Nan di ziman û kultûra kurdî de – Beşa 2yem

Li vir beşa 1em bixwîne

 

Leyla Nûranî

 

Nanê qelew (nanexepe)

Cure nanekî kurt û stûr e, “şore yan selmoke” (cure giyayek e) dixine nav û bi pêçandin li tendûrê dixin û bi rûnayî tê xwarin.

Nanê mezirge

Cure nanek e ku bi mezirge li tendûrê didin û beriya bê pêjandin jê dikin û hêkê pê ve disûn û paşê dipirşînin.

Têbînî:

Mezirge: Keresteyeke doşekî ye ku ji bo lêdana nanê li tendûrê tê bikaranîn.

“Tendûr dax dibe, ard tê bêjînkirin, hevîr tê tevlîhevkirin, girik tê çêkirin û bi şonikê li ser texte tê pankirin û li ser textepan tê danîn û paşê dadinêne ser mezirgeyê û li tendûrê didin”.

(Hejar, Dîroka Erdelan)

Nanşivan\ stûrî\ estûrke\

Cure nanaek kurt û stûr e ku bi rûnkirî dixwen.

 Nanşîrîn

Cure nanek e ji hevîr, lorik, rûn, kajîle û reşreşkan tê pêkanîn.

Nanşekir\ nanşekirî\ naneşekirîne

Nan an kolêreya şêrîn û her cure şêrîniyek.

“Dibêjin ji xweşiyan ti tiştek nehate bîra min. Wê şeva çûyî heta ku karîn kulîçe, baqlewa û nanşekir çê kirin û sê demjimêrên şevê mabûn ku çekme û gore kirine pêyê wan”.

(Xilederzî, beyta Birayîmok)

“Wegerê lew seferey boxatirî ew mihemedeyî eger be min û to emîne\ xo emin nemzanî deçêwe seferî lebot bikem têşû, peşmek û luqmeqazî û naneşekirîne”

(Hacî Sale Tewire: Beyta Las û Xezal)

Nannazik\ Naziknan

 Cure nanek e ku bi şîr û hêkê tê tevlîhevkirin.

Nanê Eshaban

 Cure nanek sêkuncî ye ku li ser sacê tê çêkirin.

Nan bazar\ nan bajar\ nanê ecemî\ nanê kiryarî

1. Ev nanê ku li nanxaneyan tê kirin.

“Çarege (çarege jinên deverên zaraveyên soranî dixine ser milê xwe) kîloyek goşt, kêmek rûn û birinc, piyaleyek mast û nanê bazar – ku em sê kesî pê diwestiyan – bavê wî nanê nîvro nebû ku min bi gencitî di restûranan de nan dixwar.”

(Hejar, Çêştî Micêwir)

2. Xwarin û vexwarinên xwaringeh û tiştên wisa: “Min qet ji nanê bazarê hez nedikir”.

Nanê malê/ Nanê berhema xwemalî/ Nanê kurdî

Nanek ji berhema navxweyî ku li tendûr an sacê dixin.

“Berçayî dû nanî gewrey xomaliyê jine dirûzan, ku her nane ciwanekanî sablax bû, demkirî û deçûme dukanî Fulî Mudemmes”

(Hejar, Çêştî Micêwir)

Nanê sêl (sac)

Nanek e ku li ser sac tê çêkirin.

“Yekêk nan dekird û yekêk liser sêl deybirjand. Nanî estûr û zerdûsûrî sêlî lelay rastî nankereke helçinabû”.

(Hesenzade, Hemedok)

Nanê Kakî

Nanek ku bi şîr tê tevlîhevkirin û li ser sacê tê çêkirin.

Nanê kizin

Nanê kizin. Kizin dibine aş û ji hev vediqetînin

Nanê dêmî (kêwîle)

Nan yan kolêreyek e ku bi ardê dêmî tê kirin

“Kêwîlem bi xoşawî kêwîley xwarduwe”

Têbînî: Dêmî (kêwîle) yan deqelaştewe, bi hişkî dikutan û ceh tevlî wê dikirin û di aş de ji hev cuda dikir.

Nanê lorikê

Nanek e ku lorikê di nav de dixin.

Nanê Beharû (nanê buharî)

Nanek ku ji ardê buharê tê kirin.

Nanê şîrî

Nanek ku bi şîr tê tevlîhevkirin. Xwarina pîr û bêdiranan e.

Nanê tendûrî

Nanek e ku li tendûrê dixin.

“Dengê mamepîre girr û wek kutik bû û her ku rûnişt buxçik ji pişta xwe deranî û vekir. Li nav buxçik çend naneke tendûrî û piyazeke mezin û komek penîr tê de bû”.

(Hesenzade, Hemedok)

Nanê şonikî

Nanek e ku girikên vî bi şonikê tê pankirin.

Nanê ceh\ Nanê cehîn

 Nanek e ku ji ardê ceh tê berhemanîn.

Nanê destî

Nanek e ku her bi dest li ser teşta herrî û nîveçemiyayî tê pankirin û şonik û mezirge tê de nayê bikaranîn.

Bawer

Nanê destçêkirî rewatir e, mêrik lêdana nan ango tepetepa nana dibihîze û tê jê dixwe.

Nanê genim

Nanek ku ji ardê genim tê kirin.

“Mey kûpeyek goşt û meze û nanî genim\ Ciwanê betenê le çîmenê bête kinim”

(Hejar -    Çiwarîneya Xeyam)

Nanê Herzin

Nanek ku bi ardê herzinê hatibe kirin.

“Min ke nemdexward pilawûgoştî xom\ Nanî herzin êste wek helwa dexom”

(Hêmin, dîwana Hêminê Mukriyanî)

KURDŞOP
755 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!