Şîn û taziye li navçeya Mukriyan a Rojhilatê Kurdistanê

Di nava jiyanê de gelek xweşî û nexweşî bi ser mirovan de tên, karvedana mirov li hember wan bûyerên xwezayî û çêkirî, dibe  bingeha reftar û helwêst û dilxweşî û aciziya wî û dubarekirina wan karvedanan dibe dab û nerîta civakê

Şîn

Kurdshop - Di nava jiyanê de gelek xweşî û nexweşî bi ser mirovan de tên, karvedana mirov li hember wan bûyerên xwezayî û çêkirî, dibe  bingeha reftar û helwêst û dilxweşî û aciziya wî û dubarekirina wan karvedanan dibe dab û nerîta civakê.

Li Mukiryanê dema ku kesek ji malekê dimre, serxweşî (taziye–Şînê) jêre digirin. Edet û deba Mukiriyanê pir taybet û cûda ye. Roja ku nûçeya wexerkirina kesekî dihat, her kes diçe mala xwediyê mirî. Ew dibirin mizgeftê dişûştin û xelat dikirin (Kifin dikin) û amade dikirin ku bibin û teslîmî axê bikin. Kesên diçûn ku gorê amade bikin û mirî veşêrin, gelek dem ji bo wan pêwîst bû, ji ber wê Balolkên helwayê (Helwa xwarineke taybeteke ku dema şînê de çêdikin û şêrîne- ew di nava nan de weke lefeyên taybet çêdikirin ku jêre dibêjin balole ya balolk) bo wan datînan ku jêre digotin Kade yan Kadeya Miriyan. 

Heta sê rojan merasîma sersaxiyê dihate danîn, li devera Mukiryanê û bi taybet di nava eşîran de berûşên mezin datîna û (Xim – rengê reş ê taybet bo sersaxiyê)

Not( Xim bi giştî ev boyaxe ku tê amadekirin ku rîs û benên ku ji pez hatiye amadekirin pê reng bikin û bikin cacim-  bo sersaxiyê piranî Ximê reş an jî şînê tarî hatiye amadekirin)

Jinan desmal an jî çaroke (Desmala ku jinên Mukiriyan bi ser pişa xwe û li ser cilên kurdî de li xwe dikin) bi vê ximê reş dikirin û zilaman jî şûtik an cemedaniya xwe pê reş dikirin.

Di nava edebiyata devkî ya Mukiriyanê de ku weke heyran û dua bo lorandina di nava sersaxiyê de ye dibêje "Serşîn" weke mînak dibêje "Serşînê , Qelenderê Babin Wêranê  wate – mala bavê te xerabe egîta serşîn) bo kesekê dibe ku bo taziyê desmala şîn bi ser xwe daye.

Yan dema ku nifir ji kesekê dikirin digotin "Îşala ez ê te bi serşînî û dileke bi kovan bibînim – Rebî serşîn û dil bi xem bî)wate cilên reş li xwe bikin û ezîzê we bimre.

Li Sablaxê desmala hewrî (Li devera Urmiyê dibêjin Ebrî) ku textê wê reş bû gulên binevşî têde bûn li xwe dikirin. Eger kesek bi temen ba ebriyek weke e`ba û çarşewan li xwe dikir. Berê kesê bo demeke dirêj cil û bergên reş li xwe nedikirin û digotin ew cil û bergên dujehiyane.  Yan hin kes hebûn ku (Kwên – cilûbergê kevin ku ne ji qûmaş be – ji benê Rîs) li xwe dikirin ku beşek bû ji rise Tawill (Tawill  – ev rîsê taybete ku bo çêkirina konên mezin tê amadekirin- Cil û kincên bi telîsê rîs) li xwe dikirin.

Gelek kesan di nava sersaxiyê de (Pêsîr û Berçêla) xwe didirandin û rûyê xwe dişimitandin û bi ser miriyê xwe de dilorandin. Tevî ku piraniya jinan di vê baweriyê de bûn ku girya bi dengê bilind gunehe û xezeb bi ser wan de dibare, lê hin jin hebûn ku dengê wan xweş bû û bi taybetî di nava şînê de dilorandin.

Xemlandin

Mala xwediyê mirî bi taybet eger mala Axa yan hevjîna axa be bo dema sê rojan daholek dixemilandin cil û kincên xweşik lê dikirin û li aliyê jûrîn ê dîwanxane yan odeya mêran datînan, şînger (kesê ku di nava sersaxiyê de dilorîne) dihat li cem wê rûdinişt û merasîma taziyeyê birêve dibir bi ser de dilorand û kesên li meclîsê amade bûn bi dengek bilind digiryan. Piştî sê rojan cil û kinceke nû jêre dikirîn û hin pere didane wî û birê dikirin) Jinan di nava sersaxiyê de zêr û zîvên xwe jêvedikirin û heta ku taziye temam nebe wan li xwe nakin, pora xwe hene(xene) nakin, çavên xwe kil nakin û mûyên rûyê xwe paqij nakin. Piştî ku 3 roj temam dibûn diçûne ser qebran û êdî taziye temam dibû.

Şîngêr

Jinên ku di nava taziyê de bi ser miriyan de dilorînin û piranî dengê wan xweşe. Her mala ku sersaxî hebe ew diçin û dilorînin

Pêşmeytane

Dema ku xelk ji veşartina mirî li ser goristanê vedigerin, mala xwediyê mirî, şorbe (li başûrê Kurdistanê dibêjin Teşrîb) ji bo wan kesan çêdikirin ku li ser goristanê vegeriyane.

Germegor

Dema ku miriyek dimre xelkê gund xwarinê çêdikin û li ser sêniyekî (Sînîyeke mezin) dişînin mizgeftê, dema ku xwarin bidawî dibe mala xwediyê mirî şorbeyekê çêdike û tasekê li ser her sêniyekî datîne ku jêre dibêjin Germegor

Hin nifir hene li Mukiriyanê ku taybet in weke mînak

Pêşmeytaneket tacîyêkî ler bê

Wate xwarina te ya (Pêşmeytane) tajiyeke lawaz be

Germegoreket segêkî ter bê

Wate xwarina te ya Germegor kûçikekî şil be

"Seyîd Hisên Resûlî"

Kollêreyî Mirdwuan = KadeyaMiriyan

Ew kadeya ku ji ber mirina kesekî tê patin û bo wan kesan amade dikin ku gora mirî dikolin û wî çal dikin.

Kwên Le Ber Bî – Cilê Taziyê li ber te be – wate kesekî te bimire

Wate herdem taziya te hebe û  dil bi kovan bî

 

KURDŞOP
801 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!