Di çend salên borî de, awayê nivîsîna bîranînan di nava nivîskarên Kurd de gelek zêde bûye. Ew yek ji çend aliyan ve bo Kurdan giring e. yekem, ev e ku nivîskarên Kurd di wan bîranînan de beşeke zêde ya bûyerên siyasî û civakî ku xelkê asayî nizanin, eşkere dikin û xwandevanê Kurd hûrgiliyên bûyerên derdora xwe dizane û rêyekê dibîne ku wan bûyeran şirove bikin. Ji aliyê din ew berhem weke amûrekî xav li ber destê nivîskarên serdemê ye û dikarin valahiyeke mezin dagrin.
Tevî ku ew bîranîn bi tena serê xwe ne dîroke, lê belgeyên baş in bo piştrastkirina dîroka hevçerx. Tevî ku ew tevger vedigere bo zêdetir ji 10 salan berî niha lê piştî pirtûka "Çêştî Micêwir" a Mamosta Hejar gelek zêde bûn. Piştî belavbûna pirtûka "Çêştî Micêwir" bertek û nerînên cuda derketin. Kesên wek dîrok lê temaşe kirin gelek tişt têde dîtin ku guman li rastiya wan kirin, lê kesên weke hizra siyasî ya nivîskar temaşe kirin, ew bi giring nezanîn û gotin ku mamosta Hejar ew pirtûk di berjewediya aliyekî diyar de nivîsandiye. Lê kesên weke serbihora nivîskar û edîbek temaşe kirin, hem zimanê wê bi bilind nirxandin û hem jî geheştin wê baweriyê ku dibe bîranîn bi temamî wek wan tiştan nebe ku li ser erdê çêbûye, dibe ku hin mijar hatibin jibîrkirin, dibe ku hin tişt bi şaşî di bala wî de mabin, an jî dibe ku hin kes aciz kiribin û hin kesên din mezin kiribin. Eger em her yek ji van nerînan berçav bigrin, dîsan bo me xuya dibe ku pirtûkekî giring e, rewşa siyasî û civakî ya serdema jiyana nivîskar şîrove dike.
Yek ji wan pirtûkên ku di salên borî de her di vî warî de hatiye nivîsandin, bi pozetîf û negatîf şîrove li ser hatine kirin, pirtûka helbestvanê Kurd e ku piştre bû siyasetvan ku ew jî "Heval Kwêstanî" ye. Navê pirtûkê "Dema ku Nîştiman a Hemûyan bû ku bi zaravayê Soranî dibe, ‘’Ew Katey Nîştiman Hî Hemûan bû" ye, her piştî ku derket, du desteyan li hember hev bertek nîşan dan. Grubekê digotin ku Heval Kwêstanê wekî endamê "Komeleya Rençderan" rastiyên dîrokî berovajî kirine û tiştên nerast xistine stûyê rêberên siyasî yên "Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê" bi taybet jî nerîna wî derbarê "Nûşîrwan Mistefa" rexne kirin û digotin ew tolhildana siyasî ye û Heval Kwêstanî dixwaze bi vê rêyê kesekî wek Nûşîrwan Mistefa lînç bike. Grubeke din vegotin û nivîsên wî bi karekî baş, netirs û wêrek didan zanîn.
Min çend mijar ji vê pirtûkê girtin.
Yek: Heval Kwêstanî jî wekî gelek kesên din ku bîranînên siyasî û civakî nivîsandine, tenê tawanbaran dibîne, çi wê dema ku li Radyoya Şoreşê bûye û çi serdema ku wek kadroyek erkên xwe cîbicî kirine, xwe ji hemû şaşî û kêmasiyekê dûr digre.
Lê dîsan jî pirtûka Heval Kwêstanî li cem min pirtûkek giring e. Ji ber ku ew pirtûk tenê hin bîranînan li xwe nagre, nivîskar rêbazeke edebî bo gotina serbihora xwe bikar tîne. Ew rêbaz dibe sedem ku nivîsa wî ji berhemê kesên din ku bîranînên xwe dinivîsin cûda be. Wate hem dawiya bîranînên wî wek romanekê ye û hem jî destpêka her beşekê weke romanekê şîrove dike û pêde diçe. Zimanekî edebî yê dewlemend jî bikar aniye ku ev zimanê paqij bi kêmî di nav nivîskarên niha de tê dîtin.
Herweha giringiyeke din a pirtûka Heval Kwêstanî ew e ku bûyeran şirove dike.
Wek tê zanîn di nivîsadina serbihoriyan de tenê tiştên çêbûne tên tomarkirin, nivîskar sedemên wan bûyeran şîrove nake û nirxandinê jêre nake û rexne jî nake, çawa bûyer çêbûne dinivîse lê ya ku Heval Kwêstanî kiriye cûda ye. Ew pirtûk tenê behsa wan serpêhatiyan nake ku di nava şoreşê de bi ser wî de hatine.
Pirtûka "Dema Ku Nîştiman A Hemûan Bû" tevî ku serbihoriya kesekî ye, heman demê de rexne kirina rewşa şoreşê ye li Başûrê Kurdistanê. Hejmareke kêm a nivîskaran û bi taybet nivîskarên aktîv ên siyasî ew kar kirine. Ew behsa bûyerên nava partiyekê de dike ku heta niha bixwe têde endam e û her ji aliyê wê partiyê ve weke endamê Parlementoya Iraqê hat hilbijartin. Ew behsa hemû şaştiyên serdema şoreşê dike. li şûna ku partiyên dijber rexne bike, serkirdatiya partiyekê rexne dike ku bixwe têde endam e û gelek karên giring bo wan kirine. Weke mînak du rêberên naskirî û navdar ên wê partiyê "Celal Talebanî" û " Nûşîrwan Mistefa" rexne dike, herweha ew rexneyên ji Nûşîrwan Mistefa digre tûnd in û bi hemberkirina li gel wan rexneyên ji Celal Talebanî digre, eşkere û berçavtir in, rexneyên wî asta herî bilind a desthilata wê demê ya partiya wî û serdema nûneratiya wî bixwe jî rexne dike.
Di nava pirtûka Heval Kwêstanî de, xwendekar tenê bedewiyên şoreşê nabîne, lê dizane ew şoreşa ku bi hezaran xortên Kurd xwîna xwe jêre dane di gelek qonaxan de rastî gendeliya siyasî û desthilatê bûye, weke mînak ew kesên ku Nûşîrwan Mistefa bi eşkere û bê ti sedemekê wan dikûje.
Heval Kwêstanî behsa tevahiya wan bûyer û tesfiyatan dike ku ji aliyê Nûşîrwan Mistefa ve hatine kirin, bi hûrî behsa wan dike, tevî ku tiştên wesa derbarê Celal Talebanî de nabêje lê tîne ziman ku Calal Talebanî jî agahdarê wan karan bû û xwe bêdeng kiriye.
Rexneya herî tund li hember Celal Talebanî ku heye dibêje; bi hewlên wî Komeleya Rençderan ku bixwe statûyeke siyasî ya bihêz bû li Başûrê Kurdistanê, ji wate û têgeha xwe hat valakirin û bi pêşniyara wî Nûşîrwan Mistefa bû sekreterê wê partiyê, ev jî di demekê de ku qet baweriya Nûşîrwan bi vê rêbazê nebû. "Ew rojaney Nîştiman Hî Hemûan Bû" awayeke din a helwêst û bîranînên siyasî nîşanî me dide.