Ozden Demir
Gelo mirov dê çawa qala bêdengiyê bike; tiştekî bê zar û ziman dê bi çi awayî bikare bîne ziman?
Gelek cureyên bêdengiyê hene û heke mirov bi hişmendî bi kar bîne, ew dikare di destê mirovî de bibe çek jî. Wek mînak, cihê ku tu xeberdanê li wir bêkêr dibînî, xwe kerr dikî û qirika xwe beredayî naqetînî, yan jî li hemberî barûdoxên ku peyv têrê nakin xwe kerr dikî û bêdengiya te ji gelek peyvan bitesîrtir dibe, yan jî li dijî wan merivan bêdeng dimînî ku hez ji şerê devkî dikin û ev kiryara te gelekî li zora wan diçe.
Lê belê, ez bi taybetî hez dikim behsa bêdengiya neyînî bikim; ango bêdengiya ku ji bikaranîna wê zirar digihîje mirovî.
Bêdengiya ji tembelî yan jî hînbûyinê peyda bûyî. Yek ji bêperwerdehiyê hatiye der, ya duyem, ji tirsê; lê herdu jî bi hev re têkildar in û sînorên wan derbasî hev dibin... Ez nabêjim ev rewş tenê di nava kurdan de heye lê ez dikarim bibêjim ev rewş bi miletên wek kurdan bindest û heya astekê paşvemayî re zêdetir e û ez ê bi xisûsiyeta kurdan ve behsa wê bikim.
Gelê kurd wekî her kes dizane, gelekî bindest û mêtingehkirî ye, evê rastiyê bi xwe re hinek diyarde derxistine holê; bo nimûne, kurd, bi zaneyî bêperwerde hatine hiştin, yên ku di sazî û dezgehên dewleta tirk de xwendine jî jixwe ji kurdbûnê derketine; yanî ew bûne xwendeyên tirk; yanî bi şertê derketina ji kurdbûnê û xizmetkirina bo tirkbûnê rêya xwendinê ji bo wan hatiye vekirin. Yên ku di sazî û dezgehên dewletê de xwendine û ev rewş qebûl nekirine jî, her babet tade li wan hatiye kirin û dûre ber bi derveyê sazûmanê hatine dehfdan; li gorî rewşa wan, hatine sirgûnkirin, hatine hepskirin an jî hatine kuştin. Ger tu yê kurd bimînî û bo hebûna xwe ya ser kurdbûnê perwerde bibî hingê serdestên me dê bi her awayî her astengiyê derxin pêşberî te. Helbet îro roj ev astengî hinekî sist bûne, têkoşîna kurdan a bi dehan salan serdestên me neçar kirine ku hefsarê di destê xwe de hinekî sist bikin lê rastî hêşta neguheriye.
Bêperwerdehiyê miletê kurd tembel kiriye, ev tembelî ne tembeliyeke fîzîkî ye, tembeliyeke hişî û derûnî ye. Di vê dewleta tirkan de karên hemalî gişan bi me kurdan didin kirin. Kurdên ku bêperwerde mayî û di karên hemalî de xeriqî wext û taqet nabînin ku karên bîr û hafizeyê bikin, ji xwe pêwîst jî nake, çiku efendiyên me li dewsa me wan karan dikin û ji me re dibêjin, “Hûn xwe newestînin em ê li şûna we bikin - em ê her biryareke heyatî ku bi her awayî jiyana we karîger dike li şûna we bigirin, hûn serê xwe pê neêşînin.”
Kurd ji ber vê yekê tembel bûne; nikarin bifikirin û xeyal bikin. Loma her bêdeng dimînin û di mijarên herî sereke yên jiyana rojane de jî bêdengiya xwe xira nakin.
Bi rastî tu kes minecim nîn e ku ji hestê di dilê mirovî de û fikra di serê mirovî de ji ber xwe haydar bibe heta ku mirov wî bi zar û ziman neke. Hew dikare ji ber tevgerên mirovî şiroveyan bike û hin texmînan bike. Erê xuya ye derdekî wî heye lê ji ber çi ye? Ger ew kes bi xwe sedema wê aciziya wî kesî nebe nikare texmîn jî bike.
Tirs hesta herî tirsnak e ku kesek an miletek xwe tê de asê bihêle, hînî wê bibe û hewl jî nede ku ji nav derkeve. Çiku çi tê serê mirovî/miletekî ji wê tê. Miletê kurd roja îroj hîna jî ew kefenê tirsê bi giştî neqelaştiye. Roja ku qelaşt û ji ser xwe avête sergodankê û agir berdayê, hingê em ê behsa wê nekin; dê neyê bîra me ku em behs bikin.
Bendeyekî bifikirin ku herdu destên xwe li pêş xwe girê dane û serê xwe xistiye ber xwe di hafa efendiyê xwe de. Û fêrî rewşa xwe bûye, bi ser de ji halê xwe razî ye. Ev dîmen, ez bawer im her tiştî rave dike.
Ev halên ruhî (tembelî û tirs) bi ferdên miletên din re jî dixuyin, lewra birek sedemên derdana wan hene; ji ber hindê, mimkin e sedemên wan ên cihê yên di kesayetên kurd ên cuda de vederbûyî hebin. Ya ku ez dixwazim diyar bikim diyardeyeke kolektîv e, giştî ye, îstîsna her hene.
Wêneyê serî: Thomas Willemsma