Kurtenêrînek li ser “xirabiya jirêzê”

Serfiraz Azad

Hannah Arendt (1906-1975) zanyara siyasî ya amerîkî ye ku bi eslê xwe alman e. Ji ber ku ew cihû bû, wê nikarîbû li zanîngehên Almanyayê perwerde bide, ji ber vê yekê ew reviya Amerîkayê û bû yekem profesora jin a bi tam-maweyî li zanîngeha Princeton. Tişta ku Arendt navdar û nejibîrkirî kir, ramana “xirabiya ji rêzê” bû.

Xirabiya ji rêzê, bi kurtasî, li girtina Eichmann a ji aliyê Mossadê ve hûr dibe, ku yek ji mezintirîn fermandarên serdema Naziyan bû û bi teoriya “çareseriya dawîn” bi sed hezaran cihû dabûn kuştin, ji bo dadgehkirinê wî tînin Îsraîlê û feylesofa mezin a cihû Hannah Arendt jî vexwendî danişînan dikin ku bibe mişahid. Arendt heya van danişînan her tim tiştên ku Naziyan kiribûn derveyî aqil û mentiqê didîtin û ev kiryar bi radîkaltiyê pênase dikirin. Piştî danişîn û di taliyê de cezaya darvekirina Eichmann, li Amerîkayê raporeke bi navê “Raporek li ser xirabiya ji rêzê - Eichmann li Îsraîlê” (A report on the banality of evil, Eichmann in Jerusalem) parve dike û nêrîneke nû li felsefeya dinê zêde dibe.

Tişta ku Arendt li ser disekinî û wek “xirabiya ji rêzê” pênase kiribû, bi kurtasî tişteke wiha bû: Naziyên bêwijdan û kujer ên ku mirovan mehkûmî jenosîdê dikirin, mirovên asayî bûn. Ew jî dikarin ji hev hez bikin û dilxweş bin û hem jî xemgîn bibin. Berevajî baweriya gelemperî, yên ku xirabî kirine ne kujer û zalim in, lê wan ev xerabî tenê ji bo mayîna dewletê, bi hesta erkê kirine û îradeya wan heye ku ji ber van sedeman asê bûbe. Û dibe ku xirabî wisa be, sade û asayî. (Jixwe Eichmann jî sûcdarkirinên di doznameyê de yên li ser xwe qebûl nedikirin, ji ber ku di hikûmeta Naziyan de kiryarên wî li ser binyadeke dadî bûn û ev kiryar bi temamî bi hişmendiyeke peywirî anîne cih, loma xwe ji aliyê doznameyê ve bêsûc didît.) “Eichmann dianî ser zimên ku di hiyerarşiya Naziyan de tu desthilatiya wî tune bû û tenê fermanên ku jê re dihatin bi cih dianîn” (Ceseranî-2005).

Lê belê çawa mirovekî wiha ku mirovan tûşî mirinên curbicur kirine û bi sed hezaran mirov şandine mirinê, ewqasî dikare rojane be? Bi rojanebûna xwe ewqasî beredayî be? Bernsteîn li ser vê mijarê wiha dibêje: “Çalakiyên ku ji hêla hestên wiha ve hatî çêkirin, ku wekî çavkaniya xirabiyê dihatin dîtin, xwediyê paşxanayeke dîrokî ya dirêj bûn û her çend ne mirovî bin jî ji hêla mirovî ve têne famkirin.” (Bernstein-2010)  

Eichmann di sala 1962yan de berî darvekirina xwe bi du rojan ji serokkomarê Îsraîlê Yîtzhak Benzvî re name şandibû. Di vê nameyê de Eichmann gotibû, “wekî ku min di dadgehê de jî gotibû, li hemberî cihûyan hovîtiyeke mezin hatiye pêkanîn. Ji faîlên vê hovîtiyê divê vêga û di pêşerojê de hesab bê pirsîn. Lê belê di navbera serok û mirovên wekî min de ku tenê fermanan tînin cih, divê veqetînek hebe. Ez ne serokekî berpirsiyar bûm lewma jî xwe sûcdar nabînim.” (Eichmann-1962)

Yek ji nêçîrvanên Naziyan, Simon Wiesenthal ku di nav kampên Naziyan de maye û ji mirinê xilas bûye, di derheqê Naziyan de dibêje: “Ji bo ku kesek bi milyonan mirovan bikuje pêwîst nîne ku ew kes hişkbawer, sadîst ango ji mêjî ve dîn be; şopînerekî sozdar ku peywira xwe bi dilxwazî bîne cih bes e.” (Wîesenthal- 1998). Bi gotina Arendt: “Pirsgirêka rastîn ew e ku bi dehan kesên mîna Eichmann hene, bi dehan ji wan ne apore û ne jî sadîst in; mixabin hemû berê jî û niha jî bi awayekî dehşet asayî ne.” (Arendt-1963)

Ji van nêrînan dema em dinêrin, bûyîna di nav girseyan de xwebaweriyeke navînî dide mirovan û ew girse dibe sedema sûcan. Ji ber ku dema mijara sûc ne kesek be, komeke qelebalix be, kes nayê sûcdarkirin. Lewma sedem ev e ku mirovên wekî Eichmann ku bi cihûyan re tenê dimînin, bi hev re hevaltiyê dikin, çiqasî zanibin ku sibê dê wan bişînin mirinê jî nexweşên wan tedawî dikin, heya nasên xwe yên cihû ji welêt direvînin jî, lê belê ku ev kes dikevin nav girseyan, mêjiyê xwe li derve dihêlin û van kiryarên xirab bi awayeke asayî wek kar dibînin û dikin.

Piştî van komegotinan divê em vê bêjin: Ku hûn di nav girseyan de bin, ku hûn şopînerê bîrdozî an jî kesekî bin û her tişt ji we re asayî were, di cihê xwe de rawestin, berê xwe bidin asîman û ji xwe vê bipirsin: “Ez çi dikim?” Weke Arendt jî dibêje, “tu tişt ji fikirîna tiştên ku em dikin ne girîngtir e."                                                                                  

                                                                                          

ÇAVKANÎ:

CESERANI, David (2005) Becoming Eichmann

WİESENTHAL, Simon (1998) Justicia, no venganza

ARENDT, Hannah (1963) A report on the banality of evil, Eichmann in Jerusalem

EİCHMANN, Adolf (1962) Ji serokkomarê İsraîlê re name

BERNSTEIN, Richard. J (2010) Radikal Kötülük Felsefi Bir Sorgulama, çev. Nil Erdoğan, Filiz Deniztekin, İstanbul: Varlık Yayınları

Wêne ji danişîna Eichmann

KURDŞOP
864 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!