Ala û Nasnamey Gelan

Al belgeya herî girîng a nasname û sembola netewî ya her welatekî ye di nava civaka navnetewî de û bi awayeke taybet û cûda, netewe û baweriyên wan bi cîhanê dide nasandin.

Roj Qadirî

Ji dayîkbûna Alayan

Her qewmekî û alîgirên her olekê û Dewlet-Netewe yên cuda, bi dirêjahiya dîrokê, bo nîşandana cudahiya xwe bi derûdorê re, Alayek bikar anîne ku baweriyên wan nîşan bide. Yekemîn alayên fermî li welatê Çînê hatine bikaranîn heta ku beşên cuda yên leşkeran pê nas bikin û ji hev cuda bikin.

Guhertinên herî zêde di Alayên li ser derya (behrê) de hatine kirin. Keştiyên mezin û paporan Alayên xwe bo wê yekê bikar anîne ku ji mesafeyeke dûr ve bêne naskirin. Hin alayên naskirî weke yên welatên Holenda û Îspanya`yê taybet ji bo karûbarên deryayî hatine nexşandin. 

Ala û Nasname

Wek çawa "Sirûda Nîştimanî" li her welatekê wateya "Nasnameya Netewî" ya wî welatî ye. Bi heman awayî "Ala" jî nasnameya netewî li wî welatî nîşan dide. Sirûda Nîştimanî bi gotinên xwe û Ala bi rengên xwe nasnameya neteweyekê nîşan didin.

Weke navê welat, Ala û sembolên wê jî di nasandina her welatekî de pir giring in, hebûn, bawerî, armanc, nerîn, îdeolojî û hin caran dîroka welat jî nîşan dide.

Dibe ku Ala, erdnîgarî, pîşe û cotkariya welatan jî nîşan bide. Ala belgeya herî giring a nasname û sembola netewî ya her welatekî ye di nava civaka navnetewî de û bi şêwazekî taybet Netewe û Baweriyên wê dide nasandin.

Ala û Dewlet-Netewe

Bi derketina Dewlet-Neteweyan, rola Alayan gelek giring bû, pêgeheke berçav di warê siyaseta navnetewî de bidest xistin. Gelek welatên serbixwe alayên xwe li gor îdeolojî û nerîna partiya siyasî an jî grubekê çêdikin ku serxwebûn ji bo wî welatî bidest xistine.

Îro, Alaya her welatekî weke semboleke pir wate tê dîtin ku nasname, dîrok, çand û felsefeya wî welatî dide nasandin. Ala di avakirina yekgirtîbûn, yekdengî û yekîtiya navbera welatiyan, alîgirên ol û mezhebên cuda û pêkhateyên netewî di erdnîgariyên cuda de roleke giring heye. Herweha li hin welatan rojeke salê bo rêzgirtin li Ala`yê hatiye diyarkirin.

Sembolên Li Ser Alayan

Di Alayan de sembolên cuda tên bikaranîn, weke mînak, "Xaç"wateya desthilatdariya çanda Kirîstiyanî ye û oldariya Kirîstiyanî ye li welat.  Li sersala welatên wek "Yûnanistan, Denmark, Fînland, Iceland, Norwec, Swêd û gelek welatên din xaç hatiye bikaranîn.

Hîlala heyvê û stêrk jî di Ala hin welatan de hatiye bikaranîn, ev du bi hev re wate Hîlal û stêrka pênc per nîşaneya ola "Îslamê" û dîroka desthilatdarî û fermandariya Îslamî û alîgiriya Ola Îslamê ye li welat. Wek mînak ew sembol li ser ala welatên "Tirkiyê, Pakistan, El-Cezayîr – Komara Azerbaycanê, Malasyia û Tûnis" hatine bikaranîn.

Stêrka pênc per, wateya desthilata partiya Komunîst e û li Ala welatên wek "Çîn"ê de tê dîtin lê wan ji ber çanda xwe ya taybet, Komunîzma Çînê ji Komûnîzma Rûsî cuda kirin û rengê stêrkên xwe zer kirine.  Di Ala Vietnamê de jî wateya pênc grubên karkeran dide ku sîstema sosyalîstî li welat ava kirin. 

Wateya stêrkan li hin welatan cuda ye, weke Honduras û Philippines ku sê stêrk û Turkmenistan ku pênc stêrk hene û wateya erdnîgariya welat an parêzgehan a li herêmên wê welatî ye.

Li hin welatan wek Kirgizstan tîrêjên rojê wateyên cuda hene wate 40 tîrêjên di nava ala wî welatî de wateya 40 qebîle û 40 qehremanên wî welatî ye. 

"Şerît"ên li ser alaya hin welatan jî wateyên taybet hene. Weke mînak 14 şerîtên sor û spî li ser Ala Malaysia wateya 14 parêzgeh û herêmên wê federasyonê ye. Di nava Ala Yûnanistanê de 9 şerîtên Spî û Şîn hene ku wateya 9 birgeyên banga "Azadî yan Mirinê" ye ku dema şerê serxwebûnê de digotin.

Sembolên pîşeyî an cotkarî di Alayan de, behsa pîşeya cotkaran dikin ku dixwazin balê bikişînin ser cotkaran. Weke mînak ew sembol li ser Ala welatê Angola tên dîtin.

Dîmenên giya û daran jî  li ser Alayan wateya giyayên taybet ên wan welatan e. li ser ala welatê Libnanê dara "Sedir" û li ser Ala welatê Kanada dara "Efra" hatine nîşandan.

Wêneyê ajelan wateya hejêkirin an jî baweriya olî ya  wê neteweyê ye li hember ajelan. Şêr li ser ala Sri Lanka û ejderha li ser ala Bhutan ê  mînaka wan e. herweha Bazê du ser ê reş li ser Ala Albania wateya hêz û tîjbîniyê ye, ku dema şerê li gel Tirkiyê Ala leşkerî ya wî welatî bû.

Ji bilî yên ku me behsa wan kir, şikil, gotin, hevokên cuda jî li ser Alayên hin welatan tên nivîsîn.  wek hevoka li ser Ala welatê Siûdiyê ku wateya Ola Îslamê ye.

Herweha dîmenên "Çerx"ê li ser ala hin welatan nîşaneya baweriya bi (Bûda) ye li welat. Dîmenê perestgeha navdar li ser Ala Kamboca mînakek ji wan baweriyên olî ye.

Rengên Alayan

Rengê sor wateya Şoreş, Lehengî, Hêz, Vêrekî û gelek tiştên din ên weha ne. Weke mînak hin welatên ku di şerên cîhanî de beşdar bûne, bo rêzgirtin li cangoriyên xwe yên di şer de rengê sor di alayên xwe de bikar anîne. Herwaha rengê sor wateya lehengî û cangoriya leşkerê welatekê ye bo bidestxistina serxwebûnê. Rengê sor di Ala Ermenistanê de ew wate heye. Rengê sor yê ala Vietnamê nîşaneya serhildana şoreşê ye li wî welatî. li hin welatan jî rengê sor bi wateya komunîzmê ye.

Rengê kesk wateya Asayîş, hêvî, keskatî û Aramiyê ye. Kesk di ola îslamê de wate îman û baweriya bi olê, behsa jiyana berdewam û cîhana din dike. Rengê kesk bi awayê klasîk rengê ola Îslamê ye û di ala Siûdiyê, Komara Azerbaycanê û Afganistanê û hwd. de tê dîtin. Herweha li ala welatên Jamaica û Ozbekistanê de wateya şînkatî û daristanê ye.

Rengê spî di ala gelek welatan de weke Ozbekistan û Hindistanê wateya aştiyê ye. Lê di ala hin welatên din de wateyên din li xwe digre. Li Ala Fînlandê de wateya berfa zivistanê ye, an jî di ala Kanadayê de wateya navçeyên Berfê yên Bakûrê wî welatî ye. Di Alaya Tacîkistanê de wateya berhemekî giring a welatî wate Pembû ye. rengê spî di ala Indonesia de wateya "Ruh" dide ku hemberî rengê Sor e ku wateya Laşê dide. Rengê Spî yê Xaçê li ser ala Yûnanistanê wateya pîroziya şerê serxwebûnê ye.

Ala Kurdistanê

Kurd weke neteweya herî mezin a bê dewlet li Rojhilata Navîn ala xwe ya fermî heye.

Ala Kurdistanê sê reng in ku rojeke bi 21 tîrêjên xwe di orta wê de ye, tevî sembolên din weke sirûda nîştimanî ya Ey Reqîb û Pêşmerge bi sembola neteweya Kurd tê hejmartin û li cem piraniya hêz û partiyên siyasî yên çar perçeyên Kurdistanê bi fermî hatiye naskirin û di helkeftan de bilind dikin û bikar tînin.

Silogana netewî ya Ala Kurdistanê, Roja Zêrîn e, 21 tîrêjên wek hev hene ku hin kes dibêjin  21 Adarê wate sersala Kurdî ye û hin kes dibêjin wateya 21 malbatên Medya ye ku bi hev re peyman danîn û desthilata Medya avakirin.

Wateya Rengan li ser Ala Kurdistanê

Rengê sor wateya şoreş û dana xwînê ye di şerê dijî dujminan, Azadî, Hêz û Wekheviyê de. Rengê kesk wateya keskatî û avedaniya welat û parastinê ye. Rengê Spî wateya Aştî, Aramî û Agirbestê ye.

Ala Kurdisanê di Dîrokê de

Di serhildana sala 1914`an a Bedlîsê de, Ala Kurdistanê bi qumaşeke zêrîn hatibû çêkirin û ayeteke Quranê li ser bû.

Ala Kurdistanê di serdema Şêx Mehmûd de di sala 1919an de li ser avahiya efserê siyasî yê Brîtanya hate bilindkirin ku heyveke sor li ser alayeke kesk bû.

Ala Kurdistanê di serdema "Simko Şikak" de di sala 1922`an de li ser nivîsandibûn "Kurdistana Azad"

Di dema şoreşa Şêx Seîd Pîran di sala 1925`an de Alayek bilind kir ku rengê wê kesk bû û rojek li ser bû.

Di dema Komeleya Hîwa de li sala 1937`an alayek hebû, pêwîst bû ku endamên wê komeleyê bi Quran, Xencer û Alayê sondê bixwin

Partiya Azadiya Kurdistanê sala 1938`an hat damezirandin û ala wan du xencer û sê stêrk bûn.

Di dema damezirandina Komara Kurdistanê de di 2ê Rêbendana 2646 a Kurdî (22 Çileya 1946`an) de ji ber ladana paşmayên desthilata paşatiyê bi destê hêza Pêşmergeyên Hizba Demokrat a Kurdistanê ve li  Mehabadê  bi fermî û di merasîmekî    de Ala Kurdistanê hat bilindkirin.

Niha jî li Parlementoya Kurdistanê bi biryara hejmara 26 a 11/11/1999 ku ji yasaya hejmar 14 ya sala 1991`an hatiye wergirtin, şêweya Ala Kurdistanê, pîvan û awayê bilindkirina wê hatiye diyarkirin.

Sala 2009an Parlementoya Herêma Kurdistanê biryar da ku roja 26ê sermawez (17 Çile) wek roja Ala Kurdistanê bê diyarkirin ku hevdeme li gel bilindkirina Ala Kurdisanê li ser avahiya bajêrvaniyê ya Mehabadê di 17 çileya sala 1945`an de ji aliyê Komara Kurdistanê ve.

KURDŞOP
650 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!