Felsefeya dîlan û govendên kurdî - Beşa 3yem

Keyhan Mihemedînijad


Govenda kurdî beşek ji dîroka gelê kurd a nehatî nivîsîn e. Di nav wan govend û dîlanan de sedan karesat û serpêhatiyên cur bi cur hene ku belkî beşek zêde ji wan nehatibine gotin.

Wek çawa gelek caran netewa kurd bi sedema bindestî û serkutê nekariye gelek ji rûdaw û bûyerên xwe yên dîrokî binivîse, lê kariye bi dahênan û afirandina curek ji govendan, wan bûyeran bi zimanê dîmen û hest nîşanê netewa xwe bide.

Govenda “Qember Yeman”ê jî yek ji wan dîlan û govendên kurdî ye ku bi rastî felsefeyek taybet bi xwe heye.

Qember Yemanê yek ji wan dîlanan e ku ji beşa Şêxanî tê hesibandin û felsefeya vê dîlanê vedigere bo serdemekê ku çend hevlek çûne bo geş û seyranê û di dema zivirandinê de befr û bager rabûye û rê ji wan hatiye xelitandin û her çiqas geriyane, cihê mebest peyda nekirine û car din zivirîne ser cihê xwe.  Ger mirov mêzeyê dîlana Qember Yemanê bike bi ciwanî tê xuyakirin ku ji her çar aliyan ve dîsan dizivirine ser cihê xwe yê destpêkê. Di çîroka vê dîlanê de hatiye ku    ev kesên han ku di dawiyê de vegeriyane malên xwe û ji derî xistine û ji malbat û xîzanên xwe re gotine ku derî vekin em peritîn; di beşek ji helbesta vê de jî wiha hatiye: “Qember yemanê qember yemanê şevê din ez ji rê xelitîm û derî veke ez peritîm”.

Gelek dîlanên kurdî jî hene ku li ser miriyan bi rê ve diçin ku yek ji wan dîlana “Şenge” ye. Govenda Şenge li bajarên bakurê Rojhilatê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê bi rê ve diçe û ev govend    li ser miriyan diçe û hekî em mêzeyê helbesta vê bikin, dibêje “hey şenge şenge, Şekir Axa şeng e, kuştina mîrê sor li eşîretan de deng e”, lewma xelkê ev dîlan    li ser mirina mîr kirine.    Tê zanîn dema ku mîrek kuştine xelkê gazinde li Şengê    kirine. Şeng kesek şox û şeng bûye ku mîr kuştiye û xelkê jî gilî û gazine jê kirine û jê re gotine, “te çima ev yeka zilm    kir û mîr kuşt”? Îcar bûyera  kuştina mîr ji aliyê helbestvanan ve ku diyar jî nîne helbest ya kê    bûye û bi dahata gel tê hesibandin, vehûnandine û piştî gotina helbestê govend li ser mîr hatiye kirin.

Dîlan û govendên kurdî yên ku min felsefeya    wan behs kir, bi rastî gelek in û mirov nikare yek bi yek di gotarek wiha kurt de behsa hemûyan bike, ev yeka tenê berçavrohniyek li ser dîlanên kurdî ye ku em wek netewa kurd nirx û girîngiya dîlanên xwe yên tejî felsefeyî bizanin. Yanî di rastî de dîlanên kurdî hem bezim û hem jî rezim in. Çimkî hin dîlanên kurdî hene ku bi awayê rêjeya serbazî ne û mirov dikare mînaka wan jî dîlanên wek “Qember Yemanê, Yarpêdar, Ekmelî, Narê û…hwd” bîne. Em dikarin bêjin dîlanên kurdî hem bezim in û hem jî rezim in.

Eger em bixwazin helsengandinekê li ser dîlana kurdî û dansa cîhanî bikin, em dikarin bêjin taybetmendiya herî mezin di dîlanên kurdî de ev e ku zêdetir ji sed kesî dikarin di destê hevdu de govendê bikin, lê li ti yek ji welatên cîhanê ew dawetane nînin; di dansa cîhanê de tenê yek kes yan jî du kes dikarin dîlanê bikin yan jî dansê bikin, lê di govenda kurdî de em dibînin ku zêdetirî 100 kesî dikarin dawetê bikin. Taybetmendiyeke din jî ev e ku her dîlaneke kurdî stran û helbesteke taybet bi xwe heye yanî hunerek li piştê wan dîlanan e û tevî hebûna hunerê, dîrokeke tijî ji serhildan, şikest, keftin û rabûn û qehremanî li pişta wan hatiye veşartin û bi rastî ji erd û esman cudahiya wan digel dîlanên cîhanî heye.

Dîlan û govendên kurdî bo gelê kurd ew deng, çîrok û biserhatî ye ku bi sedema bindestîbûn û berdewamiya sepandina şer bi ser gelê kurd de, kariye bi nimayişkirina tabloya govend û dîlanê û bikaranîna awayên cuda yên neaxaftî bo nifşa nû bi zîndî bihêle.

KURDŞOP
667 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!