N: Keyhan Mihemedînijad
Gelê Kurd ji ber ku take netewa aramgirtî û cihgirtî di Rojhilata Navîn de ye, di warê dîrok, şaristaniyet, folklor û…hwd de gelek dewlemend e.
Netewa Kurd hertimî şanaziyê bi dewlemendiya folklora xwe dike û ger mirov ya rastî bêje netewên din jî behsa dewlemendiya folklora Kurdî kirine. Berevajî jî hin ji netewên dagîrker hewla dizîna folklora Kurdî dane.
Lewma hewce ye di destpêkê de em pênaseya peyva folklorê bizanin û bizanin ka yekem car ev peyva li kuderê hatiye û paşê emê bêne ser folklora Kurdî û bizanin ka çiqas li ser netewesaziyê bi bandor e.
Folklor çemkek gelek kevn nîne, lê naveroka wê kevn e; folklor peyvek hevdûdanî ye û ji “folk” bi wateya “xelk” û “lor” bi wateya “Zanist” wate “kultûra xelk”ê hatiye danîn. Peyva ”folklor”ê cara yekê sala 1846ê ji aliyê nivîserê Birîtanî yê bi navê William John Thoms di kovara Athenæum’ê de hate belavkirin. Wî ev peyva li cihê wêjeya bazarî bikar anî.
Navborî di nameyekê de bo xelkê Atînê dinivîse: “ji îro paş ve li cihê peyvên dab û nerît, peyva “folklor” bikar bînin”.
Tê zanîn ku folklor li cem William John Thoms kiryar, dab û nerît, çîrok, xeyal, gotinên pêşînan, sêhr û wêjeya devkî û tev tiştên kevn ji xwe digre. Êdî peyva folklor hêdî hêdî cihê xwe di nav civakan de vedike.
Di pênaseyek din de ku ji aliyê Saziya “UNCO”yê ve li ser folklorê hatiye kirin, komek ji berhemên hizrî ên mirovin ku civakekî ji civakekî din cuda dike û hin mijarên wekî çîrok, helbest, wêje, nîşane, şûnwarên hunerî, amrazên lêdana mûzîkê û pîşeya destî, şûnwarên dîrokî û çêkirina avahiyan û tiştên din ji wê mijarê li xwe digre.
Di nav gelê Kurd de jî, folklor wiha hatiye pênasekirin: Wêjeya devkî wek heyran, lawik, hore, siyaçemane, gotinên pêşiyan, metelok, çîrok û amûrên lêdana mûzîkê, kelûpelên nav malê yên kevnar, roman, laye laye ya dayîkan û…hwd.
Folklor çavkaniya vegoteyê ye û dahênerên wê diyar nîne. Eva yeka ronîtirîn pênaseya folklorê ye ku diyar nîne afirînerê wê kê\kî bûye.
Bi rêya folklorê ve agahiyên derbarê nirxên netewan têne zanîn û folklor gencîneyek bêhempa ya vegotinên wêjeyî û herwisa yek ji rêyên herî baş ên naskirin û şirovekirina neteweyekê ye. Folklor jîne û jînek ku huner û wêjeyê ji xwe re kiriye pêlekan e.
Neteweya Kurd yek ji wan netewane ku xwediyê folkloreke kevnar e û di warê çand, wêje, cilûberg, mûzîk, metelok, helbest, dîlan û govend, xwarin û vexwarinê de gelek dewlemend e.
Em dikarin bêjin ku folklora neteweya Kurd çavkaniya dewlemendiya tev folklora Rojhilata Navîn e. ji ber ku Kurd yekemîn neteweya aramgirtî li ser nîştimana xwe bûye. Di rastiyê de Kurd koçer nebûye, Kurd ji warek din ve nehatiye, ji ber ku Kurd yekemîn neteweya aramgirtî li Zagrosê bûye, şaristaniyet hatiye afirandin; şaristaniyet bi koçeriyê nayê afirandin, ji ber ku koçeran şaristaniyet nîne, wan çand û bînasazî nîne. Ger mirov cihekê nîştecih bibe, divê pêş hemû teştekî bîr ji çêkirina avahiyekê yan cihek bo jiyankirinê bike. Ger mirov xaniyekê çêkir, hizra ajeldarî û çandiniyê dike. Yek ji van tiştên ku neteweyek nîştecih pêwîstî pêye çand, wêje û şaristaniyet e. Her lewma jî hemû cîhan baş dizane ku yekemîn neteweya aramgirtî li Zagrosê, neteweya Kurd e; Ger wisa ye em xwediyê dewlemendtirîn wêje, çand û folklorê ne. Di rastî de folklora Kurdî wek deryayek mezin e û mirov herçiqas jê hildide dawî pê nayê.
Yek ji bingehên nasyonalîzma Kurd folklor e, ji ber folklor netewan dide nasîn. Çaka parastina her neteweyekê folklor e û mirov bi rêya vê çekê ve dikare netewa xwe biparêze.
Folklorê bandorek gelek mezin li ser netewesaziyê heye û bûye bingeha civakan bo netewîbûn û herwisa bandor li ser nîştimansazî jî heye. Folklor wek eyne ango neynûkê ye û netewe di wê neynûkê de tê xuyakirin. Ger em mêzeyê çîrokên folklorî, lawik, heyran û çîrokên Kurdî dikin, em dibînin piraniya wan li ser qehremanî, kesayetiyên bi navûbang ên Kurd, şerê wan digel dagîrkeran û sedan mînakên din ku ji bo nîştimana xwe xebat kirine, hatiye afirandin. Yan jî mirov mêzeyî govendên Kurdî yên folklorî dike, mirov wê demê dibîne ku ev govendên Kurdî tejî remz û serkeftin in. Govendên Kurdî yên folklorî bi zimanê dîlanê ji me re diaxivin û bûyerên kevnar û hewlên nîştimansazî nîşanê me didin.
Tevî vê ku welatên koloniyalîstî hewla dagîrkirina axa Kurdistanê dane, wan hevdem hewl daye bi berdewamî folklora Kurdî bidizin, bihelînin û bikin milkê xwe. Wan dagîrkerên Kurdistanê ji ziman ve bigire heta amûrên mûzîkê yên Kurdî û çîrok û sedan tiştên din ên folklora Kurdî hêdî hêdî dizîne û dagîr kirine.
Sedema lawazkirin û helandina folklora netewa Kurd, vedigere li ser xwedî dernekevtina Kurdan ji folklora xwe.
Her lewma rewşenbîr, nivîskar û lêkolîneran rolek gelek girîng di piroseya geşekirina folklorê û nehêştina asîmîlebûna folklorê de hene û dikarin folklorê hem geşe bikin û hem jî bi avakirina navend û nivîsandina pirtûka nehêlin ber bi ji navçûnê ve her. Çimkî rola sereke ya parastina folklorê dikeve ser milê lêkoler û nivîseran.
Ew kesên ku xwedî desthilat in û kesên hezkiriyê folklorê ne û şiyana wan a lipeykevtinê heye, bila kar li ser folklorê bikin û ber bi geşekirinê ve bibin. Ger em nekarin folklora xwe biparêzin, dê dagîrkerên Kurdistanê wê folklorê asîmîle bikin û emê demekê mêze bikin ku me tiştek bi navê folklorê nîne. Her çawa ku li jorê jî hate behskirin, folklorê di pêvajoya netewesazî û nîştimansazî de bandorek girîng heye û eva folklor e ku me wek netewe dide nasîn û erkê parastinê wê yekê li ser milê tak bi takê me ye.