Xwazbînî, di çanda kurdewarî de

Ger kesek an malbatek û eşîrek bixwastina li gel mal an tayfe an eşîreke din xizmatî pêk bianîna, û daxwaza keç\jina wê malbatê dikirin û diçûn bo xwazigîniyê.

Leyla Nûranî

Xwazgînî

Xwazgînî kirin ji keç an jinê dibe: Hevterîb çûna pêş û daxwazkirine.

Çend Axa an jina Axa, xizim û nasyaran dişînin mala keç\jinê û daxwaziya malbata kurê wan ya bi mebesta dawetê ji wan re radigihînin.

“Ebdulezîz 3`ê kurên wî yên bi navên, Seydevan, Melikevan û Nîçirvan hebûn. Elî Begê Dasin jî keçeke pir bedev hebû. Bo xwazigîniyê hejmarek Dasin birin”.

(Hacî Sale Tewire: Versa Seydevan)

Bawerî

Şekirê bide te û bibînî xwazîgîniyên te tên. (Ji keç û jinan re tê gotin)

Xwazgînîkirin

“Birahîm ji min ra got: Ez nikarim herim cem Mîr û xwazigîniyê bikin.”

(Hêmin, diyariya Mizifriye: Versa Biraymokê)

Xwazigînîkirina ji kesekê

Xwazigînîkirina keç û jinê.

“Min xwazigînî jê kir û me li hev kir. Min Meisûme keça Hemeyê Nobarim mare kir.”

(Hejar, Xwarina Micêvir)

Şandina xwazigînîkirina bo kesekê

Şandina kes an hin kesan bo xwazigînîkirina keç\jinê.

“Bi eşkere bê vê ku kena min bê: Îşev min bişîne bo xwazgîniya çi tiştekê?”

(Emîrî, bi saxî razê)

“Dev ji şer ber dide û dişîne bo xwazigîniyê û xanima xaniman_Ku keça Walî bûye_Mare dike”.

(Hejar, Dîroka Erdelan)

Xwazigînîxwaz

Yên ku diçin bo daxwaziya keç an jinê.

… “Civîn hat lidarxistin û daxwazkar wir in, çiqas ber xwe didim rûyê min nagirin bi tena serê xwe herim, şandin Pênc keç û Du ser sipî anîn. Îca Asiya Xan digel wan hundirê civînê de bû”.

(Ehmed Lutfî, versa Zeynal û Goxekil)

Nîşankirin

Ger xwazigînî li hev hat û di navbera jinên Axayên mala buk û zava de civînek tê lidarxistin û parçeyek zêr, xelat pêşkêşî bukê dikin û dibêjin ewa me nîşan kir. Piştre Axa û ser spî, marekirin û roja marekirinê dest nîşan dikin.

Nîşankirî

Ew keç\jina ku li derheq wê de hatiye axavtine ku di gel yekê bizewice, lê hîn nehatiye marekirin.

Marekirin

Ew civîna Axa û jinên ser spî û meriv û xizmên nêzîkî mala bûk û zava hundir amade ne û mela tînin û bûkê li gor şerîeta Îslamê li zava mare dikin. Wê rojê bûk ji aliyê mala zava û xizim û kesûkarên nêz bi zêra tê xemlandin.          

Edet

Bûk çarşega spî li xwe dike û jineke bi temen a xizmên wê digel wê hundirê odeya marekirinê dibin, ew jina ji xizim û bawer pêkiriya mala bûkê ye.

Bawerî

Eger bûk hat marekirin, çarşegê li her keçekê kir, piştî wê ew dibe bi bûk.

Berê li odeya ku bûk hundir de dixemlandin û jina telaqdayî(berdan) û bêbext.

Jêra rê nedabûn û digotin biyoma wan baş nine.

Her kesek di dema marekirinê de çîtika destmalê an bi soranî girê bide an wî demî bextê bûk an zava tê girêdan.

Dua

Di dema xemlandina zêran de ji buk û zava re dibêjin:

Bi hevre kal û bextewer bin.

Text û bextê we rêk bikeve.

Ji we pîroz be û poşman nebin.

KURDŞOP
900 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!