Bêhzad Qadirî
Rêkefta 7ê Çileya 2024an, duyemîn rêûresma bexşîna xelata “Zara”yê ji aliyê Saziya Kultûrî ya “KURDSHOP”ê ve bi amadebûna nivîskar, rewşenbîr û kesayetiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê, li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bi rê ve çû û xelat bi xatûn “Emîne Emer” a nivîskar û wergêra naskirî ya Rojavayê Kurdistanê re hate pêşkêşkirin. Ev xelate sala borî û piştî girtin û sepandina pênc sal girtîgeh bi ser xatûn “Zara Mihemedî” a mamosteya zimanê Kurdî ya xelka bajarê Sineya Rojhilatê Kurdistanê, bi navê vê mamosteyê û bo tekezîkirin li ser mafê zimanê Kurdan hate ragihandin û bo cara yekê pêşkêşê Navenda Çandî-Hunerî ya “Vejîn”a Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê hate kirin. Herwisa biryar e ku ev xelate her salê bi kesek yan navendeke Kurdî re li her çar parçeyên Kurdistanê bê pêşkêşkirin ku bi şêweyekî berçav û bandordar xizmetê bi ziman û kultûra Kurdî dike.
Min behsa danasîna vê xelatê kir, da ku ez bestênekê biafirînim ku li ser komek ji balkişandinên girîng ên vê xelatê û keşa birêveçûna vê rêûresmê di îsal de bikim, herwiha behsa mijareke girîng bikim, ew jî têkoşîna ji bo nasnameyê ye.
Min pê xweş e ez her ji destpêka rêûresmê ve dest pê bikim. Bi sedema wê ku ez bi xwe di vê rêûresmê de beşdar bûm (beriya destpêka rêûresmê), min bi hûrî gelek rehend analîze û berçav girtin. Ewa ku her ji destpêkê ve giraniya rêûresmê û xelata wê nîşan dida, beşdariya komek ji kesayetiyên akademîk, wêjeyî, rewşenbîr û siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê di rêûresmê de bû.
Bi watayeke din, balanseke ciwan di navbera beşên Kurdistanê de hatibû ragirtin û eva nîşanderê wê yekê bû ku rêûresm tenê bo parçeyeke Kurdistanê nehatiye astengkirin û Saziya “KURDSHOP”ê jî bi bîrek nîştimanî ve û di bestêneke berfireh de çalakî dike ku xwedê bexşîna xelatê jî bi kesayetiyeke Rojavayê Kurdistanê rê mijarê diselmîne. Herwisa amadebûna kesayetiyên her çar parçeyên Kurdistanê di vê rêûresmê de wê yekê dibêjine me ku KURDSHOP dixwaze keşeke nîştimaniya wisa biafirîne ku derfetê ji bo kesayetên Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê çê bike ku nêzî hev bibin û bixe bîra me ku xebata me hemûyan a ji bo nasnameya Kurdistanî, yek xebat e û yek armanc li pişt wê ye.
Rêûresm li salonekê ku bi alaya pîroz a Kurdistanê hatibû xemilandin, bi sirûda netewî ya Ey Reqîb û ragirtina xulek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên rêya rizgariya Kurd û Kurdistanê hate destpêkirin. Ala û sirûda netewî du hêmayên netewî yên her netewe û welatekî ne ku beşeke girîng ji nasnameya her netewe û welatekî têne hesibandin. Heman tişt ji bo me Kurdan jî heye, lê di rewşekê de ku axa me hatiye dagîrkirin û hewlên dagîrkirina bîr û hizra me ji aliyê dagîrkeran ve bi tundî berdewam e, rêzgirtin û bilindnirxandina hêmayên me yên netewî, tekezî ye li ser nasnameya me û tekezî ye li ser wê ku em jî neteweyeke xwedan nasnameya ciyawaz in.
Di rêûresmê de “Welat Qadirî”, Serokê Saziya KURDSHOPê, gotara xwe pêşkêş kir. Herçiqas di vê gotarê de komek mijarên gelek girîng destnîşan kiribûn û tiliya xwe danîbû ser wan, lê ez di vir de pêka derfetê behsa yek du ji wan xalan bikim. Navbirî di gotara xwe de bi awayekî berfireh behsa gotara Kurdayetî û Kurdistanbûn, girîngiya ziman, wêje û kultûra Kurdî û armanca Saziya Kurdshopê û herwisa armanc û mebest ji bexşîna xelata Zaraiyê kir.
Bi giştî gotareke bi tevahî Kurdane bû û yek bi yek tekezî li ser wan xalane kiribû ku divê em di têkoşîna ji bo nasnameya xwe de li ber çavan bigirin. Bo mînak, axaftin, xwîndin û nivîsîn bi zimanê dayîkî di hemû rehendên jiyana me de; karkirina berdewam û bi tekezî ve li ser zimanê xwe û berhemanîna deq û pirtûk bi zimanê Kurdî ji bo dewlemendtirkirina zimanê xwe; hilbijartina navê ciwan û xweş ên Kurdî ji bo zarokê xwe; xwedîderketin ji kultûr û wêje û her tiştek ku pêwendî bi jîngeha Kurdî ve heye û hwd. Ku her yek ji wan behsa rehendeke xebatê bo nasnameya me dikin (deqa gotarê li ser malpera KURDSHOPê ye).
Di merasîmê de înfografiyek li ser xebatên Kurdshopê yên di du salên derbasbûyî de hate weşandin. Di vê înfografîkê de bi ciwanî, berfirehî û neteweyîbûna çalakiyên vê saziyê hatine nîşandan, ku her yek ji wan gelek girîng û hêjayî rêz û pêzanînê ne. Ji ber kêmbûna derfetê ez ê tenê bi kurtasî behsa Xelata Zarayê bikim. Di pêşgotina vê nivîsê de min behsa vê xelatê û çêbûna bîrokeya vê xelatê kir.
Bi nerîna min xelata Zarayê yek ji girîngtirînê wan xelatane ye ku li Kurdistanê tê pêşkêşkirin. Xelata Zarayê tenê xwedîderketin ji mamosteyeke zimanê Kurdî nîne ku cezayê girtîgehê bi ser de hatiye sepandin, belkî ev xelate piştgirîkirin e ji hemû mamosteyên zimanê Kurdî, nemaze ew mamosteyên ku di rewşeke cuda de (wek Zara Mihemedî) dersên Kurdî didin. Ev xelate tekezî li ser mafê xwendin û nivîsandina bi zimanê dayîkê li her çar parçeyên Kurdistanê ye û tekezkirin e li ser ew mafên ku ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve ji me hatine standin. Bexşîna xelata Zarayê yek din ji rehendên xebata me bo nasnameyê ye.
Yek din ji girîngtirîn bandorên bexşîna xelat û rêûresmên wiha, berfirehkirina hizra Kurdistanî ye, berfirehkirin bi hişyariya nîştimanî û berfirehkirina hizra nasnamexwazî ye. Dengvedana vê mijarê di medya û soşyalmedyayan de bi alxahînî ve dibe sedema rakêşana hizr û bala xelkê bi giştî û ciwanan bi taybetî bo aliyê pirsa zimanê Kurdî û bo aliyê pirsa Kurdistanê. Eva bi xwe zêdetir hêla di navbera me û yê dinê de pireng dike û şukek e jî bo hişyarkirina kesanekê ku tûşê nerohniya netewî ne. Ev mijare heta qaseke zêde dibe sedema geşebûna zêde ya zimanê me û eva me di wê xebatê de ku min behs kir (xebat bo nasname) bihêztir dike.
Paşê rêûresm bi çend parçe muzîkek û stranên Kurdî ji aliyê du hunermendên xelkê Rojavayê Kurdistanê “Nûrşîn û Perwîn” ve hate xemilandin ku ewa jî bi xwe keşeke hunerî ya taybet bi rêûresmê bexşî. Di beşên din ên rêûresmê de, rapora lîjneya dadwerên xelatê hate xwendin û navê xelatgira îsal a Xelata Zarayê eşkere kir (ev gotare jî li ser malpera KURDSHOPê ye). Paşê Xelata Zarayê bi “Xalîd Cemîl Mihemed” wek nûnerê xatûn “Emîne Emer” re hate pêşkêşkirin û vîdyoyek amadekirî û pirofîşnal li ser jiyan û berhemên “Emîne Emer” hate belavkirin. Tev ew beşane bi ciwanî û etekêt ve bi rê ve çûn ku her yek ji wan di cihê xwe de cihê behs û bilindnirxandinê ye. Bi wateyekî din xalên bihêz ewqas zêde bûn ku axaftinek wisa bo rexneyên wisa nehêştiye.
Ez wê yekê jî bêjim ku balkişandina vê rêûresmê heta dawiya rêûresmê berdewam bû û di beşa dawiya rêûresmê de, amadebûyan bi peyama mamoste “Zara Mihemedî” ku ji bo rêûresmê hatibû şandin, sûrpirayz bûn. Her çend xatûn Zara di rewşek taybet de derbas dibe û hevjînê wê jî “Seywan Îbrahîmî”, çalakvanê mafê ziman ji aliyê rejîma dagîrker a Îranê ve sizayê deh sal girtîgehê bi ser de hatiye sepandin, lê bi moraleke polayî ve peyama pir ji naveroka xwe pêşkêş kir. Ev fîlme jî wek deqên gotaran li ser malpera KURDSHOPê hatiye danîn.
Wek dawî axaftin, ez hêvî dikim li vê şerê ku em ji bo hebûn û nasnameya xwe dikin, şahidê xebatên wiha bin, çimkî şerê me, şerê nasname ye, şerî bûn û nebûnê ye.