Qadên kultûrî yên Kurdên Rojhilatê û bertekên desthilatê

Dr. Karwan Ciwanroyî

 

Piştî koça dawî ya hunermend Tahîr Xelîlî, bertekên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê balkêş bûn. Gelek çalakvanên çandî, wêjeyî, civakî û hunerî li ser koça dawî ya Tahir Xelîlî gotar nivîsandin û hestên xwe nîşan dan û şiroveyên xwe li ser bandora sirûd û stranên wî li ser hereketa siyasî û civakî ya Kurdistanê di dema şoreşê de anîne ziman. Tahîr Xelîlî yek ji wan hunermendan bû ku di şoreşa bixwîn a Rojhilatê Kurdistanê û şoreşa bi bandor a Başûrê Kurdistanê de, li dijî du desthilatên dagîrker ên Beis û Komara Îslamî, çeperek ji bo parastina nasnameya xwe ya netewî hilbijard ku ew çepere, çepera huner û bi taybetî hunera berxwedanê bû.

Pêka rewşenbîrên postkoloniyalîst, hunera berxwedan hunerek e ku li hember deshilatdarên dagîrker radiweste. Hunera berxwedanê, bi taybetî hunera muzîkê, bi dirêjahiya şoreşê li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, bandoreke mezin li ser parastina xwebaweriya neteweyî ya Kurdistanê hebûye. Hunermendên wekî Dr. Şivan, Şivan Perwer, Nasir Rezazî, Tahîr Tofîq, Tahîr Xelîlî, Necmedîn Xulamî, Mîkayîl, Ciwan Haco, Cemal Muftî û gelek hunermenên dinê, bi gotina sirûdên şoreşgerî morala civaka Kurdî li hember top û tank, kîmyabaran û bombarana netewa serdest bihêz kirine.

Bi gotineke dinê, di sedsala bîstan de yek ji çekên herî girîng ên netewa Kurd ji bo îsbatkirina rewabûna maf û daxwazên xwe, qada şerê hunerî bû. Ewa jî rast ew tişte ye ku bîrmendên postkoloniyalîstî yên mîna “Eîdward Seîd, Humî Behabeha û Gayatrî Îspîwak Çakrawêrtî” tekezî li ser kirine. Her sê feylesofên ku her yek ji wan bi awayekî ramana postkoloniyalîstiyê pêş xistine, tekeziyê li ser wê yekê dikin ku; Netewên bindest heta ku li hember propagendeya netewa serdest de, bi çeka bîr  û hunerê neyêne dabînkirin, dê bikene qedeman. Lê ew netewên bindest ji xeynî qada xebata çekdarî, ji bo parastina nîştimana xwe penaha xwe ber bi çepera huner, ziman, edebiyat, sînema û bi taybetî jî muzîkê ve dibin, ew neteweyane ne ku hereketa dîrokê di berjewendiya xwe de diguherînin.

Wate ew netewane xwe bi çekek bihêz dabîn dikin, ku di serdema nû de pêwîst e di destê hemû netewan de hebe. Wekî ku em dizanin, li dabeşkiriyên dagîrkeriyê di warê zanista siyasî de, tevahiya dîroka mirovatiyê ji wê dîtingehê ve bi ser sê qonaxan de tê dabeşkirin.

Serdema dagîrkerî yan jî koloniyalîzma kevneşop, serdemek e ku koloniyalîstan welatek rasterast bi hêza çekdar dagîr dikirin û welatê dagîrkirî welatek hilbijartî bû ku nedikarî xwe di hember tevahiya hêzên leşkerî û çekdar ên neteweya serdest de biparêze. Lê belê, hewldanên ku di vî warî de dihatine danê, ku carinan bi ser diketin û hin caran jî rastî şikestê dihatin.

Ewa ku cihê balkişandinê ye ew e ku ew hewl û berxwedanên li dijî neteweya serdest dihatine kirin ger rastî şikestê jî bihatibana, nîşaneya hebûna tevgerekê bû ku di bin pîstê civakên dagîrker de bi mebesta parastina ax û welat di holê de bû. Ewa berdewam hêza cavakê hereket dikir bo wê ku zêdetir bi hêzên koloniyalîstan re rûbirû bibin. Ew cure rûbirûbûna serdestan bi bindestan re, nirxeke zêde bi ser desthilata dagîrker de disepandin. Her lewma dewra duyem a dagîrkeriyê ku jê re dibêjin dagîrkeriya modern tê holê.

Di dagîrekeriya modern de hêza serdest a dagîrker, hewl dide ku bi hatina nav civaka dagîrkirî de, bijarteya xwe di nav wan de hilbijêre. Wate hin pênûs, siyasetvan û hunermend ku pêka berjewendiyên netewa dagîrker û hêza dagîrker bîr dikin û dinivîsin û di warê siyasî û civakî û çandî de ektîv in û çalakiyan dikin.

Hêza dagîrker ji wê potansîl û wizeya ku hatiye veşartin, sûdê werdigire. Wê yekê sûdeke gelek mezin bo hêza koloniyalîstiya modern heye. Sûdên wê jî ew in ku hêzên koloniyalîstî, nigeranê bertekên tund ên xelkê dagîrkirî nînin, çimkî di nav xwe de hin pênûs û raman û hêz xistine kar ku ew pênûs û hêzane li dijî gelê xwe mijûlê nivîsînê ne. Li dijî xelkê xwe yan li dijî berjewndiyên xelkê xwe çalak in. Xelk jî dibînin ku ew kesê niha li dijî wan dinivîse yan mijûl e gotarek nû tîne holê ku li dijî berjewendiyên wan e, yan dibine hevnerînên wan yan jî li dijî wan radiwestin. Lê hertim desteyek hene ku ji wan qadan têne xapandin. Beşek ji netewa bindest bi rewşenbîr, siyasî, nivîserê hevnerîn, hevbîr û hevberjewendiyên desthilatê re hevnerîn didin.

Mînakên rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarên wiha hem li Rojhilat û hem jî li Başûrê Kurdistanê di serdema rejîma Beis de gelek in. Lê dema ku neteweya dagîrker mohreyên qada nû ya dagîrkeran nas kir û hevnasnamebûn û hevxebatîbûna wan înkar kir, ev şêwe dagîrkeriye şiyana xwe ji dest dide. Wê carê dagîrkeran rêya sêyem hilbijartin. Wate dewra sêyem a koloniyalîzm dest pê kir. Di dewra sêyem a koloniyalîzm an dagîrkerî de ku jê re dibêjin dagîrkarî di serdema postmodern de, hêza dagîrker tevahiya desthilat, şiyan û hêza xwe ji rêya ragihandin, kovar, rojname û di serdema niha de ji rêya moltî medya û soşiyal medya ve bi rê ve dibe. Girîngtirîn karê wê jî şikandina rûmeta çalakiyên çandî, wêjeyî, siyasî û civakî ye. Ji wê rêyê ve dixwaze samana kultûrî, çandî û netewî ya neteweyekê bi dizî nîşan bide. Ewa her ew tişte ye ku “Îdward Seîd” di pirtûka xwe ya Rojhelatnasî de jê re dibêje: “Herişandina rûmeta nasnameya netewî”.

Eger em vê mijarê helsengandinê bikin digel bûyereke çend rojên borî li Rojhilatê Kurdistanê ku hate holê, divê em behsa xwe wiha tevlihev bikin; Piştî koça dawî ya yek ji hunermendê parêzer ê nasnameya siyasî û netewî wate Tahîr Xelîlî, komek ji çalakvanên wêjeyî û hunerî yên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo rêzgirtin ji yad û bîra vî hunermendê netewî kombûnek li dar xistin û tenê karê ku wan kirî ew bû ku sirûdeke serdema şoreşê ya Tahîr Xelîlî bi kom xwendin.

Karê wan edîb û hunermendan di dîtingeha yekem de kareke asayî ye û bîranînek asayî ye. Lê ger em ji dîtingeha postkoloniyalîzm ve lêbinêrin, komek çalakvanên çandî û hunera xwedan berhem û afirînerên netewa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, tekeziyê li ser şêweyek ji berxwedaniyê kirine yan şêweyek ji berxwedaniyê dîsan zîndî kirine, ku ev şêwe berxwedaniye, şêwe berxwedaniya kultûrî û hunerî ye. Şêwe berxwedaniyek dijî tundûtîjî ye. Şêwe berxwedaniyek naskirî di cîhana postmodernîzm de ye. Wate destdirêjkirin bo meirîfet û penahbirin bo huner û dest bi dawênbûna afirandina hunerî.

Diyar e destpêkirina hereketek wiha du şêwe bertek li pey tê. Bertekek, berteka civakê ye ku heta ser hestiyan piştî şoreşa berfireh ya cemawerî di sala borî de birîndar e. Ew civake ji bo bidestanîn yan jî bikaranîna şêweyek nû ji berxwedanî û hemberderketin ku ew jî hemberderketina kultûrî û hunerî ye, bo carek din mijûl e xwe rêk dixe. Ew şêwe berxwedaniye şêwe berxwedaniyeke bawerpêkirî di asta cîhanê de ye.

Berteka duyem ji aliyê desthilatê ve ye. Her ji serdema dagîrkeriya kevneşopî ve ku serdema dagîrkeriya Birîtaniya li dijî Hindûstanê bû, berxwedaniya kultûrî û hunerî tenê şêwe berxwedaniyek e ku dagîrker di hember de dikeve qedeman. Wate hunermend û nivîser rêyekê digirine pêşiya xwe ku derfeta çalakbûna desthilatê bo birêvebirina qada siyasî li dijî wan kurt dikin. Yan wê derfetê ji wan distînin.

Lê sîstemên totalîtar û hemû tiştxwaz şiyana îtirafkirin bi qada hunerî û kultûrî jî nîne. Her lewma bertek bi vî rengî dibin ku hemûyê wan hunermendane bi hêza zorê kom dike. Hin hunermend ku di rewşa destpêkê de bi ruheke şoreşgêrane û hunerî û dileke xweş ve mizgîniyeke nû didine civakê ku hereketa hunerî ya lihemberderketin berdewam e. Di vîdyoya duyem de ku detçêkiriya desthilat an sîstemê ye, her ew hunermendane ne ku bi mebesta xirabkirina rûmeta wan û bi mebesta naşîrînkirina wan li ber çavê civakê, li cihekê kom kirine û daxuyaniyekê bi navê parastina destketên sîstemê bi wan dide xwendin û sirûdek jî bi mebesta pasevanîkirin ji tevahiya axa Îranê bi wan dide xwendin.

Di hember de komek ji nivîserên Kurd hevhelwêstiya xwe bi Komara Îslamî re nîşan didin û ew jî çûne nav çeperekê ku mixabin desthilat ji vê çeperê ve êrîşî ser rûmet û nasnamesaziya netewa Kurd dike. Ev jî çepera birîndarkirina kirameta wan pênûs û hunermendane ye ku aliyê kêm ê karê wan parastina ziman û çanda Kurdî ye. Civaka Kurdî û rewşenbîrên Kurd nabe di serdema wiha de bê helwêst bimînin.

KURDŞOP
686 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!