Di çand û hizir û baweriya Kurdî de Av - Beşa 1

Av, bi taybet av a kanî û çeman xweyê heye û dema ku di derengiya şevê de herî ser avê jîndar dibî. Xwediyê avê kincên spî li ber in û esmanê di nav lingên vê de xuya ye. Demaku di dema şevê de herî ser avê dibe bibêjî: “Xwediyê dar û kaniyan \ avê dibim bo avedaniyê.”

Leyla Nûranî

Bawerî

Av, bi taybet av a kanî û çeman xweyê heye û dema ku di derengiya şevê de herî ser avê jîndar dibî. Xwediyê avê kincên spî li ber in û esmanê di nav lingên vê de xuya ye. Demaku di dema şevê de herî ser avê dibe bibêjî: “Xwediyê dar û kaniyan \ avê dibim bo avedaniyê.”

.*Ava avdestê gunehan paqij dike.

.*Ava şevê neherike nav kaniyê, ev gazina li xwedê dike.

.*Wê bo meşkê av dianîn da ku meşk baş be.

.*Av a ku heft pişkil nav de bin qirêj nabe.

.*Yê ku di nav avê de bixeniq e, şehîd e.

.*Babaqetar tişteke başe li gundê Xorasan a Mukriyanê, aveke ku kesek vê vexwe koxika wî\ê baş dibe û ti carî jî Mar wî\ê venade.

“Gerîna çerxa bineciha Melekê\ Aşê Şêx Babaqetar hewce ye\ derdikeve li siya daran\ Çareye bo koxika tund û bo Mar an”

(Hejar: Bo Kurdistanê)

.*Ji bo ku xewna kesekî ya nexweş dîtibe jinav biçe û betal be xewna xwe divê ji bo  avê behs bike.

.*Kuştina Pereslêrkan heram e, ji ber ku dema ku Hz.Îbrahîm havêtin nav agir, wê bi dimikê xwe çareseriya avê bo dikir.

.*Ger zarok qebiz bibe an çile çû, dibe çil qedeh bi tasa çil kilîd avê pêda bikî.

.*Zaroka sawa bi ava sar dişûn heta ku qahîm be.

Derman

.*Ava sûrsûrikê “wek perperikê ye” biparzinî­ û di nav çavên xwe de bikî bo êşa çav başe.

.*Demaku Kullo dihat xelk diçûn bo Hacî Mamiyan û av dianîn û li dor zewiyê paqij dikirin û av lê direşandin. Xizay bi avê re dihatin û wir jî digel kuloyan tevlîhev dikirin û qiranî dixistin nav de.

.*Dema ku av hundirî guhê wê dibe kevirekê li ser guhê wê dadinên û bi kevireke din jî li kevir dixin û dibêjin: “Mijmije! Av guhê min bimij e. Tepale! Av guhê min paqij bike”

Xewn

Av ronahî ye, dema ku ronî be baş e, dema ku şêlû be xirab e.

Lîstik

Tembelê Bexdayê ye\ Ava tirimpayê ye\ çêrrik xet rinde

Wêna zarok bi zarokên tembel (tembelê şixûl an dersê) re dibêjin

Şere av

Lîstika avê ji hevdakirina bi şûşe û tunge û tiştên wiha re, an di nav çem û gulê de û di dema avjenî kirinê de.

Mamik

Avê vexweyî dimirî

Bersiv: “Avrû”

Aliyê din yê vê gulolik e, nîveka vê bi hinkatiya dil e

Bersiv: “Şerrenîxkirina avê”

Bi şev û bi roj dimeşe û ti carî narazê

Bersiv: “Av”

Tendureke ku gire, bin agir de aman heye\ nîva ava vê mar tê de ye

Bersiv: “Çira”

Mizgefta Çarme mêhraba vê ave, dema ku vê rakî mejiyê te tewave

Bersiv: “Masî”

Şîret

Av te bibe ji pira namerdan re derbas nebe\ bi avê re derbas bibe\ her bi pira namerdan re derbas nebe

Wate: Di ti şert û merc û rewşekê de tevlî namerdan nebe.

“Ji pira namerdan re derbas nebe\ bila tozkulîlk te li vî alî tazî bike” (Pîremêrd)

Dema ku av hat bizane çavkaniya vê li kuderê ye.

Wate: Tevlî her kesî bûyî wî\ê nas bike û bizane kesûkarên wî\ê kên e.

Avê bigire dê te bibe bo avedaniyê

Wate: Ev cihê ku av hebe, avedanî jî heye.

“Her cihê ku av hebe avedan e\ dêmkar û cotkirin keda wî bi cihe”

“Pîremêr”  

Kaniyek ku te av jê vexwar keviran nehajê nav

Wate: Başiyê bi başiyê bersiv bide û bê ked nebe.

“Carekê te av li kaniyê vexwar\ keviran nehavêje nav tu însanî”

“Mela Xefûr”

Kaniyek ku tu avê jê vedixwey, kevir dihavêjî nav

Wate: Yê ku xwediyê başiyê bû, başiyê digel bike herçend ku kêm jî be.

Mînak

Av avedaniye.

Demaku av zêde ma genî dibe

Wate: Bo xort û qîzên biyanî an kesek ku zêde bi mêvanî li cihekê dimîne jêra dibêjin. (Wek goşt dema ku zêde ma genî dibe)

Av li cihê xwe de diherike

Wate: Her tişt diçe ser esas û bingeha xwe. (Wek giya li ser bingeha xwe şîn dibe.)

Av li avedaniyê derbas dibe

Wate: Ji yekê re dibêjin ku zêde avê vedixwe. Wate zikê te avedan e û têr bûye bi qasî ku avê vedixwe.

Av ber bi jorê re naherike

Wate: Ji bo bi guncaw nezanîna karekê, deh kar tê kirin. “Wekî ku tu dibêjî ti carî nabe, ka av ber bi jorê re diherike?”

Av bi bê baranê zêde nake

Wate: Bi bê dahat paşkeft nabe. (Mezaxta te 9 be dexila te 10 be.)

Av diherike û xîz bicih dimîne\ av diherike xîz li cihê xwe de dimîne

Wate: Neheqî diçe û heq dimîne. “Zilam nabe dev ji hevalê kevin berde\ av diherike xîz bicih dimîne”

(Mela Xefûr) Berdwamî heye …

“Çavkanî: Ferhenga devkî ya Mukriyanê, Selah Payanyanî, beşa yekem”

KURDŞOP
658 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!