Welatê Îranê tevî ku welatekî pir netewe û çande, lê di sedsalên borî de ji aliyê siyasetvanên Fars û di serdema hikûmetên Reza Şah Pehlewî, Heme Reza Şah Pehlewî û Komara Îslamî de, plan di berjewendiya Pan-Farsîsman de hatiye danîn û li dijî neteweyên din kar kirine.
Her ji destpêkê ku Reza Şah hate ser desthilatê, yek ji mijarên giringî pê da û kar li ser kiriye, lawazkirina daxwazî û naskirina nasnameya neteweyên din bû. Wî herdem xwestiye ku wê tevna civakî ji ber hev hilweşîne, Planên wî Şahê nexwendevan bo cîbicîkirina vê projeyê bi kuştina “Mîrza Kuçek Xanê Cengelî” rêberê serhildana “Cengel” li Bakurê Îranê û terorkirina “Simayîl Axa Simko” li Kurdistanê destpê kir.
Heme Reza Şah ê kurê wî jî bi siloganên kevneşop û vejandina çand û jiyana şahên berê yên Farsan berdewamî daye desthilata bavê xwe û bi dirûşma “Kûruş tu razê em şiyar in” armanca wî ew bû ku, ew haydarî siyaseta Îran û serdestiya Farsa ne. Wî jî her du komarên Azerbaycan û Kurdistanê tepeser kirin û bi sed hezaran kes ji wan du neteweyan kuştin û dijatiya xwe li gel hemû neteweyên Îranê nîşan da.
Karnameya Komara Îslamî ya Îranê di wî warî de xuyaye ku yek ji encamên wê, Şoreşa Jîna bû ku silogana “Jin, Jiyan, Azadî” destpê kir.
Mehdî Celalî Tehranî kesyetiyekî siyasî yê Fars e ku dijî tevgera Navendî ya Îranê ye, ew di nivîsa xwe ya herî nû de balê dikişîne ser xaleke giring ku divê em li ser bisekinin, xwendevan û xelkê Kurd wan hizran berfireh bikin, heta ku dengê wê pêkhateya kêm a di nava Farsan de bigihînin guhê piranya xelkê Îranê.
Ev nivîskar di nivîsekê de bi navê “ Surprayza Şoreşa Jîna” balê dikişîne ser wê yekê ku şoreşa Jîna ji aliyê kesên Fars ên ku li navenda Îranê ne hatiye dizîn û ji wateya xwe ya resen hat valakirin. Ji ber wê heta niha negihane encamê. Ew behsa dirûşma wê şoreşê dike ku “Jin, Jiyan, Azadî” ye dibêje: li şûna ku Fars bi hûrî biçine nava zemîneya siyasî, civakî û dîrokî ya vê dirûşmê de û bi têgeheştin ji van mijaran hewil bidin ku hevdilî û hevdengiyê li gel wan kesan çêkin ku ev şoreş destpê kirine û li gel wan bin û tevî wan dijatiya gendelî, tepeserkirin û zulma li ser jinan bikin lê tenê ew dirûşim dizîn û wergerandine ser zimanê farsî û gotina “Jin” kirine “Zen “ û jiyan û Azadî jî wergerandine ser zimanê Farsî
Lê pêwîst bû Fars bizanin ku “Jin” di zimanê Kurdî de tenê wekî ku farisî de Zen e her tenê Zen nîne. Jin wate “Zenê Kurd” an “Jin a Kurd”. Jina Kurd dîrokek ji azadiyê bi xwe re hilgirtiye, ji bo wekheviya civakê xebat kiriye, xebata çekdarî dijî dagîrkar kiriye, dijatiya mêrsalarî (Serdestbûna Zilam” û navendîbûnê kiriye û herwaha gelek xebatên din kirine ku zemîneya wê di nava Farsan de nîne.
Ev ne gotinên nivîskarekî Kurd in ku guman li ser wan bê kirin, ku alîgiriya jinên neteweya xwe dike, lê ew gotinên nivîskar û siyasetvanekî Fars in ku şîroveke rast bo şoreşa Jîna û Jina Kurd kiriye û dixwaze rastiyan bêje.
Di nava tevgera şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de ku ji Seqizê destpê kir û piştre tevahiya Rojhilatê Kurdistanê daye ber xwe, destpêkê kesên li navendê û siyasetvanên opozisyonê pêşwaziya wê tevgerê kirin û bi wergêrana siloganan nîşan dan ku ew piştevaniya wê şoreşê dikin. Lê piştre hem kesên li navendê û hem jî opozisyona Fars a li derve, careke din bi fikra navendîbûna xwe nekarîn wateya wan dirûşman bizanin. destpêkê hewil dan ku dirûşmeke nêrane û mêrane li hember wê ava bikin. Wan dirûşma “Mêr, Welat, Avedanî” bilind kirin, lê ewqas kilîşeyî û dijî jinan û dijî azadiyê bû kesên ew silogan hilgirtibûn şermezar bûn ku beşeke herî zêde ya wan kesan, alîgirên sîstema paşatiyê bûn ku ji wan re dibêjin (Seltenet Teleb).
Piştre xwestin bi mezinkirina mijareke weke hicabê bêjin ku tenê pirsgirêka jinan hicab e, lê di demekê de ku di gotina Jin, Jiyan, Azadî de bi sedan wate û şîroveyên cûda hene ku warên siyasî û civakî li xwe digrin, Hîcab tenê yek ji wan wateyan e. Jiyan bi hemû wateyên xwe yên civakî, Aborî û Çandî .. Azadî bi hemû wateyên xwe weke, azadiya siyasî û civakî û aborî û çandî û regezî heta azadiya olî û raderbirînê … lê ya ku nivîskar û siyasetvanên Fars ên li navendê guhdar kirin û dîtin tenê laşê jinê û biskê jinan bû. Ew jî jina Fars a navendî nek jina kurd û berxwedan û dîrok û xebata wê bo azadiyê û wekheviyê û dijatîkirina li gel sîstema totalîter.
Her ji ber wê, ew gotina Mehdî Celalî Tehranî, nivîskar û siyasetvanê Fars û opozisyona Îranê ku li ser zimanê wî hatiye gotin wateyeke rast û dirust heye dema ku dibêje; Em weke Fars di şoreşa Jînayê de ketine pey Kurdan, lê me wateya wê şoreşê nezanî û tenê me dirûşma wan wergerande ser zimanê Farsî, di demekê de ev dirûşma Kurdî dîrokek ji berxwedan, xebata siyasî, civakî û çandî li pişt heye û heta ku em vê dîrokê nasnekin û tênegihêjin ev şoreşa me sernakeve.
Her ji ber wê, feylesofê navdar ê serdemê “Slavoj Žižek” dibêje: Dûr û nêzîk ez agahdarê bûyerên Îranê bûm, lê sibehekê ez ji xevê şiyar bûm min dît dirûşmeke giring a weke jin, jin û azdî li Îranê tê gotin ez veciniqîm. Ev dirûşim li gel dirûşmên berê yên kilêşeyî yên Îranê gelek cuda bû, berê niha digotin “Top, Tank, Fişfisê, Axund Bayed Gum Bişê” lê niha bi şevekê ev silogana Radîkal derketiye meydanê û serî rakriye.
“Slavoj Žižek” dibêje min telefona civaknasekî Fars ê bi navê Yûsif Ebazerî kir û min got ev silogan çi ye û çawa serîhildaye, di bersivê de got ku ev silogan ji Kurdistanê hatiye, wê demê min zanî ku siloganeke wesa bihêz û radîkal ne li Kurdistanê be, li çi devereke din nikare serî hilde