Roj Qadirî
Desthilata Tehranê hertim hewl daye ku bi mekanîzmên “zext û hêz” yan “çewtekarî, propagende û şerê nerm”, xwe bi ser gelên wek Kurd, Belûç, Ereb û yên dinê de bisepîne û rê nede ew gelane bîr ji nasnameya xwe bikin û li pey maf û daxwazkariyên xwe bikevin. Setratejiya Tehranê bi mebesta jêrdesthêştina gelên dinê, asmîlekirina wan e. Bi vî rengî, desthilatên Tehranê di berdewamiya dîrokê de hewl dane Kurd kêmreng bikin û di navxwe de bihelînin; Bo mînak hewl dane Kurd bi neteweya Îranê yan jêr girûpa Îranî pênase bikin. Herwisa zimanê Kurdî wek zareveyekî Îranî pênase bikin û hilkeftên Kurdî yên hevşêweyên Newrozê wek hilkeftên Îranî di saziyên navdewletî de bi navê xwe tomar bikin.
Di vê gotarê de em ê bi kurtasî tekeziyê li ser wan mekanîzmên ku desthilata Tehranê bo asmîlekirina gelê Kurd jê sûd wergirtiye, bikin.
Şerê derûnî
Yek ji mekanîzma asmîlekirin û hewldan bo piçûkkirina gelê Kurd, şerê derûnî ye ku Fars li Îranê û Tirk li Tirkiyê li dijî Kurd bi rê xistine; Bo mînak, sivakayetîkirin, bi gundî nîşandana Kurdan, bi paremayî nîşandan û nîşandana Kurd wekî xelekî kovî û nexwendevar di nav medyayên fermî û çapemeniyên xwe de. Ev tenê hinek ji wan şerên derûnî ne li dijî Kurdan.
Hevdem Kurdan wek “sînorparêzên bi xîret” (merzdaranê xeyûr), “Kurdên delal” (Kurdhayê ezîz) û “Kurdê Îranî” bi nav dibin û bi vî rengî mehtê Kurdan dikin ku di rastî de bi mebesta xapandin û bi gêjzanîna wan e û di çarçoveya şerê nerm û siyasetmedariya dagîrker de tê hesibandin. Encama vî şerê derûnî ew e ku takê Kurd hişyar û bi ageh nebe, hest bike ku Kurdî axiftin û lixwekirina cilê Kurdî şerm e, lewma hewl bide bi curekê reftarê bike û bipeyive ku rizamendiya dagîrker bi dest bîne ku çiyê din wan bi pêkenok hesab nekin! Eger takê Kurd bikeve wê davê, dagîrker gihîştiye armanca xwe, lê eger takê Kurd hişyar be, nakeve wê davê û hewl dide dagîrker pûç bike.
Koç û veguhastin
Bi dehan hezar Kurd bi neçarî ve bera xwe dane karê kolberiyê û rojane xwîna wan dirije û tevî wê yekê jî, rejîma Tehranê rêya geşebûna aborî ya Kurdan girtiye û bi dehan sal e Kurd ji bo dabînkirina debara xwe, bi neçarî ve avareyê parêzgehên navendî yên Îranê û welatên dinê bûne.
Givaşa jiqasderçûyî ya aborî, hin ji Kurd neçar kiriye ku warê xwe bi cih bihêlin û koçberê navçeyên dinê bibin. Ewa jî rêyek dinê ye ku rejîma Tehranê girtiye berahîka xwe, çimkî hin Kurdên ku nîştecihê parêzgehên dinê dibin, bi hêsanî têne asmîlekirin û di nav gelên dinê de têne helandin, lê tevî wê yekê, em hêşta jî dibînin ew Kurdên ku bi neçarî ve koç kirine yan di berê de bo navçeyên Xorasan û Qezwînê hatine veguastin, heta astekê Kurdbûna xwe parastine yan mijûl in nasnameya xwe peyda dikin.
Berfirehkirina bê hêvîtiyê
Mekanîzmek dinê bo asmîlekirina gelê Kurd, berfirehkirina bê hêvîtî ye. Netewa bê hêvî û bê çare, bi yekcarî dev ji xwe berdide û dest ji şoreş û serhildanê hildigire û xwe radestê desthilata serkutkar dike. Gelê Kurd, neteweyeke serkêş û şoreşvan e ku ti carî serê xwe bo zilmê netewandiye. Dagîrkerên Kurdistanê ji bo wê ku Kurdan bixine qedeman, şerekî derûnî û westandinê daye meşandin. Rojane kolber û şoreşvanan dikuje, bi berdewamî girtiyan bi dar vedike, bi kom wan digire û xelk bi hejar hêlaye. Eva tevlîheviyek ji şerê “nerim û zext”ê ye.
Rejîma Tehranê bi sîstematîk û rojane, Kurdan dixe girtîgehê yan dikuje; Bi vî rengî, girtin û rijandina xwîna takê Kurd asayî dike û hewl dide siya tirsa xwe bi ser civaka Kurdistanê de tarîtir bike. Armanca vî şerê derûnî, bê hêvîtîxistin di nav dilê takê Kurd de ye. Ger rejîma dagîrker a Tehranê xercek zêde ji bo vî şerî daye, lê em dibînin roj li pey roj ew beşên Kurdistanê (wek Kirmaşan û Îlamê) ku bi salan e hewl daye Kurdayetî tê de reş bike, hesta nasnamexwazî tê de mezintir dibe.
Sepandina zimanê Farsî
Yek ji girîngtirîn emraz bo helandina gelê Kurd, sepandina zimanê Farsî ye. Rejîma Tehranê ku sedan sal e “çek” û “desthilat” di ber dest de ye û wan hemûyan wek emrazekê bo piçûkkirin û jinavbirina zimanê Kurdî bi kar aniye. Sivikatîkirin bi zimanê Kurdî, yek ji xuyatirîn mekanîzman e ku sûd jê wergirtine bo wê ku takê Kurd şerm bike bi Kurdî biaxive. Heta sûd ji saykolojîk û zanista derûnnasî wergirtine û bi henekkirin û sivikzanîna zimanê Kurdî, hewl dane kasayetiya takê Kurd biherifînin da ku axavtin bi zimanê dayîkiya xwe li cem wî\wê şerm be û Farsî axavtin bi pêşketîbûnê bizane.
Ev di demekê de ne ku ji ber bihêzî û resenetî, dewlemendî û serbixwebûna zimanê Kurdî, em dibînin ev zimane roj li pey rojê zêdetir ber bi pêş ve diçe, lê di hember de tevî xercek zêde ya salane ji bo ferhengên zimanê Farsî û tiraşîn û dizîna peyvan ji zimanên dinê, zimanê Farsî nekariye xwe di bin serdestiya zimanê Erebî de derbas bike.
Di encamê de ziman, ew nasnameya girîng e ku ger neteweyek neparêze, bi derbasbûna demê re ew gele piştî guherîna zimanê xwe, kultûr, adet û resenatî û hemû pênaseyên xwe didorîne û xwe di nav kincê gelê serdest de dibîne û tê helandin û bi tevahî tê asmîlekirin.
Dawî
Asmîle, çekek metirsîdar e ku rejîmên totalîtare û dagîrkerên Kurdistanê ji bo helandina gelê Kurd sûd jê werdigirin û pêwîst e takê Kurd bizane di kîdera wê lîza siyasî de cih girtiye, çimkî te takê Kurd şêwaza şerkirina wan zanî, wê demê dizanî pêngava te ya paşerojê divê çi be û ew jî berevanîkirin e ji nasnameya Kurdî bi hemû beşên wê ve.