Şerko JANZÊM
Kurdshop - Asîmîlasyon, an bişaftin an jî bi awayekî nermtir entegrekirin (bûn) ev bobelata ku bi piranî li ser serê kom, cemaet û neteweyên kêmar in. Carina nerma nerma û carina jî bi darê zorê tê kirin. Nexweşîyeke ku di serdema modern de bi lez û bez belav dibe û edî rê li ber nayê girtin.
Bişaftin bi her awayî bandorê li mirovî dike; çand, huner, jiyan, şekl û şemal, ziman, edebîyat, ol, rabûn û rûniştin… ev navên ku li jorê hatine dayîn û gelekên mîna wan hene ku nehatin bîra min ev hemî dikevin bin bandora çandên serdest û entegreyî wan dibin. Di serdema modern û cîhana kapîtalîst de êdî pir rengî, pir çandî her ku diçe kêm dibe û civak ji gelek hêlan ve dişibin van û haya te ji vê yekê çênabe heta ku li xwe hay dibe tu ji gelek hêlan ve ne tu yî. Lê tu nabe weke wan jî.
Di perspektifeke teng de bi awayekî global bişaftin ev e ku em berê xwe bidin civaka xwe ka rewşa me çi ye, em di çi halî de ne em di kijan astê de ne. Bi min em kurd (qesta min kurdên Bakûrê Kurdistanê ye) me asîmîlasyon derbas kiriye û em niha di merhaleya otoasîmîlasyonê de ne. Piştî zilm û zordarîya bi salan a dewletê li ser çand, huner ziman û hwd. Di çend salên dawî de dewletê benê asîmîlasyonê sist kiriye îca gelê me benê otoasîmîlasyonê xistîye stûyê xwe û her ku diçe jî wî benî li xwe dişidîne.
Di hin mijaran de dewlet êdî rasterast qedexe nake lê rê li ber digire îmkanên xwe û dezgêhên xwe nade kurdan lê ji bo kurdan alternatîf jî pir in li gel van alternatîfan di wê serdema digital de derfet pirtir in. Lê dîsa jî hin kurdên me ji kurdbûna xwe dixeyidin û dibêjin êdî em hunera xwe bi kurdî nakin. Lê li hêleke din hinek bi kêm derfetîyan gelek berhemên hêja diafirînin. Ev rewşa kurdan ku haya wan ji bişaftinê heye ku li hemberî wê xwe û derdora xwe şîyar dikin û li dijî wê bertekan didin. Yanî ev mirov xemxwarin.
Gelo civak çawa ye? Kurdên ku xema wan tine ye çi dikin. Kurdên ku haya wan ji vê meseleyê tine ye, kurdên ku nîv bajarî ne; tam entegreyî bajar nebûne û dev ji jiyana xwe ya gund ji bernedane. Em dikarin mînakên komên biçûk yên civakê zêde bikin. Ev komên biçûk di dema salên ku zext û zordarîyê de li hemberî wan zext û zordarîyan têdikoşîyan lê piştî ku ketin nav jiyana kapîtalîst û di ser de jî dewletê (dewleta mêtînger) bişaftina bi darê zorê sist kir êdî gel hêdî hêdî ber bi qalibên ku serdestan dixwast wan têxê yê îcar ew bi xwe dikevin wî qalibî. Mînak; êdî dê û bav bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin. Navên tirkî li wan dikin, ji ber ku dê û bav li televizyon, fîlm, rêzefîlm, muzîk û tîmên wan yên futbolê û hwd. temaşe dikin jiyana xwe dikin mîna ya wan axaftinên wan xemên wan yên rojane, hezkirina wan a li tiştan hemî dibin mîna yên serdestên wan. Lê van tiştên ku min jimartin dewlet bi zorê nake mîna qaşo îmkanekê daye û gel jî vê yekê digire û bi kar tîne. Haya kurdan ji vê yekê tune ye ku ev yek otoasîmîlasyon bi xwe ye. Bêyî ku haya wan jê hebe dibin perçeyek vê pergala dagirkerên axa xwe û bi demê re di nav de dihelin û dibin ji wan. Mînakên vê pêvajoyê ku di 20-30 sal berê bi teybetî li hin bajarên kurdistanê yên mîna; Erzerom, Erzîngan, Sêwas, Meletî, Xarpêt, Semsûr, Dîlok û hin bajarên ku niha nîve nîv guherîbin hatibû meşandin niha bi şêniyên van bajaran xwe kurd nahesibînin û bûne xwedî çandeke melez û bi vê yekê kêfxweş in. Di ser de jî bi çavekî biçûk li wan kesên ku nehatine asîmîlekirin dinêrin û ku dem tê şerê wan jî dikin.
Ev mînakên ji destçûnê li ber me ye lê dîsa jî em ji bo vê yekê gel bi zimanekî nerm hişyar nakin. Tiştê herî zahmet ev e ku haya gel ji vê otoasîmîlasyona ku bi destê xwe dike tune ye û jê we ye ku jiyan bi vî rengî ye lê nizane ku herî zêde du nifşên din ew ê jî di nava vê pergalê de bihelin û bibin nivperçeyê dagirkerên axa xwe. Jixwe îro gelek nevî bi zimanê dapîr û bapîrên xwe nizanin. Mixabin nexweşîya otoasîmîlasyonê di nav kurdan de bi lez û bez belav dibe û kesî efû nake divê meriv hay jê hebe. Dem berê demê divê hişyarî bo civakê bê dayîn û pêşî lê bê girtin.