Li Kurdistanê kevneşopiya Kosegeriya sersalê

Kosegerî rê û resmeke kevnare ku di serdemên kevnar yên Kurdan de heta roja me ya îro jî li hindek cîh û herêmên  Kurdistanê hîn jî berdewame

Şadî

Kurdshop – Hindek mijar yên di derbarê çanda mirov a netewî de hene ku divê zû neyên ji bîr kirin. Ji ber ku bi bîrkirinê, êdî ew çand ji nav diçe û weke kevneşopiyeke dîrokî jî namîne. Ji ber wê jî divê tiştên çandî yên di dîroka mirov de hertim zindî bimînin, ji bo ku winda nebin. Yek ji van kevneşopan jî rê û resma Kosegeriyê ye.

Kosegerî rê û resmeke kevnare ku di serdemên kevnar yên Kurdan de heta roja me ya îro jî li hindek cîh û herêmên  Kurdistanê hîn jî berdewame. Ev rê û resme, kevneşopiyeke ku bingehê xwe ji serdema  zerdeştiyan de  ji aliyê Kurdan ve  weke kevneşopiyekî berdewam kiriye. Herwaha kurd bi taybetî gelê me yê Êzidî vê  kevneşopiyê weke cejna Xidir Nebiyê Îlyas  bi nav dikin.

Kose bi 2 şêwazan hatiye bi rêxistin vê gavê jî bi 2 şêwazan tê pêk anîn. Şêwazeke  wê  ji bo sala nû ya zayînî ango ji dayîkbûna Hezretî Îsa Mesîh de weke cejina (christmas)ê tê pîroz kirin, ku jê re  dibêjin’’father christmas’’. Şêwazê wê yê din  jî ji bo sersala kurdî ango di newrozê de tê piroz kirin ku ji sala kevin, derbasî sala nû bûyîne re û jê re gera Kose tê gotin. Bêguman divê di vir de em ji bîr nekin ku ev rê û resma Kosegerî, ya bav û kalên Kurdane ku di dirêjahiya dîroka me de her hebûye ku herkesî bi şêwazê xwe, ango xelkên din jî li gor xwe kirine û kirine ya xwe.

Di sersala zayînî de kose ku jê re dibêjin ‘’ Father christmas’’, li malan digere û  diyariyan pêşkeş dike.

Di sersala nû ya Kurdan ango Newrozê de ku weke xêr û bereketê tê dest girtin, Kose li malan digere, mal jî genim, nan, şekir û her wekî din tiştan weke diyarî û weke bereketa malê ya sala nû pêşkêşî Kose û kesên li gel wî dikin.

Ev kevneşopî her çiqas di civaka me de kêm bûye jî lê ji aliyê navendên hunerî de bi rêka şanoyan di dema derbas bûna sala nû de tê zindî kirin.

Dema ku sala nû tê, bi rêka şanoyan ev kevneşopî tê bi bîr anîn û nûjen kirin. Wekî ku me behs kir, di şanoyan de jî dema komek xwe amade dike û derdikeve ser dikê, ji aliyê çend kesan ve gera Kose dest pê dike. Du zilam ku yek ji wan xwe dike jin, yek jî her Koseye,(weke bûk û zava) ku dema dest pê dikin, di serî de li gor çîrokê jina Kose tê revandin, şer çêdibe û dûre aştî pêk tê û xelik Kose digrin nava xwe û xwarin-vexwarin û diyariyan pêşkêşî Kose dikin û herwaha Kose jî bi heman şêweyî diyariyan pêşkêş dike. Li gor gotinan di dema berê de jî Kosetî hebûye û her di wê demê de jî du zilaman ev rol leyîstine û jin tê de tine bûye. Ango ne ji ber tiştekî cuda ye ku jin bi xwe rol naleyze, her di berê de jî bi vî rengî, Kose du zilam bûne lê hertim yekê rola jinê girtiye ser xwe.

Herwaha tê gotin ku li hindek cîha dema keç û xortekî ji hevdû hez kiriban, ji ber ku Xidir Nebiyê Îlyas weke mirazan hasil dike ango bicîhtîne tê destnîşan kirin,  keçan sêniyeke mezin tijî ardê qelandî dikirin  û datînan ser qatên nivînan ku eger nîşaneya linge hespê Xidir Nebî tê de diyar bû, wê demê mirazê wan keç û xortan hasil dibûn. Ev hemî jî Kurdan di destpê kirina sala nû re pêk anîne ji ber ku sala nû, bi xwe re nûbûn û xêr û bereketê tîne. Dibe ku ev tenê mîtolojiyek be, lê divê em jibîr nekin ku mîtolojî şêwazê fikirandina herî serekî ya mirov e, ku civakê weke baweriyekî girtiye dest û jê bawer kiriye. Lê dema mirov van çîrokan guhdar dike, dibîne ku herkesî çawa ji kurdan sûd wer girtine û li gor xwe nav lê kirine. Weke mînak ’’father christmas’’ a Ewrupiyan ku di sersala nû ya Zayînî ku ‘’Christmas’’ tê gotin de,  bi heman şêwazî, Father Christmas diyariyan pêşkêşî xelkê dike. Ev yek ji kevnaşopiyên Kurdane ku di roja me ya îro de bi awayekî cuda ji aliyên welat û netewên cuda yên cîhanê  ve tên pêk anîn.

Herwaha li Îranê jî ku herçend sala wan ya nû jî di Newrozê de tê pêk anîn, ew jî ango Fars jî li gor xwe rê û resma Kose geriyê bi navê ‘’ بابا نوروز و ننە سرما’’ ango bavê Newrozê û Pîrika sermayê tê binav dikin.

Ji ber ku Kurd û Kurdistan neteweke gelekî kevnarin, bêguman ev kevneşopiyên bi vî rengî hemî jî yên Kurdane ku ji aliyê gelek netewan ve li gor kevneşopiyên xwe tên dest girtin. Wekî mijara Kosegeriyê gelek mijarên din hene ku ji Kurdan hatine wergirtin. Ya girîng ewe ku em xwedî li çand, huner û kevneşopiyên xwe yên resen û dîrokî derbikevin.

KURDŞOP
827 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!