Nasîna amûrên muzîkê – Beşa 7em

Dihol û zirna wek girîngtirîn amûrên kurdewarî, rola bingehîn di nav çand û kultûra mirovê kurd de dilîze.

Hawar Hewraman

 

Dihol

- Di nav zaraveyên kurdî de ji vê amûrê re dibêjin dawil, dewil û dihol.

- Ji malbata amûrên derbeyî ye, jenyarên diholê bi navên diholkut, dewilkut, dolengêw û diholjen têne nasîn.

- Di hemû çanda cîhanê de tê sûdwergirtin.

- Amûrek e ku digel zirnayê tê lêxistin û bi qas û qebarên cuda ji dar tê çêkirin.

- Asta teknîka jenyarî û rola amûrê di çanda kurdî de ji ya çandên kevnar ên cîhanê gelekî bilindtir e.

- Dihol û zirna wek girîngtirîn amûrên kurdewarî, rola bingehîn di nav çand û kultûra mirovê kurd de dilîze.

- Dihol ji van beşan pêk hatiye:  Kevane, çembere, pîst (çerm), werîs, mila werîs, gopal, darik û qawûş.

 

Kevane

- Her wekî kevana defê tê çemandin û bi şêweyê bazine tê çêkirin, lê kevaneya diholê hinekî pantir e.

­- Ji darên sorbî û gûzê tê çêkirin û stûriya wê 2 santîmetre ye.

- Kevaneya diholê di navçeyên Bakurê Kurdistanê de li gorî yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê pantir e. Di warê panatiyê de 20 heta 50 santîmetre ye.

- Stûriya bazineya kevanê ji 45 santîmetr heta 65 santîmetre ye û kevana dihola kurdên Xorasana Bakur bi helsengandin digel navçeyên din ên Kurdistanê piçûktir e.

Wêneyê    kevana diholê

Çembere

- Şaxeyek ji şitila dara bî ye ku li rex dara bî şîn dibe û bi sedema sawabûna wê bi başî tê tewandin.

- Piştî hişkbûna çembere, li dora ew alî û aliyê din yê kevanê tê alandin û ji aliyê serê yê kevanê ve tê girêdan.

- Bi birina pêş û anîna paşê ya çembereyê, pîst sist û tund dibe.

Pîst (çerm)

- Pîst her du aliyên kevanê didin.

- Bi giştî aliyê rastê yê kevanê “torax”ê (pîstek ku yê meşkê bûye û mast tê xistine) pîstê pez yan bizinê tê pêçandin.

- Piştî terkirina meşke yan hêvane, ji aliyê zik ve dibirin û li kevanê dialînin û bi ser kevanê de tînin.

- Pîstê aliyê çepê yê kevanê pîstê ajelên sawa yên mê ye (gîsik û kavir).

- Di îro de li cihê pîst ji “dilq”ê jî sûd werdigirin.

Wêneyê    dihola dilqî

- Pîstê aliyê rast yê diholê bi helsengandin digel aliyê çep stûrtir e. Dengekî wê yê gur heye, berevajî, aliyê çepê jî dengekî tûj heye, lewma divê pîstê wê naziktir be.

Werîs û mîle werîs

- Herdu çembere piştî vê ku pîst pê ve hate alandin bi ser kevanê de tê girtin û bi hevkariya bendik an werîs (ku bi destê jinan tê çêkirin) bi şêweyekî çep û rast tê qahîmkirin û pê ve tê girêdan.

- Dema ku pîst û çembere bi hevkariya werîs bi ser kevanê de hate girêdan, werîsek din li dora kevanê û ji navrastê re bi ser werîsê çep û rastê çembereyê ve tê kêşandin û jê re "mil werîsî"  tê gotin.

- Milê    werîs bi qulpikeke kanzayî ve tê girêdan û ew mil    werîs  pê tê ragirtin û roleke sereke di kokkirina amûrê de heye. Ger kevana diholê ji 50 yan zêdetirî 50 sante be du milên werîs pê ve têne lêdan.

Wêneyê    cihê ragirtina pîst bi ser kevanê û çemberê de û cihê alandina werîs

Wêneyê werîs û milê    werîs

- Hêjayê gotinê ye ku tenê li bajarê Sine pîstê amûra diholê, bi çembere û werîsê ve nayê peçandin û her wekî amûra defê bi çespê bi ser kevanê de tê paçandin.

Gopal û zop

-  Parçe dareke binaw an gûz û hwd e, bi dirêjahiya 35 heta 45 santîmetre ye û bi du cureyan tê çêkirin.

Gopal

- Ji darên hirmî, binaw û bî ku bi xweşî tê tewandin çê dikin.

- Pêwîst e sivik û destxweş be da ku jeniyar mandû neke. Tê safkirin jî, ji ber ku çermê diholê nedirîne.

- Cureyekî din ji şêwaza çêkirina gopal heye ku ji dara gûzê yan hirmî tê çêkirin, lê naçeme û rengê gopal dide.

- Ji xeynî başûrê Zagirosê (navçeyên Kamêran, Nawderwend heta Loristanê), tev navçeyên din ên Kurdistanê, ji bo lêxistina diholê ji gopal sûd werdigirin.

Zop

- Wekî rimb û zopê serê wê xir e û bi giştî ji dara hirmî û gûz tê çêkirin.

- Zop û gopal ji bo kutana pîsta aliyê rastê yê diholê têne bikaranîn da ku dengê gur û germ çê bike.

Wêneyê  gopal û zopê

Darik

- Dareke nazik e û ji darên gez, hinar yan badama çiyayî tê çêkirin.

- Darik li ser çermê diholê dilerize û bilind dibe, nayê firedan û naşikê û berdewamiya wê heye.

-Dirêjahiya darikê di navbera 40 heta 50 santîmetre ye.

- Di destê çepê de bi mebesta dengê tûj û herwisa kêmlêdan û herwiha ji bo rêzkirin û lêxistina dengên xweş ên diholê tê bikaranîn.

Wêneyê    darik

Qawûş

- Qawûş ji bo girtina amûrê li ser mil û lêxistina berdewam a jeniyar tê bikaranîn.

- Ji çermê ga bi dirêjahiya 110 heta 130 û panatiya 4 heta 5 santîmetre tê çêkirin. Ji qumaş yan paçe tê çêkirin.

- Herdu serên qawûşê bi du qulpikên kanzayî ku li ser kevanê hatiye kutan, tê vekirin.

- Bi giştî qawûşên amûra diholê bi sê cureyan tê bikaranîn    ku pêk hatine ji, ji rast ber bi çep an ji çep ber bi rast mîna trêna guleyan.

- Dixine mil.

- Li enîşk û mil dixin.

 

 Wêneyên hilgirtin û xistina mil a diholê di dema lêxistinê de

Milê rast bo çep

Xistina ser mil

Destê jeniyar

KURDŞOP
627 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!