Nan
Hevîrê arê genim, ceh, herzin, Garis û tiştên bi wî awayî ku bi tenûr, sêl an jî dezgehên ewrupî dipêjin
Nan Patin
Pêjan, (Patina) nan
"Dema ku dayîka wê nan dipat, li hewîrê binê qoşxanê girkek hildigirt û naneke biçûk bo Hetawê dipat (Dipêja) (Hesenzade Hetaw 39)
Vekirina Nan / Tîrok lêdan
Dema ku bi riya tîrokê girika hevîr pehin dikin (Vedikin)
Nan Pêwedan / Pêvekirina Nan
Dema ku bi mezirkeyê hevîrê ku hatiye pehinkirin (Vekirin) bi tenûrê ve dixin.
Nan Çûn / Ketina Nan
Dema ku nanek an jî beşek ji nan, xwe bi tenûrê ve nagre û dikeve nava tenûrê, hin caran ji ber ku hevîr bê xwê ye an jî tenûr sar e wesa dibe.
Nan Dan
1 - Erda ku berhemê wê baş be
"Şukir ew erda nan dide"
2 - Kesê nan dide: Deriyê wî bo mêvanan vekirî ye
"Ti caran wesa bûye ku tu mêraniyê bikî, nan bidî xelkê / qet ti caran jî wesa bûye ku ewqas bê rehim bî/ serê 12 birayan bibirî lê li ser sifreya (destexaneya) xwe deynanêy." (Beyta Kake Mîr û Kake Şêx)
Le Nan Bûnewe /Dawîbûna pêjana nan
Dema ku karê patin (Pêjana) nan bidawî dibe
Landik (dergûş)ê dûkel dikir, Nanpêj ew derxist, avête ser girekî, dema ku çûye male ew avête ser pirekê careke din bû dendika hinarê". " Xecê Nan Nexor – Serbihora Dendika Hinarê"
Hatine Nan
1-Amadebûna tenûrê bo ku nan têde bipêjin. "Tendûreke hatowte nanî be rêkewîn"
2-Dema tirişbûna (hatina) hevîr bo ku nan pê bipêjin "Dexlê Spî nan lê nayê"
Cureyên Nan
Nan Tîr
1-Hevîrê wê bi şîr tê kirin, nivîşkê dixin nav hevîr, şidanî (Reşke)tê dikin û bi sêlê dipêjin
"Nasik penîr dike, Naz Hevîr dike/ Kalê nan tîrok dike" (Dîwana Hêmin Mukiryanî – Hêmin)
2-Ew nanê ku nanpêj girikan bi tîrokê vedike (Pêlhevîr) dike
Têbînî
Tîrok, Dareke zirav û xire ku girikên hevîr pê vedikin / Pêlhevîrkirin
Nan Sacî/Nan Şiklî/ Nan Sêl
Nanê ku bi sêlê hatibe patin (Pêjan)
"Yekê nan dipat/ yekê li ser sêlê dipêja, nanê stûr û zer û sor yê sêlê li milê rastê nanê nivîşkê hatibû danîn" (Hesenzade – Hemedok – B 1)
Nane Tepî (Tep Tepe)
Nanê bi dest hatiye pehinkirin ku piranî bi sêlê dipêjin
Nane Beste
Cureke şêrîniya hişk û nazik û biçûk ku ji ar û şekirê tê çêkirin. Bîskewît
"Ev serê biçûk ji piştê ve raste rast bi yek perçe dihate xwarê heta digihaye ser stûya wî, lê li pêşiyê ve, serê wî weke Nane Beste dihate nav çavên wî ku tebiqî bûn û ji nîşkive pehin dibûn" (Hesenzade , Dane Çermû)
Nan Panke
Naneke stûre ku bo tirîta rûn dibe (girde)
Nanê Penîr
Naneke weke Kelane ku li şûna pincar û pîvazan penîr dixin nav de (Li Başûrê Kurdistanê jêre dibêjin Kulêre Be Penîr)
Nane Çewre- Nanê Rûn –Kade
Naneke stûr ku bi rûn hatibe pêjan (Kade)
Bawerî
Kade li cem bûkê datînan, her zarokek çûba cem bûkê re derbas biba pirtiyeke wê kadeyê dida zarokan
Nane Xire – Kûte
Naneke stûre her ku pîçek ji hevîrbûnê derket, ji tenûrê derdixin û dikin tirîta rûn
Nanê Xir – weke Kûteyê ye
Naneke stûr û biçûk û baş nehatiye pêjan, ku rûn lêdidin û dixon