Ozden Demir
Koçberî? Çi peyveke seyr e. Peyv bi xwe na lê wateyên lê tên barkirin, paşxaneya wê, rabirdûya wê, serboriyên me yên takekesî û bûyerên hatî serê kurdan ên koçkirinê, tecrubeyên mirovahiyê yên di dîrokê de qewimî û qewamên ku gava mirov wê peyvê dibihîze bi bîra me dixe.
Ji ku hate bîra min ku ez derbarê koçberiyê de nivîsekê binivîsim? Hinekî şexsî, hinekî komeleyî. Ez ê van rojan koçî Almanyayê bikim. Dibe ku çûyina min a Almanyayê kiryareke takekesî be, wek kiryareke takekesî bixuye, lê belê di dawiya vê nivîsê de hûn ê jî bibînin ku ev ne kiryareke takekesî tenê ye, bi berevajî, çalakiyeke komeleyî û neteweyî ye jî; di serî de wek takekesî dest pê dike lê sedem û encamên wê komeleyî û neteweyî ne jî.
Ez ê di ser serboriyên xwe yên şexsî re qala diyardeyeke neteweyî/komeleyî ya me kurdan bikim. Heta ji destê min bê ez ê ji şexsîbûnê dûr bisekinim û ji hîkariya hestyariyê xwe xilas bikim û bi kodên hevpar ên civaka me û ferdên civaka me, ku ez jî şirîkê wan im, mebesta xwe bînim ziman.
Min di zanîngehê de beşa Wêje û Zimanê Tirkî xwend, lîsansa xwe ya bilind jî di heman beşê de xilas kir û dûre di heman zanîngehê de wek lêkoler dest bi kar kir û eynî wextî di heman zanîngehê de qeyda xwe ya doktorayê jî kir. Min salek doktora xwend û dersên xwe bi encam kirin, piştre min ê parastina xwe bikira û derbasî teza xwe bibûma. Di vê navberê de, bi mamosteyê xwe yê rawêjkar re, me mijara tezê jî xeber dabû; min ê derbarê hevokên aloz ên berawirdî yên kurdî-tirkî de teza xwe amade bikira.
Bêşik min dizanibû ku piştî amadekirina tezeke wisa dê zû yan dereng min ji kar derxin, ji kar dernexin jî dê bi awayekî psîkolojîk tadeyê li min bikin û her astengiyan derxin pêşberî min û kadroyê nedin min. Tevî ku em kurd bi rik û berxwedêr in jî, ji ber ku ez takekurd bûm di beşê de, bivê nevê wan ê ez bêzar bikirama. Jixwe mamosteyê min ê rawêjkar jî ez hişyar kiribûm ji van pirsgirêkên ku dê derketana ber min. Ligel hemû zehmetiyan jî ez di mijara teza xwe de biisrar bûm; min ji mamosteyê xwe re gotibû heke hûn vê mijarê qebûl dikin em ê li ser bixebitin, heke na ez ê ji xwe re li Ewropayê zanîngehekê peyda bikim û derkevim derve. Camêrî tu carî negot na, bes derbarê pirsgirêkan de ez hişyar dikirim. Jixwe min jî ji xwe re digot ku piştîmin doktoraya xwe bi dawî kir, ez ê biçim derve.
Di vê navê de pandemiya koronayê dest pê kir. Zanîngehê got ku pandemiyê bi neyînî tesîr li wan kiriye, ji ber hindê, ew ê ji neçarî kesinan ji kar derxin. Kesên ku ji kar bên derxistin ji serkirdeyên beşan re hiştin. Serkirdeyê ku ji meyla min a kurdayetiyê û bibiryariya min a di kurdbûnê de hayilbûyî, di serî de ez û bi min re mamosteyê min ê rawêjkar jî tê de, navên me şeş kesên ku li xweşa wî nediçûn an jî îdeolojiya wan cihêwaz, dan birêveberiya zanîngehê û bi vî awayî em ji karên xwe bûn.
Ev rûdaneke şexsî xuya dike, lê em dizanin ku piştî vê rûdanê pergal û îdeolojiya dewletê heye. Ji bilî min, em dizanin ku kê serê xwe bi kurdan û pirsgirêkên wan re êşandiye ger ne li aliyê dewletê be, miheqeq ji karê xwe bûye.
Hingê, dewletekê bifikirin ku hûn zimanê xwe di tu saziyeke wê de nikarin bi kar bînin û ne zêde, heta sî sal berê zimanê we di her qada jiyanê de qedexe bû, muzîka we, çanda we û her tiştê bi wan re têkildar qedexe bûn. De îja em ê çawa rabin û bibêjin ku ev dewlet, dewleta me ye jî.
Ma koçberî qedera me kurdan e? Em îro 40-50 mîlyon kurd in, dewleteke me nîne. Îro gelên mîlyonek nifûsa wan tune dewletên wan hene, koçberî jî bûye para me ji ber bêdewletbûnê. Bajarê kurd herî zêde lê dijîn Stenbol e, li Ewropayê derdora du sê mîlyon kurd hene. Kurd ji xeynî Kurdistanê, li her derê ne.
Ez ê van rojan bi xema zimanê xwe koçî Almanyayê bikim. Jixwe, ez ji neh saliya xwe ve ye nema li welêt im, li bajarên rojavayê Tirkiyeyê me. Bo min çi bajarên tirkan çi Almanya, herdu jî xerîbî ne, li Almanyayê qene zimanê min nema qedexe ye û ez dizanim ku ji ber kurdbûna min bi awayekî sîstematîk dê kêşe dernekevin hemberî min.
Ez niha koçî Almanyayê dikim, lê ez niha xeyal jî dikim di heman demê de. Xeyala welatekî serbixwe dikim, xeyala welatekî dikim ku zimanê min di her sazî û dezgeheke wê de serbest e û di her qadeke jiyanê de bi dilrihetî û serfirazî tê bikaranîn. Ez xeyala sazûmanekê dikim ku tu kêmaniyek, tu zilmê ji piraniyê nabîne ji ber regez, bawerî û bîrdoziya xwe. Ez xeyala welatekî dikim ku nema jê koçberî çêdibe, bereks, ji hemû welatên dinyayê ber bi wê koçberî çêdibe û milet xweziya xwe pê tînin ku koçî wir bikin. Hûn jî xeyal bikin, ne tiştekî xirab e. Her tişt bi xeyalkirinê dest pê dike; ewilî tovê fikra wî tiştî di hişê xwe de diçinin, peyre bo wî tevdigerin.
Ez îro diçim. Îbrahîm Keivo di vîdeoyeke xwe de dibêje ez “kenogirî” bûm, a rast, ez jî kenogirî me tevî ku min got ez ê ji hestyariyê dûr bisekinim; hem di-ken-im hem di-girî-m. Dikenim, ji ber ku di jiyana min de destpêkeke nû ye û ew derfet li pêş min in ku xwestekên xwe bi cî bînim. Digirîm, ji ber ku ji welatê xwe bêtir dûr dikevim û malbata xwe li paş dihêlim. Lê dîsa jî, ji ber ku li cihê xwe ne bextewer im koç dikim da ku bextewer bibim, ta ku vegeriyam welatekî azad.