Kurd û mucîzeya cîhana modern

Gelo hikmetek li Kurdistanê heye ku bangî Žižekan bike û wisa bike ku dema ew feylesof hatine Kurdistanê, poşman nebin?

Diyako Şasiwar

Tora Medyayî ya Rûdawê vê dawiyê hevpeyvînek bi feylesof û profesorê navdar ê cîhanê Slavoj Žižek re kiriye, fikir û nêrîna wî ya herî dawiyê derbarê kurdan de belav kiriye.  Žižek bi zelalî û bê ti xwe vedizînekê, behsa kurdan dike. Berî niha jî nêrîna vî feylesofî derbarê kurdan de, bi taybet derbarê kurdên Rojavayê Kurdistanê de hatibû belavkirin. Tevgera azadîxwaz ya rojavayê Kurdistanê ji ber girêdana wê bi hizra çepgiriyê re, demeke dirêj e ku bala beşek ji feylesof û hizirmendên cîhanê kişandiye. Weke mînak, berî niha jî feylesof û zimazanê navdar ê amerîkî Noam Chomsky, çend caran derbarê kurdan de, bi taybet kurdên Rojavayê Kurdistanê de axiviye û tevgera wan weke rizgarkerê cîhanê daye nasandin. Ji bilî wê beşeke zêde ji çepgirên cîhanê hevsoz û piştgirê vê tevgerê ne. Weke mînak, tevgera "Êlekzerên Fransayê” (yellow vests) wê demê bi fermî ragihandin ku ew sîstemeke weke sîstema Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dixwazin.

Slavoj Žižek jî berî niha li ser kurdên rojhilat û rojavayê Kurdistanê axivîbû. Weke mînak derbarê bandora kurdên Rojhilat li ser şoreşa nû ya Îranê de axiviye ku bi şoreşa "jin jiyan azadî" hate naskirin.  Ew di wê baweriyê de ye ku slogana "jin jiyan azadî" sloganeke pêşketinxwaz û şoreşgêrane ye û sloganeke weha ji bilî Kurdistanê li çi devereke din a Îranê nikare serî hilde.

Slavoj Žižek di hevpeyvîna xwe ya vê dawiyê de dibêje demeke dirêj e hêvî dike ku bikare serdana Kurdistanê bike, berî belavbûna vîrûsa koronayê xwestiye serdana Zanîngeha Rojavayê Kurdistanê bike. Lê xuya ye ku nekariye, niha jî hêvî dike, eger derfet çêbe bikare serdana her parçeyeke Kurdistanê bike.  Tevî ku ew di gotinên xwe de dibêje ku Başûrê Kurdistanê jî mînakeke cuda ye, ji tevahiya Iraqê cuda ye û sîstema wê ya siyasî û akademîk taybet e, lê dibêje ew weke pêwîst çeprew nînin.

Di vê hevpeyvîna Žižek de du mijarên giring hene. A yekem ev e ku berdewam dibêje ew hez dike serdana Kurdistanê bike, ji ber ku bi navçeyeke ciyawaz ji tevahiya Rojhilata Navîn dide zanîn, ji ber wê dixwaze wî welatî bibîne. Ya duyem ev e ku behsa şiroveya rojhilatnasan li ser erdê kurdan dike.

Wek tê zanîn niha kurd giringiyê bi vê yekê didin ku berî niha biyaniyan û bi taybet ewropiyan derbarê kurdan de çi gotine. Gelek pirtûk li ser vê mijarê li Başûrê Kurdistanê tên weşandin, ku beşeke herî zêde ya wan bê mifah in û bi hederdana samanê giştî ye. Weke mînak behsa kurdan di sefernameyên îraniyan de hwd ku ev cureyên pirtûkan ji bilî wê yekê ku bi zimanekî xerab, ne kurdî û ne zanistî hatine wergerandin, di naveroka wan de jî tiştek nîne.

Armanca min ji vê nivîsê nîşandana nêrîna nivîskarên rojavayî ye derbarê kurdan de. Bi dehan pirtûk li ser vê mijarê hatine nivîsandin.

Slavoj Žižek bi çavekî rexnegirane behsa wan nivîsên rojhilatnasan dike û behsa wê yekê dike ku ev nivîsîn û rastiya Kurdistanê çiqas dûrî hev in.

Žižek dibêje ew dîmenê ku di dema gencîtiyê de li ser Kurdistanê di bala wî de bû, ji encama nivîsên wan pirtûkan bû ku kesên rojavayî derbarê Kurdistanê de nivîsîne. Ew di vê baweriyê de ye ku wan nivîskaran wêneyekî nerast û dijminkarane ji kurdan nîşan dane. Ew dibêje ku ev nivîskar xelkê kurd weke kesên şêt û bêhuner didin nasandin. Lê bi têgihiştina xwe ya niha, piştî ku kurd nas kirine û zanyarî li ser wan kom kirine, ew têgihiştina berê bêwate bûye. Ew dibêje, niha Kurd mînaka kesên jêhatî û têgihiştî yên Rojhilata Navîn in û ne tenê dikarin hemû Rojhilata Navîn biguherin, lê ew dikarin cîhanê jî biguherin. Ji ber wê Žižek dibêje kurd mucîzeya cîhana modern in. Her ji ber wê yekê dibêje; kurd ne tenê dikare bibe mînak bo welatên derdora xwe, lê ew dikare bo hemû cîhanê jî bibe mînak. Žižek dibêje kurd li Rojhilata Navîn di warê hizrî de gelek pêşketî ye.

Di dawiyê de ew feylesofê navdar pêşniyar dike ku kurd bi rêya cîhana dîjîtal û bernamesaziyê bibe pêşengê pîşesaziya serdemê, bê ku li pîşesaziya kevin vegere. Ew dibêje ku "hêviya min a herî dawiyê ev e ku ez serdana Kurdistanê bikim,  îcar her parçeyekî Kurdistanê be." 

Tevî ku Žižek kesekî navdar û giring ê cîhana hizrî ya vê serdemê ye, bo kurdan jî pir giring e ku yek ji feylesofên herî navdar ên cîhanê hêviya vê yekê dike ku ji nêzîk ve wî welatî bibîne û serdana zanîngehên wê bike.

Li vir a ku giring e têgeha siyasetvan û zanîngehên Başûrê Kurdistanê ye. Eger hewlek derbarê têkiliyên fikrî û peywendiyên siyasî û lobîkirinê li Kurdistanê hebe, divê zanîngeh û siyasetvanên Başûr bi hembêzeke vekirî, Slavoj Žižek weke hizirmend, akademîsyen û feylesofekî mezin bang bikin û amadebûn û nêrîna wî bi rêya medyayê bigihînin hemû cîhanê. Heta ku ereb, tirk, faris û rojavayî carekê ji zimanê vî feylesofê mezin rastî û dirustiya, hez û hêviyên mirovê kurd nas bikin.

Bêguman hebûna kesekî wek Žižek li Kurdistanê pileya fikir û hizra siyasî û rewşenbîrî ya xelkê kurd nîşan dide. Ne wek derbasbûna hin sîxurên –nivîskarên kurd ên îranî ku xwe bi navê Rojhilatê Kurdistanê ve mijûl kirine lê di rastiyê de ew ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatine erkdarkirin, henekan bi kurdên Rojhilatê Kurdistanê dikin, mişexoriyê li ser nebûna siyaseta çandî li Başûr bûye karê wan ê sereke. Ya ku niha ji dîplomasiya çandî û plana ferhengî giringtir e, hebûna kesayetiyekî bibandor ê biyanî û kurdên xwedî ezmûne li cihên giring ên Kurdistanê ye. Nek ev kesên ku qaşo nivîskar in û ji aliyê kesên nezan û gendel bi navên nivîskar û wergêr ji Tehranê ve bo Silêmaniyê bo festîvalên wek Gelawêjê tên bangkirin û piştre henekan bi aqil û statuya kurdan dikin. Gelo hikmetek li Kurdistanê heye ku bangî Žižekan bike û wisa bike ku dema ew feylesof hatine Kurdistanê, poşman nebin?

KURDŞOP
857 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!