xwezayê, birxul, xwê, rûn, hwd dida me û tasek av çeng dikirin ser me. Piştî ku gera li nav malan diqediya, em bi cilên şil û dilên tijî hêvî vedigeriyan, me ew berhemên xwe dibirin malekê û xwarinek jê çêdikir, bi hev re dixwar, di dawiyê de jî derpiyê jineke bî bi darekê ve dixist ku pêwîst e şevekê baran lê bike.

Çi qas kirinên ecêb in, ne! A ji wan ecêbtir ew e ku piştî her carê baran dibariya, û baweriya me bi rê û rêbazên civakî zêde dikir...

Her ku min ji kesekî mezin dipirsî çawa piştî wê baran tê?

Digot:

- Xweza pir dilbirehm e, û dema bibîne em tiştekî ji dil dixwazin, helbet pêk tîne.

Niha ji pişt pencereya mala me li derve temaşe dikim, dilopên baranê hûr hûr têne xwarê û mizgîniya zivistaneke bi xêr û bereket didin.

Ji xwe dipirsim:

Eceb kê? Û li ku derê!

Hinek derketine û bang kirine,

“Şûl, şûl, şûlikê

Tasek avî rehmanê

Ê rehmê li me nekê

Xwedê rehmê lê nekê”

KURDŞOP
1382 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!