Rêbîn Ozmen
Zaroktiya nifşê min rastî salên 1990an tê. Ez û gelek hevtayên xwe, yên ku em li gundên çiyê çêbûbûn û nîviyê zaroktiya me li gundê çiyê derbas bûbû, di wan salan de mecbûr man ligel malbata xwe koçî gundên nêzîkî bajêr an jî bajarên dûr û nêzîk bikin.
Salên 1990an dema ku berxwedana gelê kurd li bakurê welêt bi pêş ket, dewleta Tirkiyê jî li wê gorê asta dijminatiya xwe derxist jor û bi zilm û xedreke ecêb bi ser hemû kurdan de hat. Bi hezaran gundên me kurdan vala kirin, bi deh hezaran mirov girtin, û bi sedan mirov kuştin an jî wenda kirin. Yê me jî gundê me, wekî bi hezaran gundên din yên kurdan bi zora dewletê hate valakirin. Em bi sedan zarokên dibistana leylî ku em ji gundan dihatin, di nava rojekê de ji cih û warekî din bûn. Gelek hevalên me bar kiribûn bajêr, gelekên wekî me jî hatibûn gundên nêzîkî bajêr ku dewletê her çi qasî zor li wan kir jî bi awayekî xwe stirandin û gundê xwe vala nekirin.
Baş nayê bîra min, lê an 1993 an jî 1994 bû, ez dîsa li dibistana leylî bûm. Hayê min ji tiştekî tune bû. Roja înê wekî her car em ji dibistanê derketin lê tiştekî seyr hebû. Birayê min ê mezin got divê em herin navenda bajêr. Em çûn. Li wê derê em li traktorekê siwar bûn û me berê xwe da gund. Ji min re wekî lîstikekê dihat. Heya em gihane gund, di rêya xerabe de, li ser traktorê hinavên min ser û binî hev bûbûn. Wekî her car piştî em çûne destê maliyan, min ferq kir ku ecêbiyek heye. Her tişt dabûn hev. Bavê min li holê ne xuya bû. Ew û kurapekî min hatibûne girtin. Bo valakirina gund jî leşkerên dewleta tirk çend roj mohlet dabûn. Maliyan jî her tişt dabûn hev û xwe amade kiribûn. Werhasil mal hate barkirin.
Em hatin gundekî nêzîkî bajêr. Di ber gund re kanaleke avê diherikî û di besta biniya gund re derbas dibû. Ji ber vê yekê jî pirek li ser kanalê hatibû çêkirin ku rêya gund di ser re diçû. Çend rojên ewil, bi tirs û meraq min hewl dida gundê nû keşif bikim. Rojekê min berê xwe da ber pira gund ku çi bibînim. Hemû zarokên di temene min de li wê derê dikevin avê û soberiyê dikin. Ez jî çûm cem wan. Lê bi soberiyê nizanim û çîrokên xeniqandina di avê de ku ji me re hatibûn gotin dihatin bîra min û tirsa min ya ji avê zêdetir dibû. Dema wisa min bi meraq û hesidîn li zarokan dinêrî, nivîseke li ser taqa pirê bala min kişand. Nivîseke bi boyaxa spî û tîpên mezin hatibû nivîsîn. Ji wî serê taqa pirê digiha aliyê din. Tişta ecêb jî ew bû ku ligel ewqas serdegirtinên gundan yê ji aliyê leşkerên tirk ve, ligel ewqas zordariya wan jî nivîs wekî xwe mabû. Êdî ez nizanim bê ka ew çend salên wê nivîsê bû ku hatibû nivîsîn. Lê nivîsa bi boyaxa spî wek roja ewil xuya dikir. “KAWA BÛ PÊŞMERGE”
Min nivîs çend caran di ber xwe de xwend. Carek diduyan jî min bi deng xwend. Ez têgihiştim. Kawa bûbû pêşmerge. Lê ev Kawa kî bû. Malbata wî çawa ew qasî wêrek bû ku navê kurê xwe ligel ew qas zordariyê aşkere kiribû û li ser pirê nivîsîbû " Kawa bû pêşmerge". Di serê min de ev fikar û ez matmayî vegeriyam malê. Lê pirsa mezin ew e ez ê ji kê fêrî çîroka Kawa bibim. Bi rojan ev pirs di serê min de çû hat. Rojekê li ber berxan rastî berxvaniyekî din hatim. Min got derb ev derb e, ez ji wî bipirsim. Helbet em wisa newêrin her tiştî aşkere jî ji hev bipirsin. Lewra salên tirs û zordariya dewletê ne. Û şîreta her timî ya dê û bavan ew e ku em ji dilê xwe re jî behsa tiştên eleqedarî kurdan nekin. Lê bi awayekî min pirsî ka Kawa kî ye û mala wan li ku dera gund e. Kurik got li vî gundî “kesekî bi wî navî nîne”. Min got, naxwe nivîsa li ser pirê? Got, nizanim, hinekan nivîsiye û her li wir e. Hemû hêviyên min şikestin. Lê pirsa min her di serê min de ye. Kawa kî ye?
Rojekê min keysa xwe lê anî û bi pesin min ji birayê xwe yê mezin re wekî ku razekê aşkere bikim, min got min nivîsa li ser pirê xwendiye. Birayê min keniya. Li ser kenê wî wêrekiya min jî zêdetir bû, min yekser pirsî; “gelo ew Kawa kî bû, mala wan hîn lî gund e?” Birayê min got, kuro ew ne mirovek e. Ew navê rêxistinekê ye. Berê bi wî navî rêxistinek hebû, lê niha nemaye. Ez mabûm ecêbmayî helbet.
Nivîsa li ser pîrê û îro jî diyar ne diyar xuya dike. Lewra nivîsa ku belkî zêdetirî sih salî li ser taqa pirê mabû, êdî xwe li ber tav, ba û baranên welêt negirtiye û jê çûye. Lê kengî ez di ber wê pirê re biçim ew nivîs bi temamî ji min ve diyar dibe û bi kêf û eşqekê dîsa dibêjim “KAWA BÛ PEŞMERGE”. Ev yek baweriya min bi zemên û zimên tîne. Lewra gelek caran dirûşmeke li ser dîwaran berê me dide gelek agahî û dîrokan û wan bi bîra me dixe.