Xebateke kesk di rêya Kurdistanê de Êko-nasyonalîzma Şerîf Bacwer û hevalên wî

N: Dr. Kemal Silêmanî W bo farsî: Rojanû Qasimiyanî W: Şehab Xalidî

 

 

 

Serbarê berfirehiya stratejiya pêkanîna tirs û wehşetê û herwiha serederiya tundûtîj a rejîmê di pirsên ewlehiyê de, çalakiyên jîngehî li kurdistanê bi serhişkî û micidbûneke tewaw jiyan xwe didomîne. Ew micidbûn li ser çalakên Kurd gelek giran tewaw bûye. Lê wisa dihate zanîn ku rewayiya cîhanî a çalakiyên êkolojîk dikare deriyê vî aliyê siyasetê li Kurdistana emniyetîkirî nîvevekirî bihêle. Ew gotina Şerîf Bacwer ku dibêje: “Dema tu xwe davêjî nav agir de, ti kes nikare bibe asteng li ser rêya te”, vê rastiyê piştrast dike. Şerîf Bacwer cangoriyê rêya parastina jîngehê dibêje: “Ew dizanin ku bi neçarî divê rojekê Kurdistanê bi cih bihêlin, lewra jî dixwazin ku Kurdistanê tune bikin û ji nav bibin”. Herwisa Omîd Kohnepoşî cangoriyekî din ê rêya parastina jîngehê dibêje: “Hemû hewla min ew e ku ez ji bo zarokên nîştimana xwe cîhaneke din ava bikim, cîhaneke xweşik.” Herwisa di beşeke nameya hevderdiyê a “Navenda Berg û Belût” a şaristana Îwan a parêzgeha Îlamê, derheqê şîn û taziya Şerîf Bacwer û hevalên wî de hatiye: “Digel darê bi zimanê agir neaxifin, ku berî darê hûnê dil û qelbê min beşewitînin, ez ji cinsê çiya me, dar bi zimanê min ê dayîkê hawar dikin, û ez dengê wan dibihîzim.”

 

Pêşgotin

Di dawiya dehka 90î a zayînî de şer û kêşeya hebûnê di hundirê cergeyên curbicur ên hikûmetî li Îranê herçend bo heyameke kurt, lê rewşek bona xebata nasnamexwaziyê vekir. Mîrata ya ku li Îranê wek reformxazî tê naskirin, di gelek biyavan de ji bo Kurdistanê û ji bo xebata neteweyî encamên xirab hebûn. Vegeşîna reformxwaziyê di nav grûpeke dersxwanên kurd, ew şik û guman pêk anî ku serbarê rewşa kiloniyalîstî a Kurdistanê pirsa kurdan pirseke wiha ye ku dikare bi rêya siyasetên reformîstî di nav hundirê sîstema Wilayeta Feqîh de jî bihê çareserkirin, lê serbarê vê yekê jî dewreya naskirî bi reforman bo gelek ji hêzên ciwan û xwedîşiyan ên kurd rewşeke herçend sînordar, lê rewşek pêk anîn ku qad û eniyên nû bona pêşvebirina siyaseta kurdî vekir, û ew riyên ku heya wê demê nehatibûn ceribandin dixiste pêşiya wan. Bê şik û guman yek ji wan rêyên nû bo siyaseta kurdî qada xebat û çalakiyên jîngehî bû. Li Kurdistanê jî wek gelek civakên din ên cîhanê ku ji mafê xwe ê herî kêm di nav rejîmên serkutkar û koloniyalîstî de bêpar in, qada xebata jîngehî bû yek ji wan qadên heyî bo berdewamiya jiyana siyasî.

Di sala 2009an de bi vêdedana “dewleta reforman” û vegera cardin bi awayê tewaw eyar a deshilata Spaha Pasdaran û hevparên wê, bidawîhînana çalakiyên jîngehî li Kurdistanê bû armanca destpêkî a dewleta Ehmedînijad û projeya wî bo cardin milîtarîzekirina jiyana kurdan. Hukmê îdama Hîwa Botîmar rojnamevanê kurd di warê jîngehê de (ku piştre hukmê wî kêm kirin û bû 8 sal zindan) ji mînakên herî berçav ên siyaseta Komara Îslamiya Îranê derheq liv û tevgerên jîngehî li Kurdistanê bûn. Dewleta Îranê ji potansiyela bilind a çalakiyên jîngehî bona organîzekirina xelkê li Kurdistanê agehdar bû, lewra nedikarî çalakiyên wiha tab û tehemul bike. Serbarê berfirehiya stratejiya tirsê û serederiya tund a rejîmê, çalakiyên jîngehî bi serhişkî û micdbûneke tewaw jiyana xwe didomand. Ew cidîbûn li ser çalakên kurd gelek giran tewaw bû. Wisa dihate zanîn ku rewayî û meşrû`iyeta cîhanî a çalakiyên êkolojîk dikare deriyê siyasetekê li Kurdistana milîtarîzekirî nîvevekirî bihêle, ew gotina Şerîf Bacwer ku dibêje: “Dema tu xwe davêjî nav agir de, kes nikare ku di nav agir de bibe asteng li ser rêya te, vê rastiyê piştrast dike.” Herwisa yekdengiya cîhanî a heyî li ser rewayî û meşrû`îyeta çalakiyên jîngehî, îmkana berdewamiya praksîsa siyasî a kurdî ji rêya pira teng û asê a êko-nasyonalîzma Rojhilat pêk aniye.

Her ji yekem rojên cihgirbûna rejîma Komara Îslamî a Îranê xebat ji bo mafên nasnameyî û çandî ên kurdên Rojhilat digel tundûtîjiyeke bê rehmane û serkuta bixwîn û înkareke bikîn berbirû bûye. Komara Îslamiya Îranê gelek aliyê cuda ên nasnameya kurdî wek ziman û çanda kurdî kirin armanca siyasetên înkar û tunekirinê, û çavkaniyên nasnameya kurdî ji îmkanat û derfetên nîştimanî ve bigre heya sermayeyên mirovî bi stratejiya îmhayê serkut kir. Digel vê yekê jî kurdên Rojhilat hertim hewl dane ku daxwazên xwe bi awayên curbicur û bi awayên siyasî û civakî û çandî bixin ber bas, û bi vî awayî li ser parastina hebûn û xebata li dijî stratejiyên îmha û înkarê pêdagirî kirine.

Ev lêkolîn di nav hewldanan de ye ku li ser kêşeyên siyasî û emniyetî ku di rastî de berbirûyê çalakên jîngehî dibin, û herwiha pêwendiya di navbera jîngeh û nasyonalîzmê li Kurdistanê kar bike. Ew lêkolîn li ser çalakiyên jîngehî û medenî ên Şerîf Bacwer û hevalên wî û herwiha vegotinên curbicur derheqê çalakiyên wan pêdagiriyê dike. Ev mijara dikeve xaneya lêkolînên koalîteyî, ku bi du awayên gotûbêja berfireh û lêkolîna di warê belgeyên vîdyoyî û mijar û filîmên belavbûyî li torên civakî, û behs û vegotinên girêdayî çalakiyên jîngehî û ... hwd hatiye amadekirin. Serbrê lêkolîna li ser 80 vîdyoyan, 50 daxuyanî û peyamên hevderdiyê, 50 helbest û 2 faylên bideng, 240 helbest û pilakard ku di torên civakî de hatine weşandin, herwiha digel 20 kesan jî, ji wan kesên digel Şerîf Bacwer dostatî û nêzîkatî hebûne, yan jî di çalakiyên jîngehî de pêşîneya hevkariyê hebûne, hevpeyvînên berfireh hatine encamdan, û ji wan derbarê hizr û ramana Şerîf Bacwer derheq nasnameya kurdî û pirsa kurd û pêwendiya wê digel çalakiyên jîngehî pirs hatiye kirin. Herwiha li ser wan belge û qise û gotinên kurdan derheqê jiyan û mergê Şerîf Bacwer û herwiha şêwaza şopandina wan armancan, û nerîna wî derheqê “aliyê hember”, û ew kêşeyên ku li ser riya çalakiyên wan hene kar hatiye kirin, û hevpeyvîn digel hindek ji wan kesên ku li welatên curbicur akincî ne, bi awayê online hatiye encamdayîn, pêvajoya encamdana hevpeyvînan piştî qonaxa têra xwe komkirina zanyariyan hatiye ragirtin, û piştre hevpeyvîn hatine destebendîkirin, û encam di qalibê mijarên curbicur de hatine weşandin, û peyv û têgehên curbicur hatine şîrovekirin.

 

Nasyonalîzma rojane û êko-nasyonalîzm li Kurdistanê

 

Yek ji wan pirsên rêwindaker di warê pênaseya kevneşopî ji nasyonalîzmê ew e ku nasyonalîzmê wek pirseke girîng nîşan nade, û bi vî awayî nasyonalîzma civakên deshilatdar û şêwaza nîşandana girêdayîbûn û pêbendiya bi wê, wek pirseke nanasyonalîstî nîşan dide, eva di demekê de ye ku nasyonalîzm li hemû welatên cîhanî bi awayê rojane û di qalibê hevwelatîbûnê de bi berdewamî tê nûkirin. Bi vî awayî berhemanîna careke din a rojane a nasyonalîzmê û herwiha baweriya bi netewe û hizirkirin li wê bi awayekî asayî û hestpêkirî, dike pirseke reftarî û yasayî. Ku wisa bû nasyonalîzm wek pirseke xwezayî a rojane li dewra xeta xwecudakirina netewe hereket dike, û rê xweş dike bona xwepênasekirina wê neteweyê. Nasyonalîzmê em dikarin wek îdeolojiyeke tewaw giştgîr pênase bikin ku komeke nîşan û sembolên baweriyê û reftaran li xwe digre, ku dibe alîkar bo hizirkirineke xwezayî ji cîhanê, wek cîhanan dewlet-netewe. Emegdariya bi netewe û nasnameya neteweyî, di cewherê xwe de nîşanderê heman fêrbûna nasyonalîzmê ye (Billig 16). Ji ber ku nasyonalîzm cîhana neteweyan bi awayekî asayî cardin berhem tîne, gelek caran îmkana şîroveya biyavên wê ên curbicur bi piştgirêdana bi teoriyan ne gengaz e. Lewra heya çend dehikên dawiyê teoriyên heyî bi awayekî giştî nasyonalîzm dikirin pirseke ku hertim girêdayî bi aliyekî din e (Billig 16-17). Lawaziya pêkhate û dîskorsî a hindek ji şêweyên lênihêrînê a zanistên civakî û mirovî li derbarê şîrovekirina rojane a nasyonalîzmê, û eşkere û zelalhesibandina diyardeyên wek “civak” û “dewleta modern” di naweroka xwe de nasyonalîzmek e ku dibêjnê nasyonalîzma mêtodolojîk (Chernilo, 2009, Matin, 2020).

Di rastî de nasyonalîzm bixwe şêweyek ji pesna civakê û şêwazeke zanyarîdana dîrokî a taybet û herwiha paradaymek e. Wê taybetmendiyê, hizirkirin li dervey çarçoveya nasyonalîzmê dijwar kiriye, û çûna bo cîhanekê li dervey dewlet-netewe kiriye pirseke nemumkin. Ji ber ku hizirkirin li destewajeya netewe li dervey paradaymekê ku hizra me li xwe girtiye, û çarçoveya hizirkirin li netewe diyarî kiriye, bi sanahî îmkana wê tuneye (Sulêmanî, 2016). Ku wisa bû her kesek di nav paradaymeke wiha de cih digre nasyonalîstî hizir dike, nasyonalîstî kar dike û nasyonalîzm dibe proseya naskirî û çalak ya gotara nasyonalîstî a wê. Ji ber ku nasyonalîzm bixwe paradaymek e, çarçoveya hizirkirina me pêk tîne, lê ew rastî ji me re veşartî dimîne. Em hemû renge nasyonalîst bin bêy wê ku em bizanin, lewra ew pirs, pirseke hetmî û rojane tê hesibandin, “hêza veşartî” a nasyonalîzmê ji me re veşartî dimîne, û ew veşartîman û herwiha amadeyiya gelemperî a wê ye ku nasyonalîzmê hem wek pirseke herêmî û hem jî cîhanî nîşan dide. Ku wisa bû di cihê vê yekê de ku em wek Gellner nasyonalîzmê li ser bingeha pêwendiya wê digel vegeşîna teknolojî û pêşkevtina pergala pîşesaziyê pêşbînî bikin (Gellner, 1983) a baş ew e ku wê wek paradaymekê berçav bigrin.

Ew nebûna zanyariyan derheqê nasyonalîzmê ew qas carr e, ku wek mînak li Îranê gelek grûp û şexsên ku berdewam êrîşî ser nasyonalîzmê dikin bixwe nasyonalîstên toq in. Em dikarin di nav partiyên bi berçav dijînasyonalîst ên Îranî de vê yekê bibînin. Wate ew partiyên ku hizir dikin wan hizr û bîreke serveyî neteweyî hene, lê qet nekarîne ku li dervey sînorên xwe ên neteweyî hizir bikin. Ew grûp carina di warê hestkirina bi girêdayîbûna bi neteweya serdest û dijminatîkirina digel xwestekên nasnamexwaziya neteweyên bindest heta pêş grûpên şovînîstî jî dikevin. Ew berdewam di çarçoveya Îranê de hizir dikin, û stratejiyên xwe dadirêjin. Carê em bas ji Çirîk û Tûdeyiyên reformxwaz nakin, belku partiyên wek Partiya Komonîst a Îranê û Partiya Komonîst a Kargerî a Îranê ku îdia dikin di nav sînorên Îranê-bêy berçavgirtina ziman, milliyet, zayend û etnisîte-hemû programên siyasî û stratejiyên wan girêdayî bi berjewendiyên qat û çîna kedkar e, lê di praktîkê de em dibînin ku ew dibin alîkar bo nasyonalîzma deshilatdar û hakim. Herwisa eva ku ew grûp ne tenê xwediyê ti projeyekê bo neteweyên xeyrî Îranî/xeyrî Fars nînin, belku piştî çendîn dehikan jiyana li dervey Îranê (Îraq, Ewropa û Amerîka) hêşta jî nekarîne xwe ji hizra Îran-navend rizgar bikin, yan jî tenê bîstekê di hizra çîna kedkar li welatê cihê akincîbûna xwe de bin, û bibin beşek ji opozisyona çep a welatê “xanexwê”. Herwek ku Elî Mezrû`î bîrmendê Tanzaniyayî ê dijî dagîrkariyê dibêje: “Dibe ku rewşenbîrên marksîst ên Fransewî û Çînî hevpariyên îdeolojîk hebin, lê rewşenbîrekî Fransewî berî wê ku marksîst be, Fransewî ye” an jî berevajî.(1) Eva ji hewcehiyên serdema nasyonalîzmê ye ku li gor gotina bîrmendê Fransewî Étienne Balibar di vê serdemê de divê ku “sînorên derve ên welat bibin sînorên hundirîn ên hevwelatiyan” (94: 1991). Herwiha xaleke girîng ew e ku divê her altirnatîvek bo pergala deshilatdariyê di çarçoveya dewlet-netewe de cih bigre. Ew yek bêçine nîne ku Foucault îdia dike ku heta Marks jî nekariye li dervey çarçoveya dewleta modern de hizir bike. Marks bi zelalî û eşkere dawiya pergala dewlet-netewe xiste stûyê dîrokê û ragehand ku “Xebata proltariya di qonaxa yekem de xebateke neteweyî ye û proltariyaya her welatekî di qonaxa yekem de divê pirsa çînayetiyê digel borjewaziya welatê xwe çareser bike.”(2)

Dewleta modern di cewherê xwe de dewlet-netewe ye û “pêşîneyeke wisa di dîrokê de tuneye” (Giddens: 1987:166) û sîstemek e ku xwediyê hêzekê ye û bi sînorên diyarîkirî hatiye dorpêçkirin (Giddens: 1985: 120).

Di rastî de nasyonalîzma civakên mehkûm û jêrdest ku nivîskarê bi navê Billig wê wek Nasyonalîzma Tund (Had) bi nav dike, xwediyê taybetmendiyên hevpar ên gelek zêde digel nasyonalîzma civakên serdest di warê berhemanîna xwe de ye. Nasyonalîzma Kurdî mînakeke cidî di vî warî de ye ku di vê lêkolîna xwe de emê behsê bikin.

Berevajiyê lêkolînên pêştir ku zêdetir li ser rola êlîtan pêdagirî dikir, nasyonalîzma rojane li ser fa`iliyeta giştî (bikerbûna giştî) a xelkê pêdagiriyê dike (Edensor, 2002: 84-99).

Bi pêdagiriya berdewam li ser bikerbûna giştî a xelkê lêkoîn li derbarê nasyonalîzma rojane, li pey têgihîştina bêhtir ji eşkerekirina berdewam a ramanan, û şêweyên xweveqetandina xelkê, û lêkolîna li ser wan karûbaran e ku gefê li serxwebûna xelkê û vegeriyan bo biryarderbûna xwe dike, an jî dibe sedema nîgeraniya xelkê. Lêkolîna di vî warî de alîkariya me dike ku em digel çawaniya xweeyankirina rojane a nasyonalîstî û vegotin û behsên derbarê netewe de nasyar bin. Her çend ku hindek ji lêkolerên biyavê nasyonalîzmê pêdagiriyê dikin ku rojanebûna nasyonalîzmê nayê wateya asayîbûna vê nasyonalîzmê. (Jones û Mariman, 2009, 166).

Lêkolîna li ser nasyonalîzma rojane, pêdagiriyê dike li ser têgihîştina giştî ji diyardeya nasyonalîzmê, û vedîtina destepeyvên neteweyî û etnîkî, û çêbûna hişyariya giştî, destepeyvên taybet bona eşkerekirina nasyonalîzmê û wan pilanên taybet ku di hişê mirovan de hene (Birobeyker û .. hwd, 2006: 9). Yek ji wan riyên têgihîştina bêhtir ji vê cureya nasyonalîzmê, dîtina gotara takekesan digel netewe, an jî li derbarê netewe de ye, û behsê çawaniya hizirkirina li netewe dike (FOX & C. MILLER-IDRISS 2007: 539-540).

Rojanebûna nasyonalîzmê wek nasyonalîzma heyî li Kurdistanê digel kêşeyên berdewam berbirû bûye ku ji rêya hawarbirina bo sembolên neteweyî dikeve ber behsê. Şahidiya herî baş bo rewşeke wiha di axaftina jêr de xuya dike ku ji daxuyaniya 17 civatên xelkî ên Kurdistanê hatiye wergirtin ku dibêje: “Yên ku tarîtiyê diperistin û dijminê xwezayê û herwisa avedaniya welat in, ji ti hewlekê bona jinavbirina jîngehê xemsariyê nakin, û pêşiya her mirovekî dilsoj û çalak digrin ku di riya xizmet bi nîştimana xwe de pêngavan hildigrin” (Rêkxistinên Jîngehî ên Kurdistanê). Bona piştrastkirina vê hizrê, em dikarin qala îstidlala Jones û Mariman bikin ku dibêjin nasyonalîzma dualî a tundûtîj û rojane ku bîrmend Billig behsê wê dike hemû carê jî ji hevdu nahê veqetandin. Ji ber ku berhemanîna netewe pirsek e ku di rastî de hewcehî bi rewş û begrawenda xwe heye (Jones û Mariman, 2009: 165).

Hindek ji lêkolerên wek M. SKEY ser vê baweriyê ne ku mirov dikare nasyonalîzma rojane û ezmûna netewebûnê û vegotina dualî a xwe-aliyê hember, di kiryar û ezmûnên nav zeman, rewş, û karê çandî û siyasî de bixwîne û lêkolînê li ser bike (M. SKEY, 2011: 33).  Ew rewş û ew nîştiman û şêweya girîngîdana bi wê dikare ji me re bibe alîkar bo têgihîştin ji ezmûn û behsên rojane ên nasyonalîstî. Wek mînak peyvên xweza, dar, av û ... hwd ku hertim li Kurdistanê û li nîştimana me hene, û bi berdewamî di edebiyata êko-nasyonalîstên Kurdistanê de amadeyiya wan heye, têgihîştina wan ji netewe û xwe veqetandin ji neteweyên din, dîmeneke du alî ji “xwe” û “aliyê hember” nîşan dide (xişteya 2). Ji aliyekî din ve rêkxistin û tevgerên siyasî, derketina siyasî a nasyonalîzmê tînin ber çavan, û behsê nirx û buhagiranî û taybetmendiyên çandî dike serbarê hebûna cudahiyên taybet, û şêwaza hevberkirina xwe digel neteweyên din (M. SKEY: 12).

A ku di nasyonalîzma rojane de xuya dike bikarhînana berdewam a sembolên dîrokî û çandî-neteweyî ye ku dixwaze wan sembolan bixe nav hizr û bîrdanka giştî û derûnî de. Bikarhînana wan sembolan habîtosa bîrmendê navdar Pierre Bourdieu tîne bîra me ku dibêje: “Dîrokeke mezinnîşandayî ku ketiye hundirê mirovan de, û ew dîrok xwezaya sanewî a mirovan e, êdî dîrokbûna wê ji bîr diçe, û wek zimanhalekî çalak ku berhema rabihorî ye kar dike” (Pierre Bourdieu, 1990: 56). Nasyonalîzma rojane a kurdî em dikarin li dijkiryara bi hezaran mirovî bi mergê Şerîf Bacwer û Omîd Kohnepoşî û hevalên wan di bikarhînana sembolên dîrokî û neteweyî û karê wan ê bi kom bona xwepênasekirina kurdên Rojhilat bibînin. Bi hezaran kesî ji bajarên curbicur ên Kurdistanê bi pêdagirîkirina li ser nasnameya xwe a cuda ku ji dilê peyvên wan û ji dilê diruşm û axaftinên wan derdiket, bi awayekî eşkere di navbera xwe û jîngeha xwe, û aliyê hember ku dagîrkar in, ferq û cudahî didanî, ku ew yek dikeve nav habîtosa neteweyî a wan de (Xişteya 1 û 2). (Xişteyên 2,3,4 her bi farsî hatine danîn-werger).

Xişteya 1: Peyvêz zêde dubarebyî, daxuyanî, peyamên hevderdiyê û diruşm

 

 

Peyvên çend car dubarebûyî

hejmar

Kurd

39

Kurdistan

63

nîştiman

96

gel millet/ netewe/ / xelk

37

xak

17

xort

13

Welat

23

 

 

 

 

 

 

 

Ew asta bikarhînana destepeyvan di derbasbûyî de û çalakbûna niha a wan destewajeyan, ku hemû aliyên girêdayî bi grûpa bikarber jê fam dikin, di rastî de hem bêjer û hem jî bîser cewherê zermanî û mekanî ê wan destewajeyan (2Deixis) bi başî dizanin. Wate ew destewaje û têgehên ku di bîrdanka dîrokî a giştî de bûne navekî taybet. Wek mînak dema ku em dibînin Îraniyek behsê rewşa “welat” dike, digel vê ku di cîhanê de bi sedan welatî hene, lê her Îraniyek bi zelalî dizane ku ew behsê Îranê dikin. Nasyonalîzma rojane a Îranê xwevegereke wiha çendîn dehik in ku ceribandiye. Bi vî awayî dema ku kurdek peyva “nîştiman” bi kar tîne, bêguman behsê nîştimanekê dike ku taybet e bi nîştimana kurdan, wate nîştimana kurdan e û tenê yek ji şêweyên îşarekirinê û vegera bo Kurdistanê ye. Zimanê nasyonalîzmê zimanekî taybetî ye ku hebûna şêweyeke taybet ji vegera bo netewe mumkin kiriye, û di rastî de civaka gotarî (speech community) a taybet bi xwe jî diafirîne, ku di rastî de, di axaftin û gotar û bikarhînana komeke normên gotarî, xwe ji “aliyê hember” û “xeyrî xwe” cuda dike. wek mînak kurd ti demekê Îraq, Îran û Tirkiyê wek “nîştiman”a xwe nahesibîne, ji ber ku ew destepeyv ne tenê taybet bi civaka gotarî a nasyonalîzma kurdî ne, belku awayek ji çalakiya gotarî a kurdî ne ku hevdem dûrketina ji “aliyê hember” û emegdariya bi “nîştiman”a ku di hişê kurdan de ye radigehîne.

Helbet herwek ku Julia Kristeva fîlsofê Fransewî behs dike di serdema nasyonalîzmê de “aliyê hemberî te” û “xeyrî te” ne yek in. “Xeyrî te” tenê em dikarin bêjin girêdayî bi “me” an neteweya “me” nîne, lê “aliyê hember” rast li hemberî “me” an jî neteweya “me” cih digre (Kristeva, 1991: 96). Eva pirsek e ku di nasyonalîzmê û êko-nasyonalîzma Kurdistanê de bi zelalî xuya dike. Êko-nasyonalîstên Kurdistanê qet hezkirina li “xeyrî xwe” neveşartine, lê bê guman êko-nasyonalîstên Kurdistanê Spaha Pasdaran û şovenîzma deshilatdar wek “aliyê hemberî xwe” dihesibînin. Nebûna zanyariyên zêde derheqê vê meselê de bûye sedem berfirehiya şîroveyê û femkirina şaş ji diyardeya êko-nasyonalîzma kurdî.

Yek ji wan şaşfamkirinên berdewam û carr ku di nav civakê de heye, bêparzanîna çalakiyên jîngehî ji xwestekên nasnamexwaziya etnîkî û nasyonalîstî ye. Ew şêwaza hizirkirinê bi taybet heya dehka 70î a zayînî zêde carr bû (Falk 1970, Sprawt û Sprawt, 1971). Lê lêkolînên van dawiyane bi başî bêbingehbûna hizrên wiha selimandine, û hebûna êko-nasyonalîzmê li piraniya tevgerên jîngehî de wek pirseke rast û dirust dihesibandin. Li gor gotina Jean Dawson mamostayê lêkolînên êkolojîk û herwiha zanistên siyasî li zanîngeha Oregon “çarçoveyeke mezin (master frame) ku pirsên nasnameyî û jîngehî pêkve girê dide, di halê derketina bi awayekî berfireh li cîhana yekem, duyem û sêyem de ye” (Dawson, 2000: 51).(21) Têkiliya pirsên jîngehî digel pirsên nasnameyî ên civak û grûpên nedeshilatdar, heya di projeya Grîn Nniyodil de, ji aliyê siyasetvanên nêzîk bi çep ên Amerîkayî jî girîngî bi wan hatiye dan.(22)

Lêkolerên biyavê nasyonalîzmê, pêdagirî dikin ku berçavnegirtina têkiliya di navbera jîngehê û tevgerên nasnamexwazî, dibe asteng li pêşberî têgihîştina ji çalakiyên jîngehî. Ji ber ku çalakiyên bi vî rengî bandorê ji vegotinên derheqê nîştiman-navend werdigrin. Herwisa behsên derbarê nîştiman-navend girîngiyeke zêde heye, bi vê sedemê ku behsê derbasbûyî û niha ji dîtingeha akinciyên sereke ên wê ve dike, herwisa ders û perwerdehiyeke taybet derheqê çawaniya bîrkirin ji vê nîştimanê di hundirê xwe de diparêze. Ders û perwerdeyên wiha pîroziyê dibexşin nîştiman û xwezayê. Herwiha ew ders û perwerdehî bilindahiya çiyayan, darên zindî, rabûna rûbaran, avên nîştiman û istûreyên nîştimana dayîk tevli nav helbest û mûzîk û edebiyata xweveger a xelkê dikin. Ew ders û perwerdehî bi têkilkirina xelk û êko-sîstemê kincekî nostalijîk û hertimî dikin ber cendekê çîrok û istûreyên nîştimana dayîk, (Herb û David H. Kaplan, 1999, Naş, 1993). Raxistina berçavan a wan pêwendiyên nasnameyî, û behs û vegotinên wek nîştiman-navend û êkolojîk li helbestên xelkê di dema merasima naştina termê Şerîf Bacwer ti şik û gumanekê nahêle. Çi gotinek bêhtir ji vê hevderdiya xelkê Îlamê li derbarê cangorîtiya Şerîf Bacwer nikare hertimîbûna têkiliyên nîştiman û hesta neteweyî bîne berçav û nîşan bide: “Digel darê bi zimanê agir neaxife, ji ber ku berî wê, hûnê dilê min bişewitînin, ez ji cinsê çiya me, dar bi zimanê min ê dayîkê hawar dikin û ez dibihîzim. Wê demê ye ku xeynî peşqela agir, ti cihek nikare min aram bike, îro ez di nav agir de şewitîm lê sibehî ezê wek heybeta darbelûtekê şîn bim li ser bilindahiya çiya (23) û li ser rûberê nîştimana bav û kalên xwe.”(24) Têkilbûneke wiha di navbera xwevegera nasnameyî a kurdan, “şehîdbûn” di riya parastina Kurdistanê, nîştiman û darên wê, bi awayekî xwezayî li ser zarê kurdên Merîwanê ye û navê Şerîf Bacewer di hundirê diruşmên jêr, wek sembola neveqetiyana êkolojiya Kurdistanê û nasnameyan wê, di nav dil û dîroka xelkê xwe de hatiye tomarkirin: “Parêzerê daristan, bû şehîdê Kurdistanê”(25) “Parêzerê nîştiman bû şehîdê Kurdistranê”.(26)

Eva xala yekgirtina pirsa jîngehê û nasnameya neteweyî ye ku dibe sedema jidayîkbûna diyardeya êko-nasyonalîzmê. Di rastî de êko-nasyonalîzm “encama pêwendiya jîngehxwaziyê digel xebata neteweyî û xebat bo bidestveanîna dada civakî ye” (Dawson, 1999, 2007: 30). Diruşm û daxuyanî û axaftinên xelkê di merasima cangoriyên jîngehê, vê têkiliya neveqetiyayî di navbera jîngeh û pirsa neteweyî û xebat bo dada civakî bi awayê herî baş û mumkin nîşan dide (xişteyên 1, 2, 3). Li Kurdistanê pileya giştgîrbûna êko-nasyonalîzmê gihîştiye xalekê ku em dikarin têkiliya wê ya bi meseb re bibînin. Wek mînak, Yekîtiya Zanayên Olî ên Merîwanê di daxuyaniyekê de wiha dinivîse: “Çar kes ji xortên kurd ... ji evîndarên netewe û xak û ... av û daristanê tevli karwanê nemiriyê bûn.” Di vir de em dikarin bibînin ku sembolên neteweyî û jîngheî li hemberî sembolên dîrokî ên “aliyê hember ê dînî” de cih girtiye, û aliyekî olî-neteweyî bi şer û zulma heyî li Kurdistanê, û xebata bo cîbicîkirina dadperweriyê hatiye dan, û ew wiha raxistiye ber çav: “Îrorojê cardin zarokên Nemrûd, bi şewitandina cendek û canê zarokên nîştiman, ku dengê şewata wê digihîje asîman, çar cigergoşe ku bibûne mom, li jêr darbelûtan hêdî hêdî helandin û dilop dilop ji çavê diya nîştiman herikandin.” Heta li ser yek ji pilakardan navê Şerîf wek “Îbrahîmê Kurdistanê” bi nav kiribûn ku îşareyek bû bi “serhildan”a Îbrahîm pêxember, ku amade bû li dijî “zulma heyî” xwe bavêje nav agir.

Di merasima bi axê spartina termê Şerîf Bacwer û hevalên wî û herwiha salvegerên cangorîtiya wan de, nîştiman, Kurdistan, daristan û xwezaya Kurdistanê di gotar û diruşmên kurdan de cihek taybetî heye, û kurd cudahiyên “xwezayî” ên xwe digel aliyê hemberî xwe, bi îşarekirina bi daristanan bi berdewamî bi bîr tînin. Êko-sîstema Kurdistanê qadeke nû a xebatê ye ku têgeh û peyvên berçav û xuya ên nasyonalîzma kurdî li gor vê “xebata kesk” tê de hatine xwendin û şîrovekirin, û her hemû jî bi tewahî wan cangoriyan wek “şehîd” bi nav dikin. (Ew destepeyvek e ku ji sala 1946an şûnda hemû hêzên kurd ên cangorî -çi çep çi rast- bo hêzên xwe ên cangorî di dema parastina Kurdistanê de bi kar birine. Her wek li serê îşare pê hate kirin zanayên Kurdistanê jî cangoriyên êko-nasyonalîst ên kurd wek “cawdanigan” wate “şehîd” hesibandin). Di wan merasiman de Bacwer wek “fermande”yekî wisa tê nasandin ku di riya parastina nîştiman de canê xwe yê pak gorî kir. Anîna navê Bacwer wek fermandê operasiyonê li dijî “agirê dijmin” li şerekî newekhev, nîşana danîna sînorên giştî di navbera xwe û aliyê hember e. Peyva dijmin (neyar û nehez) ku bi berdewamî di

nav helbest û peyamên hevderdiyê û daxuyaniyan de dubare dibin, encama hişyarî û bîrdanka dîrokî ye. Ew yek heman habîtos û “dîroka zomkirî û rabihoriya çalak di serdema niha de” a Pierre Bourdieu ye, ku amadebûyiyan neçar dike ku yekdeng hawar bikin: (Kes nebê kurd dimirin, kurd jîn dibin). (27) Ji ber ku ew bûyer ji dîtingeha kurdan ve tenê mînakek ji gefên antolojîk û hebûnê ên li dijî netewebûna kurdan di dîroka modern de ye, ku ji dîtingeha diruşmderan, wek hemû gefên din, û êrîşên borî armanca wê bêpêşerojkirina Kurdistanê ye.

Wê şêwaza mêzekirina li Kurdistan û li dijminan em dikarin di serederiya Şerîf Bacwer digel yek ji fermandeyên Spaha Pasaran li Kosalanê bibînin.

-Fermandeyê Spaha Pasdaran rû li Bacwer: “Tu rengê xelkê Pêncwînê didî.”

-Bacwer: “Em hemû kurd in, xwezayî ye ku em rengê hevdu bidin, ji vir heya Kerkûkê hemû xaka Kurdistanê ye.”

-Fermandê Spaha Pasdaran bi vê bersivê bihêrs dibe û dibêje: “Gelo tu çar perçê Kurdistanê dixwazî? Ez paçeke avê jî nadim te.”

-Bacwer: “Ger ji vir heya Efrînê jî agir bigre, ezê dîsan wî agirî vemirînim.”

 

Rejîma Îranê û siyaseta eko-terorîsmê li Kurdistanê

 

Jîngeha Kurdistanê yek ji wan qadan e ku di dirêjahiya çil salên borî de bûye armanca stratejiyên tunekirinê ên dewleta Îranê. Stratejiyên wiha bi du awayên rasterast û nerasterast li Kurdistanê cîbicî dibin, ku di herdu şêwazan de, têkbirina çavkaniyên xwezayî ên Kurdistanê ji hêla dewletê ve, ew jî bi sûdwergirtina ji deshilata leşkerî û di çarçoveyeke ewlehiyê, armanca sereke ye. Rejîma Îranê hertim hewl dide ku bi nerewazanîna xwestekên nasnameya kurdî û nîşandana wê wek şerekî zatî, ku li dijî xêr û berjewendiyên deshilata etnîsîteya zal e, bi hêceta xebata li dijî partiyên kurdî dest bi birîna darên daristanê, şewitandina daristanan û çandina mayînên nû kiriye li herêmên ku dibêjnê herêmên sînorî, û bi birêvebirina manorên berfireh, berdewamiyê dide têkdana sîstematîk a jîngeha Kurdistanê.

Dewlet wek gefekê li ser ewlehiya neteweyî a Îranê, li Kurdistanê dinêre, û ew qasê ku vedigere ser pirsa jîngehê, hebûna dewletê li Kurdistanê hebûneke êko-koloniyal e. Ew pirs ji her tiştî zêdetir di hizirkirin û pênaseya rejîmê ji wateya ewlehiya neteweyî de reng vedide. Kurdistan di warê ewlehiya neteweyî a Îranê de wateyeke disîplînî û qazancxwazane heye. Lênihêrîna dewletê bi Kurdistanê, lênihêrînek e bi erdnîgariyeke siyasî, ku ew erdnîgariya siyasî têkbirina wê, ne mumkin e. Bi vî awayî ji dîtingeha rejîmê ve xwezaya wê jî wek xwezayeke bîhanî tê hesibandin ku nahê kedîkirin, lewra ew divê bilez hemû paşekeft û heyiya wê talan bikin, û divê çavkaniyên wê derxin, ava wê veguhêzin, û daristan û ajel û giyayê wê jî ji nav bibin. Ew yek kêmtirîn hizra xelkê Kurdistanê li ser kiryarên dewleta Îranê ye.

Bi baweriya dewletê, gefa li dijî xwezayê li herêmên din ên Îranê, gefa li dijî ewlehiya neteweyî ye. Li gor rapora nûçegihaniya Komara Îslamî, bi sedema parastina ewlehiya neteweyî, bêhnvedaneke 10 sale didin daristanên bakur, û berpirs radigehînin ku “Em bona ewlehiya neteweyî neçar in ku van daristanan biparêzin.” Ew pêdagirî dikin û dibêjin: “Emê bi hemû hêza xwe vî karî encam bidin.” (28) Eva di demekê de ye ku “bo daristanên bakur bi sedema barîna baranê derfeteke baş bo tejîkirina darên jinavbirî heye.” Lê li Kurdistanê bi sedema nebûna barînên baş, birrîna daran, daristanên Zagrosê ji nav diçin, ji ber ku darên wê zêdetir darên “belût” û darên “ben”ê ne, û şînbûn û geşekirina darbelûtê 50 sal dem hewce ye.”(29) Lê di hember de li Kurdistanê, Wezareta Îtila`atê “çalakên jîngehê ên Kurdistanê bi alîkarî û girêdayîbûna bi partiyên kurd ên çekdar ên dijberî hikûmetê tawanbar dike.”(30) Berevajiyê wan herêmên ku projeya koloniyalîzma Fars li wir serkevtin bi dest xistiye, dewletê stratejiya tunekirin û talanê li Kurdistanê bi milîtarîzekirina çend qat zêdetir a herêmê, û şewitandina daristanan bi riya topbaranên ji aliyê Spaha Pasdaran ve, û têkdana jîngeha herêmê bi riya avakirina binkeyên leşkerî bi “îqtidar” ve didomîne(31) û di dema hewce de bi hemû hêza xwe her şêwe çalakiyekê bo parastina Kurdistanê wek ajantiya bo Amerîka û Îsraîlê dihesibîne, û çalakan serkut û ji holê radike.

Komara Îslamiya Îranê li rex kar û kiryarên bê rawestiyan ên xwe, bo têkdana sermiyanên xwezayî ên Kurdistanê, beşek ji stratejiyên xwe daniye bo talankirina çavkaniyên xwezayî ên Kurdistanê, û bi awayên nerasterast hewl dide bi sûdwergirtina ji îmkanatên bi berçav yasayî, wek “yasayên millîbûna daristanên welat” pejirandiya 17.01.1963 û herwiha “millîbûna avê” pejirandiya 16.08.1967an sûdwergirtina bê qas ji çavkaniyên Kurdistanê û veguhstina wê bo herêmên dervey Kurdistanê bixe destûra karê xwe de.

Komara Îslamiya Îranê li jêr perdeya projeyên bi nav vegeşandin û avedanî û derfeta kar û ... hwd siyaseta bêpêşerojkirina Kurdistanê girtiye pêşiya xwe. Ev siyaset ku beşek ji stratejiya dijvegeşînê (de-development) pêk tîne, bi armanca têkdana egera vegeşînê di siberojê de, û herwiha bi armanca sûdwergirtina ji aborî û heyiyên xwezayî wek mîkanîzma kontrol û alavek bo sepandina guherînkariyên nifûsê û demografîk û veguhastina bizorî a cotkaran li Kurdistanê tê şopandin. Mînakeke zelal û berçav ji kar û kiryarên wiha em dikarin di lêdana bendavên berfireh de li Kurdistanê bibînin. Di demekê de ku ava van bendavan serbarê hewcehiya herêmên kurdan bi avê, bo herêmên xeyrî kurd tê veguhastin: “Veguhastina avê tenê di berjewendiya parêzgehên din de ye, û bêy berçavgirtina “heqava xala destpêkê a hatina vê avê”, bo parêzgehên cîran tê veguhastin, ku ew yek zulmek e derheqê xelkê Kurdistanê de. Wek mînak, bi salan e ku bi hêceta dabînkirina ava vexwarinê a bajarê Tevrêzê di her çirkeyê de 5 m3, avê ji bendava Bokanê (Kurdistanê) vediguhêze bo parêzgeha Azerbaycana Rojhilat. Serbarê vê yekê dixwazin ku 5 m3 jî, ji bendava Nowrûzlû ku li ser rûbarê Kurdistanê ye, veguhêze vê parêzgehê, û bi wê avê, ava hewce a navendên têhn û enerjiyê, û bajarokên pîşesazî ên li ser riya veguhastinê dabîn bikin. Herwiha bo erdên şor ên parêzgeha Azerbaycana Rojhilat, projeya kanalên avgehandinê û avdaniyê amade kirine, ku erdên bê koalîtî jî pê av didin. Eva di demekê de ye ku cotkarên kurd ên herêmê, li hindek ji mehên salê rastî kêmaviyê hatine. Negotî nemîne ku ew ava bo parêzgeha Azerbaycana Rojhilat tê veguhastin, serbarê heqava cotkarên herêmê, wek heqava gola Urmiyê jî tê hesibandin.(32)

Her wek îşare pê hate kirin, lêdana gelek bendavan li Kurdistanê, encamên jîngehî ên qerebûnekirî di warê guherîn û têkdana jîngehên mirovî, giyayî û giyanewerî ên wan herêmên ku dikevin jêr avê, bi cih dihêle. Projeyên bendavsaziyê ku li Îranê hatine encamdan, piraniya wan bêy îznnameyên jîngehî bûne û hemû qonaxên şêvirmendî, pilandarêjî û cîbicîkirin, para herî zêde bi kompaniyayên girêdayî binkeya Xatem El-enbiya a Spaha Pasdaran hatine dan. Li gor rapora Salamet News, birêveberê giştî ê Ofîsa Perwerde û Beşdariya Xelkî a ser bi Saziya Parastina Jîngehê dibêje ku, 197 bendav bêy rapora nirxanidnê (îznnameya jîngehî) hatine avakirin.(32)

Projeya bendava Dariyan li herêma Hewraman mînakeke berçav ji êko-terorîzma dewletî li Kurdistanê ye, projeyek ku bi dehan hiktarî ji daristanên Kurdistanê,(34) çendîn gundên kevn û mîratên kevn ên çend hezar salî ên bicihmayî ji qonaxa kevirîn bire jêr avê, û bi sermiyaneke stûr a dewletê, bnirêveberên wê projeyê mijûlî birandina kaniya avê a naskirî bi Kanî Bil in. Projeya bendava Dariyan serbarê pêkanîna kempêyna sê hezar kesî a rizgarkirina Kanî Bil, nerazîbûnên berfireh, komkirina 70 hezar wajoyan, gireva xwarinê a bikom a çalakên jîngehî li Kurdistanê û destbiserkirina hejmarek ji çalakên kempêynê, lê her hate cîbicîkirin.(35)

Dana îzna jêkirina benûşt ji darên ben li Kurdistanê, mînakeke din ji cîbicîkirina pilanên wiha ye ku Moxtar Xendanî avaker û berdevkê Civata Jîngeha Jîway a Pawe ku roja Yekşemiyê 27.06.2020an di dema vemiranidna agirê daristanên Boziyen û Mirexêl bi awayekî gumanbar canê xwe digel du kes ji çalakên jîngehî ji dest da. Dozdeh demjimêran berî wê bûyerê û cangorîtiya wî, ew di fayleke dengî de derbarê dana îzna hilgirtina benûşt ji dara “ben”ê li Hewramanê û rola mafiyaya dewletî a pişt perde a têkdana jîngeha Kurdistanê bi mifahwergirtina nerasterast ji wan îznnameyan wiha dibêje:

“Wek mînak wiha bihesibîne ku ez Moxtar Xendanî mafya me, ez diçim binkeya çavkaniyên xwezayî û li wir îzna jêkirina benûşt ji daran werdigrim, ez wê îznê bi 5 milyonî werdigrim, piştre ez wê îznê, wate îzna jêkirina benûşt dibim sûkê, û li wir difiroşmê 20 milyonî, û ew jî difiroşe 40 milyonî, yekî din difiroşe 50 milyonî. Yê ku bi 50 milyonî kiriye, bona wê ku bikare hem 50 milyonê xwe derxe, û hem jî hindekê qazanc bike, divê riha darê bikêşe, û şîreya wan heya dawiyê bimije, wate sakşonê bo wan daran lêde, heya ku bikare 50 milyonê xwe derxe, û kêmekê jî qazanc bike ... herwiha şanaziyê jî dike. Her yek ji wan daran ku em dibêjinê lele, wate ew darên ku di koka xwe de derbê dixwin, her ku agir nêzî wan bibe dişewitin, lê gelek ji wan darên qezwanê (pistê wehşî) derbe nexwarine, lewra naşewitin û zêde zirarê nabînin û agir bi sanahî li ber wan re derbas dibe. Ji ber ku pirsa bazirganî û ticaretê di navberê de ye, ew qas şîreya daran dimijin û daran sakşon dikin ku riha daran derdixin. Her belgeyek hewce be, ez di xizmet de me, lê tenê dixwazim ku ew pirs di ragehandinan de bikeve ber behsê.”(36)

Di rastî de pêkhînana rewşa baş di biyavê berfirehkirina mafyayên wiha li Kurdistanê rewşê bona cîbicîkirina zêdetir a siyasetên tunekirinê ên dewletê pêk tîne.

Lê vegeşandin û birina “mafyaya asayîkirî” bo nav hemû biyavên jiyana kurdî, rast dikeve hundirê navenda stratejiya nîvcomayî a dagîrkariya me`inewî, çandî û zimanî a Kurdistanê (wate ew fethulqilûba ku pasdar Birûcirdî behsê dike). Her cihekî ku îmkan û derfeta dagîrkariya nerm tuneye, bikarhînana qehr û hêza qehriye hewce tê zanîn. Têkdan û wêraniya Kurdistanê bi bikarhînana wan kurdên ku çi bi sedema hewcedariyê, û çi jî nebizanebûn bûne alavê stratejiya dewletê a tunekirinê, riya herî kêmxerc e. Ji ber ku serbarê sanahîtirkirina projeya tunekirinê, nirxa çandî a wê jî bo Kurdistanê dibe serê. Herwiha dewlet alîgirên jîngehê dixe hemberî xelkê xwe, û wan dixe nav eniyeke nexwastî ji şer, ku karê jinavbirina fîzîkî a çalakan jî bo sîstema tunekirinê li Kurdistanê sanahîtir dike. Kesên hevpeyvîn bi wan re hatiye kirin, çîrokên hejîner û balkêş derbarê pilanên Spaha Pasdaran bona bêdaristankirina Kurdistanê û kêşeyên ku alîgirên jîngehê li hember sîstema tunekirinê hene behs dikin. Wek mînak:

“Ez yasayên wê û çawaniya lihevkirinê nizanim, lê ew rastiya bo hemû xelkê bajar eşkere ye ku ew kesên karta endametiya di Spaha Pasdaran de hene, ger erdekî wan hebe ku li daristanekî ve zeliqîbe, bi têkdana erdê daristanê dikarin bibin xwediyê erdekî sê hemberî erdê xwe. Heta li Merîwanê hindek ji heman wan kesan ku bîl mikanîkî (Excavator) hene, pêşniyarê bi xelkê dikin ku ger sî milyonî bidin wan, ew dikarin bi karta Spaha Pasdaran ji wan re sê qat zêdetir ji erdê wan, erd wergirin. Ew bûyer di gelek gundan de rû daye. Wek mînak li gundên Reşederê, Giwêze Kiwêre, Sinc Awa û ... hwd.”

Komara Îslamiya Îranê beşek ji stratejiya xwe ya tunekirinê li Kurdistanê bi awayekî nerasterast û ji riya yasayên dijî jîngehî ên xwe ve cîbicî dike. Mînaka yasayên bi vî rengî em dikarin di pilanên wek pilana dana eraziyên millî û mewat (bayir) bi muteserifan bihesibînin, ku di qalibê têbîniya zêdekirî a benda 2 a bûdceya 2010an li Komîsyona Telfîqê hatiye zêdekirin. Li gor vê pilanê: “Îzin bi Wezareta Çandiniyê (Saziya Daristan û Çêrgehan) tê dayîn, ku di sala 2010an de erdên millî û bayir ên ser bi dewletê bi nirxa ku karnasê amade li wir diyarî dike, bi qista herî zêde 20 sale bide wan cotkar û gundiyên ku ew erd li kefşenê wan de be, û ew pereyê ku werdigrin jî, divê bidin xizînedariya giştî”. (37) Li gor madeya 6 a vê pilanê “Her cotkarek ku heya sala 1986an dest bi kêlana zewiyên millî kiriye, dikare bibe xwediyê tapoya wî erdî, û kesên din ku ji sala 1986an heya sala 1986an ew teseruf encam dabin, digel wan girêbesta kirêya 99 sale tê îmzekirin.”(38)

Ew pilan îmkana xwedîtiya biyavên xwezayî bo muteserifan û hezkirina hewce bo têkdana daristanan ji aliyê zemînxweran ve pêk tîne. Li gor berfirehiya daristanan û stratejiyên tunekirin û milîtarîzekirinê li Kurdistanê, cîbicîkirina pilanên wiha tevî vê ku alavên yasayî û bihêz bona têkdana daristan û çêrgehan dabîn dike, hêza mafyaya dewletî û doma bandordanîna wê zêde dike.(39) Şe`iban Esedî birêveberê giştî ê parastina Saziya Daristan û çêrgehan, ew proje karesatbar bi nav kir û piştrast kir ku: “Bi pesendkirina vê projeyê di rastî de parlemantoyê dana 2 milyon hiktaran zewiyên teserufî bi dagîrkerên zewiyan pejirandiye, û ew yek bi dirust zaniye.” Saziya Çandiniyê a parêzgehan ku ji organên herî girîng ên dijvegeşînê li Kurdistanê ye, bi pêkhînana mafyaya zemînxweriyê û asayîkirina destbiserdegirtina erdê, ji aliyekî ve bûye alîkar ji bo pêşvebirina stratejiya têkdana daristanên Kurdistanê, û ji aliyekî din ve bi dana erdên daristanî, toreke pan û berfireh ji rantxwariyê pêk aniye.

 Projeya serê li gor gotina serokê Civaka Daristanên Îranê “diyarî û kadoyek e bo destdirêjîkeran bo ser biyavên xwezayî, da ku bi xatircemî ve dest bi ser çavkaniyên xwezayî de bigrin” (40). Li Kurdistanê, destê organên bi berçav xeyrî leşkerî zêde vekirî hêlane, da ku projeya têkdana daristanên welat bilez ber bi pêşve bibin. Di çarçoveya serederiya emniyetî a Komara Îslamiya Îranê digel çalakên jîngehê li Kurdistanê, gelek kes bi taybetî çalakên jîngehî têne girtin û carina bi awayên gumanbar heta têne kuştin jî.

 

Nasyonalîzm, nasnameya kurdî (kurdayetî) û Şerîf Bacwer

 

Alîgirî ji jîngehê û çalakiyên girêdayî bi wê, zêdetir li hemberî hizrên nasyonalîstî xuya dike, ji ber ku ew bawerî heye ku nasyonalîzm li pey destpêregihîştina bi deshilatdariya neteweyî ye, lê “jîngehgerî” û li servey wê jî êkolojîsm, daxwazkarê guherînkariyên bingehîn di warê pêwendiya di navbera mirov û xwezayê de ye, (Dobson, 2000: 10-26). Lê lêkolînên meydanî ên curbicur piştrast dikin ku nasyonalîzm û jîngeh dikarin bi awayê herî baş digel hev têkil bin. (Dawson 2000). Dawson piştî lêkolîna li ser welatên baltîk gihîşte wê encamê ku ne tenê “jîngehgerî” nasyonalîzmê ret nake, belku bi sanahî dikare bibe pilatformeke nû bona eşkerekirina xwestekên nasyonalîstî bi taybetî li welatên totalîter (Dawson, 2000). Serbarê vê yekê hinek ji lêkoleran ser vê baweriyê ne ku “Environmentalism” (jîngehgerî) bi sedema bêşiyaniya di nîşandana modêlekê bo civaka armanî, nikare bibe altirnatîvek bo nasyonalîzmê. (H. Malloy, 2009: 5).

Dema ku mijara behsê, hebûna nasnamexwaziya kurdî li hember jîngehexwaziyê be, pêdagiriya li ser hevnegirtina nasyonalîzm û “Environmentalism” du hember dibe. Ji ber ku nasnamexwaziya kurdî di warê dîrokî de, li ser zemîneke têkiliyên etnîsîteya zal-etnîsîteya bindest form girtiye, ku nasnamexwaziya kurdî wek paşveman, li jêr bandora destêwerdanên derveyî, tundûtîjî, yan jî têkilawiyek ji hemû xalên serê pênase dike. Bi vî awayî her cure daxwaziyeke nasnameyî a mirovê kurd wek navçegerî û qebîlegerî, li dijî vîn û îradeya giştgîriya navendê tê hesibandin. Nasyonalîzma deshilatdar (çi çep, rast an jî îslamîst) nasyonalîzma neteweyên bindest li Îranê bi awayekî giştî û nasyonalîzma kurdî bi awayekî taybet li dijî norm û nirxên cîhana modern dihesibîne. Bi vî rengî hizra çalakiyên nasnamexwaziyê ên xeyrî farsan, ku digel çalakiyên medenî û jîngehî hevraste bin digel kêşe û kirîzên dîrokî ên ret û înkarê berbirû ne. Kurdên wiha divê berî her tiştî nasnameya wan a neteweyî ji wan bê standin, heya ku bikarin digel standardên nasyonalîzma deshilatdar hev bigrin, û ji aliyê mîr û paşayan ve bêne qebûlkirin.

Tora nûçeyan a BBC a farsî di raporeke xwe a destpêkê de, ku behsê bûyera cangorîtiya Şerîf Bacwer û hevalên wî dike, bi awayê herî mumkin hewl dide ku lênihêrîna kolonyalîstî a navendê derheqê nasnameya kurdî û standina nasnameya kurdî ji Bacwer nîşan bide.

Siyaweş Erdelan raporê wiha diweşîne: “Ji xelkê Merîwanê re Şerîf Bacwer qehremanekî neteweyî bû.” Ji ber ku ew “ne siyasetvanekî herêmî bû, ne jî çirîkekî çekdar, ku kurdan herduk jî zêde bi xwe ve dîtine. Şerîf Bacwer çalakekî medenî bû, ku armanca wî dijberiya tundûtîjiyê û piştevanî ji aştî û lihevkirina digel xwezayê bû.”(41) Rapora BBC bi awayekî nerasterast hilgirê vê peyamê ye ku kurd berî vê bûyerê, bê qehreman bûn, û bi vî rengî digel berhemanîna cardin a nasyonalîzma zal di warê kêmkirina asta berxwedanan heya asta tundûtîjî û navçegeriyê, BBC hewl dide ku rewayiyê ji dîroka berxwedana gelê kurd û nasnameya kurdî jî ji Şerîf Bacwer wergire.

Çepên kolonyalîst ên navendxwaz di kanalên telegramî ên wek “altirnatîv” û “hunerê ê`itirazî” de, di warê bêtawan hesibandina Spaha Pasdaran û rejîma Îranê, û jêstandina nasnameya kurdatiyê ji Şerîf Bacwer, ne tenê pêş BBCyê ketine, belku bedela Komara Îslamiya Îranê, tiliya xwe dirêjî partiyên kurdî kirine. Wek mînak nivîsîne:

“Di van çend salên dawiyê de partiyên borjewa-nasyonalîst û aliyên têkder û fitneçî li Kurdistanê, hevdem ku digel kar û kiryarên leşkerî qada xebatê ji bo çalakên civakî teng kirine, bi îdiayên neberpirsane û nasandina cangoriyan wek endamên Rêkxistina Nihênî a partiyên xwe, hewl dane ku kumekê ji xwe re birêsin. Di mînaka herî dawî de em şahidê kêşeya li ser termê cangoriyên bajarê Pawe ji aliyê PDKÎ û PEJAKê ve bûn, kar û kiryarek ku li rex çalakiyên çekdarî ên bêpar ji piştevaniya komên xelkê, qada çalakiyan bo jîngehparêzan pirmetirsîdar kiriye, û siya lênihêrîna li Kurdistanê bi çavekî emniyetî li ser milê cangoriyan giraniyê dike.”(42) 

Kesên bi berçav çepên radîkal ên navendnişîn û navendxwaz, ew hinda ku vedigere ser pirsa kurd, şiyana wan a dûrketina ji siyaseta tefrîsê tuneye. Lewra nekarîne heta îşareyeke herçend tevlihev jî bi rola “sîstema pîroz” a rejîma Îranê di warê kuşt û kuştara asayîkirî a kurdan de bikin. Serbarê îdiaya wan a dijberiya digel rejîma Îranê, lê li hemberî kurdan rû kirine gotara rasîstî û koloniyalîzma zal, û li rex sîstema propagendeyê a Komara Îslamî a Îranê cih girtine, û partiyên kurdî wek “eşîreyî û mirîxwerên ser gorê” bi nav dikin.

Emê di vê beşê de bi sûdwergirtina ji axaftin û vegotinên xelkê, ku Şerîf Bacwer û hevalên xwe digel wan û di nav wan de jiyan kirine, emê şîroveya dîtingehên curbicur derheqê çalakiyan û cangorîtiya Şerîf Bacwer û pêwendiya wê digel xelkê, tevgerên siyasî û nasyonalîzma kurdî bikin. Hewla me ew e ku em bi bikarhînana zêdetir a çavkaniyên destpêkî, wan axaftin û vegotinan belav bikin, ku gelek nêzî wan axaftin û vegotinên hevhizr û hevwelatî û hevçeperên Şerîf Bacwer derheq kesayetiya Şerîf Bacwer in. Bi vê sedemê me hewl daye ku hindî îmkan hebe em gotinên rasterast belav bikin, û rastiya heyî ji zimanê wan bixwe ve raxin ber çavan (xişteya 4). Ya ku di lêkolîna berdest de bo pênasekirina nasyonalîzmê berçav hatiye girtin, û bûye bingeh bo şîrovekirina datayan, pêk tê ji hindek

 

 

çalakiyên bikom ku tê de meht û pesnkirina ji xwe bi awayê bikom dibe bingeh bo rewayîdana bi daxwazên xwe, û deshlatdariya xwe. Înformant (kesên ku hevpeyvîn digel wan hatiye kirin) ji Şerîf Bacwer wek mirovekî hezkiriyê nasnameya kurdî bi nav dikin. (li xişteya 4 binêrin). Şerîf “bi dil û can evîndarê Kurdistan, dar, kevir, çiya û rûbarên Kurdistanê bû. Berdewam digel Gola Zirêbar xwîna wî difûra, û digel darbelûtan bejna wî dirêj dibû.”

Koma înformantan li ser vê baweriyê ne ku nasnameya kurdî û hestkirina bi berpirsayetiyê derheqê siberoja Kurdistanê û xwezaya wê, Şerîf kiribûn netewexwazekî me`inewî. Her çend ku belge nîşan didin ku ew nasyonalîzma me`inewî qet ew ji pragmatîzma siyasî dûr nekir. Înformant piştrast dikin ku Şerîf Bacwer bi dil û can derheqê nasnameya kurdî û Kurdistanê hest bi berpirsayetiyê dikir, û piragmatîst bû. Pirsa Kurd, hizra kurdbûnê, rizgarkirina neteweya kurd û parastina Kurdistanê sedem û hokarê hewla berdewam û xebata wî a bê ravestiyan bû. Lewra “Kak Şerîf bi wateya tewaw a peyvê mirovekî pragmatîst bû, û berdewam qebûl dikir ku Kurdistanê hewcehî bi kar heye, ne bi axaftinan.” Pragmatîsma wî nîşana hişyarî û serwextiya wî derheqê Kurdistana milîtarîzekirî û jehrawîbûna rewşa siyasî û kurdtirsî a serdema reformxwazî û serdema piştî wê bû. “Bi vê sedemê Kak Şerîf Bacwer di nav koma xelkê de kêmtir behsê girêdayîbûna xwe bi nasnameya kurdî û Kurdistanê dikir, ji ber ku hewce dizanî ku kesên bi îde û meramên curbicur bang bike bo nav vê bazineyê ji çalakiyên medenî.”

 Şerîf ji bandora dîrokî a projeya tefrîsê û astengên cidî ên destpêregihîştina kurdan bi her cure xwe-deshilatdariyekê bi tewahî agehdar bû. Wî radigehand: “Kêşeya neteweya kurd ew e ku, dema kurdan daxwaza mafê xwe kirine, neyaran bi tundûtîjî bersiva wan dane.” Serbarê îman û baweriya kûr a wî bi xebata neteweyî, ew li ser vê baweriyê bû ku kurd divê têkiliyên xwe ên stratejîk digel neteweyên din ên bindest di Îranê de bêhtir û kûrtir bike. Bi baweriya wî, ew stratejî divê di du astan de bê şopandin: Yek di xebata li dijî Komara Îslamî û hilweşandina wê, ku ew yek pêngava yekem a xebatê pêk tîne, û a duyem jî cîbicîkirina hewcehiyan bo pêkanîna pêwendiyeke kûrtir digel neteweyên din wek Tirk, Lor, Ereb û ... hwd. Di vî warî de Şerîf Bacwer “li ser vê baweriyê bû ku neteweya kurd hewce ye digel neteweyên din ku bi dest vê sîstemê birîndar bûne, têkiliyên wan bi hev re hebin.” Şerîf Bacwer “ji rola têkerane a Komara Îslamî derheqê siberoja neteweya kurd agehdar bû” û rejîm di warê guherîna “xeyrî kurd” bi “aliyê hember ê kurd” û berevajî, gelek bihêz didît. Jiber ku bi baweriya wî, rejîm çekdar e bi alavên îdeolojîk, mesebî, aborî, û herwiha rejîm hebûna xwe di belavkirina tovê nefret û bêzariya ji hevdu, di nav civakên bindest de dibîne. Serbarê vê yekê jî, rejîmê gelek texên berfireh ji kurd û xeyrîkurdan bi pere kirriye, bona ku bikare şerên etnîkî dirust bike, û xwe jî di vê erdnîgariyê de wek sebebkarê aramî, ewlehî û hebûnê nîşa bide.

Wî hizir dikir ku li Kurdistana milîtarîzekirî û emniyetî, tenê di nav agir de mirov dikare kêmekê rewşê bo siyaseta kurdî xweş bike, û her bi vê sedemê jî bû ku bo heyama 5 salan, ew tenê mijûlî vemirandina agir bû, û heya dema mergê xwe digel hevalên xwe bi destê vala xebata xwe a kesk di nav agir de ber bi pêşve bir. Şerîf “hertim digot ku min serperestiya komîteya vemirandina agir bi vê sedemê hilbijartiye, bona ku bikarim rewşê bona çalakiyên medenî li Kurdistanê pêk bînim. Ji ber ku dema tu xwe davêjî nav dilê agir de, ti kesek nikare li hemberî te bibe asteng.” Lewra Kurdistan bibû qad û şergeha wî di warê lîstina bi agir re. “Bazineya çalakiyên Şerîf bi awayekî giştî Kurdistana Rojhilat, û bi awayekî taybetî Merîwan bû. Her çend ku li Serdeşt, Îlam û Geylanxerbê jî çendîn carî operasiyona vemirandina agir encam dabû.” Şerîf Bacwer “hertim li ser vê mijarê pêdagirî dikir ku nîştimana me dilsoj tunînin, û em bixwe divê hevkar û dilsojê nîştimana xwe bin.” Wî Rejîma Îranê û tewahiya hizra tefrîsê (bifarskirinê) li dijî Kurdistaneke avedan didît. Di vî warî de stratejî û lênihêrîna deshilatdaran ji bo Kurdistanê wek gefekê dihesiband, û hertim digot: “Em hemû dizanin kesên ku daristanên Kurdistanê dişewitînin kî ne”.

Bala Şerîf tenê li ser Kurdistana Rojhilat nebû, lê wî hizir dikir ku ew li rojhilat dikare zêdetir ji her cihekî din ê Kurdistanê bibandor be. Her wek ku di çîroka rûbirûbûna wî digel fermandeyekî rejîma Îranê de hate behskirin, Şerîf Kurdistan wek yekîneyeke veneqetiyayî didît ku çîroka vê rûbirûbûnê, xelkê Merîwanê dizanin. Wî rû li fermandeyekî Spaha Pasdaran gotibû: “Ji Kosalan heya Kerkûk û Efrînê, her cihekî wê Kurdistan e, û ew bona vemirandina agir li ti cihekî wê, xemsariyê nake.” Şerîf lênihêrîneke primordial (hertimî) bi nasyonalîzma kurdî hebû, û di dîrokê de jî li pey pêkhînana şêweyek ji têkiliyê di navbera xweza û formgirtina neteweya kurd bû. Ew li ser vê baweriyê bû ku “çavkaniya kurdan zincîreçiyayên Zagrosê ne, û wî ... nasnameya kurdan û nasnameya Zagrosê wek çiyayên wê ên zincîreyî, pêkvezeliqî dihesiband. Lewra ew li ser vê baweriyê bû ku eva zagrosnişîn in ku divê nîştiman û stargeha xwe biparêzin.”

Li gor gotina Moxtar Hûşmend, nivîskar, dostê nêzîk û hevxebatê wî, “Kak Şerîf xebata xwe a welatparêziyê ji çepera pêşmergebûnê ve dest pê kir”. Ew dibêje: “Em çend kes bûn, ez, Moxtar Muradî, Salih Badperwa û Şerîf Bacwer ku em endamên Rêkxistina Nihênî a PDKÎ di navxwe a Îranê de bûn. Salih û Moxtar Muradî di destpêka dehka 70î de tevli refên pêşmergeyên PDKÎ bûn, Moxtar piştî heyamekê li bajarê Silêmaniyê hate terorkirin, û Salih jî piştî çend salan çû Swîdê. Şerîf jî bêy vê ku boçûnên wî li ser pêşmerge guhertin bi ser de bihê, rû kire xebata medenî û jîngehî. Lewra digel encamdana çalakiyên medenî û jîngehî ji her rêyeke mumkin ve jî, alîkariya xebatkarên kurd dikir, û amade bû bo wergirtina her erkekê, ku ji aliyê wan xebatkaran ve bi wî tê spartin.”

Hilbijartina roja 25ê Gelawêjê (roja avakirina PDKÎ) bo zewaca xwe, hem gotinên rêzdar Hûşmend piştrast dike, û hem jî nîşanderê xeta siyasî a Şerîf e (li xişteya 4 binêrin).

 Înformant bawer in ku “Kak Şerîf evîndarê Dr. Qasimlo bû. Wî hertim digot ku Dr. Qasimlo wek zanîngehekê bû, ku berdewam ez jê hîn bûme.” Ew bandor, hem di têgihîştina Şerîf ji îdeolojiya çep, û hem jî di berevanîkirina wî ji pirsa diyarîkirina qederê de, gelek zelal e, ji ber ku “Kak Şerîf li ser vê baweriyê bû ku ti kesek bi qasî Dr. Qasimlo fam û têgihîştineke kûr ji hizra çep tunebûye.” Heta “Şerîf Bacwer mafê diyarîkirina qederê ji bo neteweya kurd û hemû neteweyên cîhanê wek mafeke bingehîn dihesiband.” Berevaniya berdewam û pêdagirane a Şerîf Bacwer ji mafê diyarîkirina qederê bo neteweya kurd herçend digel siyasetên ragehandî ên PDKÎ yek nagrin, lê digel hizrên Dr. Qasimloyê ciwan û marksîst-linînîst û nivîskarê pirtûka Kurdistan û Kurd bi başî hev digrin. Di vê pirtûkê de ku li sala 1963an hatiye nivîsîn, bi zelalî dinivîse ku bindestbûna neteweya kurd belge û şahid e bo berdewamiya dagîrkariya kilasîk.

Herwiha di vê pirtûkê de ku wek marksîst-linînîstên wê qonaxê di bin bandora pênaseya sunetî a Stalîn ji nasyonalîzmê(43) bi pêdagiriya li ser nîştiman, çand, ziman, û dîroka hevpar bû, Qasimlo bi mamostatiyeke taybet dîmeneke cidî ji aboriya Kurdistanê radixe ber çavan. Piştre bi şîroveyeke linînîstî ji mafê diyarîkirina qederê, marksîstên xeyrî kurd berbirûyê pirsyaran dike, û vê îdiayê ku Kurdistana serbixwe renge bê guherîn bo “binkeya împeryalîzmê” berbirûyê rexneyan dike. Ev xala dawiyê nîşana behs û gengeşeyên berfirehtir di navbera Dr. Qasimlo û marksîstên xeyrî kurd de ye. Vê desteyê ji marksîstan renge hêz û şiyana berevaniya îdeolojîk ji sedemên dijberîkirina xwe digel Kurdistana serbixwe tunebin. Renge marksîstên ser bi neteweyên serdest, li pey hêcetên siyasî bo helwestên dijminkarane ên xwe li Kurdistanê bûne, lewra Dr. Qasimlo neçar bûye 3 beş ji pirtûka Kurdistan û Kurd bo vê mijarê danê. Baweriya Şerîf û zelaliya ramanên wî derheqê diyarîkirina mafê diyarîkirina qederê û berevaniya wî ji mafê deshilatdariya kurdan, pirsek nebû ku ji xelkê veşartî bimîne. Stran û sirûdên xelkê li ser cangorîtî û mergê Şerîf Bacwer û hevalên wî şahidê vê rastiyê ne. Helbestvanekî kurd di vê derheqê de dinivîse:

Gelo tu kî bûyî

Ku te rondiknerijandin fêrî dayîkan

Û yekîtî fêrî hevalan

Û serwerî fêrî netewe

Û waneya heqîqetê fêrî dîrokê kir(44) 

   

 

Encamwergirtin

 

Axaftin û vegotinên xelkê derbarê jiyan û çalakiyên Şerîf Bacwer û hevalên wî nîşanderê çend biyavên girîng in. Yekem eva ku, di nasyonalîzm kurdî de guherînkariyeke baş û bikoalîte afirandiye, û ew guherandiye bo nasyonalîzmekê ku bi awayekî xwezayî carina gotareke giştgîr û bihêz e di warê pênaseya “xwe” û veqetandina “xeyr” û “aliyê hember”. Vê tevgerê, ziman, edebiyat, şêweya lênihêrîna bi xweza û mirovê kurd û ji hemûyê girîngtir şêweya berxwedana kurdî guherî. Ew tevger wek tevgerên din ên êko-nasiyonalîst li cîhanê, di warê pêkve girêdana jîngehgerî, nasnamexwazî û xebat bo bidestxistina dadperweriya civakî, gelek serkevtî kar kiriye, û qada çalakiyên jîngehxwaziyê guheriye bo qadeke nû bona berdewamiya xebata neteweya kurd. Qadek ku tê de “hezkiriyên tarîtiyê û dijminên avedaniyê, kok û binetarên mirovahiyê bi armanca tunekirinê kirine armanc, û ti rêyek nemaye ku negirtibin pêş, bona kavilkirina vê nşîtimanê.”(45) Ew dijminên ku, li gor gotina navendên medenî ên Rojhilat “pêşiya her çalak û dilsojekî digrin ku di riya xizmetkirina bi vê nîştimanê de pêngavan hildigrin.”(46) Di vî warî de, dema ku ew çalakiyên jîngehî wek çepera xebatê bi nav dikin û dema ku cangoriyên jîngehê wek şehîd bi nav dikin, ew bi vî rengî hizr û xwendina xwe ji xebat û merg û mirina di vê riyê de nîşan didin. Ew bi şibihandina Şerîf Bacwer bi fermandeyekî operasiyonê, û bi bidestvegirtina pilakardên ku diruşmên wek “Fermande! Li dûr binêre, ku aso nêzîk e.”(47) Mergê xebatxwazane ê Şerîf Bacwer û hevalên wî wek riyeke armancdar nîşan didin, û bi dubarekirina “Riya te bicoştir ji berê dom heye” berxwedanekê wêna dikin, ku cewherê dîrokî ê nîştimanekê ye ku serbarê hemû kêmasiyan, riya xebat bo parastina wê ji her demekê zêdetir pir ji rêvîng e. Ew dema ku dibêjin “dêwê reş ê merg û mirinê” nizane ku ev nîştiman tejî ye ji “rabûn û serhildanên wek qeqnesê, ku ji xalîşînka wan hezaran Şerîf û Omîd û ... radibin”, û dema ku rû li “aliyê hember” hawar dikin ku “bi hezaran Şerîf zindî ne” û “kak Şerîf riya te dom heye”, nîşanî dijmin didin ku riya wî, dê berdewam be. Dema ku ew dibêjin “Hêza Spaha îdamê, tawanbarê tam û tewaw”, ew wê demê bi eşkere rola xirabkarane a Spaha Pasdaran di warê pêşvebirina stratejiya tunekirinê li Kurdistanê û kuştina van çalakan eşkere dikin.

Xelk dema ku sembolên dualî ên wek “Bazê Bilindfir” bo “yên ku di dilê neteweya xwe de zindî mane” li hember “Kerkes” bo yên ku li dijî “aliyê hember” serî tewandine bi kar tînin, nîşan didin ku wan hay li wan kesan heye ku destê wan di nav kasika “aliyê hember” de ye. Destpêkirina axaftinê bi peyvên wek “dîsan jî, dubare, vê carê jî” di dema ku behsê mirina çalakên jîngehê dikin, nîşanderê vê rastiyê ye ku xelk ji pêwendiya di navbera bûyera cangorîtiya çalakên jîngehê ên Kurdistanê û siyaseta kuştara bikom a sîstematîk û dîrokî a Kurdan ji aliyê dewletên deshilatdar ve bi başî tê gihîştine. Mergê van çalakan, habîtosa kurdî wate “derbasbûyiya ku di dilê îro de xwe nîşan dide” radixe ber çavan. Ew habîtosa ku ji riya çîroka berxwedana “coxîn li hemberî agir” û “êrîşa dara belûtê li dijî bivir” tê vegotin. Ew çîrokên ku nîşanderê hebûn û amadeyiya hiş û bîrdanka dîrokî a neteweyekê ne -ku serbarê kolberî û hebûna zêdetir ji sedsalekê ceribandina nivşkujî, zimankujî, û xwezakujiyê di nîşmana wê de -lê her niha jî hebûna xwe û jîna xwe dikin cejn û xweşî.

Di her warekî de ku li Şerîf Bacwer bê nihêrîn, ew mirovekî dûrbîn, tejî ji evînke kûr bi Kurdistan, mirov û cîhanê bû. Mirovek ku bi baweriya wî, xebata kesk di riya Kurdistana “bê yar û heval” de rast heman mirovdostî ye, nek dijî mirovdostiyê. Ew mirovê ku xwe ji dest bandora kurdofobiyayê rizgar kiriye, û bê tirs ji hemû kurdan û hemû mirovan hez dike. Mirovek ku neketiye jêr çanda kurdtirsiyê, ku ew çanda kurdtirsiyê behsa nasnameya kurdî wek şermekê dihesibîne, û daxwazkarên mafê giştî ê mirovî, hêjayî kuştinê dizane. “Kak Şerîf her pêngavek ku hildigirt, hizra wî li ser pirsa kurd bû, û hemû kar û kiryarên xwe bi bernamerêjî û bi awayekî armancdarane dişopand, bi awayekî ku pêwendiya wê hebe digel siberoja xebata kurdî li hember Komara Îslamî.”

Wî projeyeke siyasî a mezin hebû, ku ji riya wê ve dixwast Kurdistandostiyê hînî “xeyrî xwe”, û xwezadostiyê hînî kurdan bike. Wî dixwest ku Kurdistanê bike xwendingeha perwerdehiya dilovanî, xwepêgehandin, û xwepêgehandina derheqê xwezayê de. Wî digot: “Dema ku mirov derfeta kerb û kînê di hundirê xwe de pêk bîne, hest û vijdana wî bêrehm dibe.”(48) Wî dixwest li Kurdistanê nifşekê perwerde bike ku bo parastina darbelûtên xwe, amade bin xwe bavêjin nav agir jî, û waneya dilovaniyê bide wan kesên ku bi Kurdistanê re nedilovan bûn. “Di bingeha xwe de, armanca Şerîf Bacwer ji peyakirina îdeya “Pêncşemiyên Dilovaniyê” danîna demeke diyarîkirî bû di hişê xelkê de, da ku dema hewcehiya wan hebû bi serhildaneke yekgirtî, ew roj wate roja “Pêncşemiyên Dilovaniyê” di hizra wan de be. Lê hin kesan hizir dikirin ku ew îde, îdeyeke sade û tenê sînordar e bi çend meş û xebatên girêdayî jîngehê.” Di rastî de wî ji riya hezkirina xwezayê ve, dixwest ku serûberiyekê bide Kurdistanê, û bi pêkhînana bazineyeke “kesk û xwezayî” bihareke azadiyê pêşkêşî jiyana qedexe ya siyasî a Kurdistanê bike, û herwiha serûberiyekê bide newroza dawiya zivistana dîktatoriya mesebî li kurdistanê.

Şîroveya axaftin û vegotinên înformantan, dîmenê mirovekî radixin ber çavan, ku hatiye xemilandin bi şêweyek ji nasyonalîzma me`inewî, hezkiriyê azadiyê û cîhandost, ku gelek nîgeranê siberoja Kurdistanê ye, û herwiha êko-nasiyonalîstekî  bi wateya tewaw a peyvê, ku li gor gotina Moxtar Hûşmend: “Wî armanca welatparêziyê girê dabû bi çalakiya jîngehî, û ew herduk têgeh jî girê dabûn bi dadperweriya civakî.” Çîroka jiyana Şerîf Bacwer bîrhînerê pesna Mela Se`îdê Kurdî (Nûrsî) ji nasyonalîzma pozetîv e, ku li gor gotina wî, nasyonalîzma pozetîv dibe sedema bilindbûna exlaq, pakiya kesayetiyê, û rizgariya takekes ji xweperestiya qebîleyî, û wî dike xudîka rohn û zelal a netewe.” (Nursi, 2009: 189).

Axaftin û vegotinên înformantan, perdeyê li ser berfirehiya hizra mirovdostiya Şerîf Bacwer vêde didin, berfirehiyek ku serbarê agehdarbûna ji ferq û cudahiya di navbera “xwe” û “xeyrî xwe” û “aliyê hember” mirovahiyê di wateya wê a cîhangîr de himbêz dike. Şerîf bû ku li 02.11.2016an serbarê destkirina bi gireva birçîbûnê bona dengvedana bûyera êş û azara dêleseyekê ku 7 têjikên wê hebûn -lê ji aliyê nobedarên bendavekê ve ku ew nobedar, peymankarên Spaha Pasdaran bûn, hatibû kuştin- rêpêvîneke yek kesî a 400 km ji Merîwanê heya Selasa Bawecanî dest pê kir. Lê Şerîf heman rojê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate destbiserkirin û piştî rojekê bi awayekî demkî bi danîna wesîqeyê hate berdan. Şerîf Bacwer bêy bidawîhînana gireva xwe a birçîbûnê, şev û rojekê dirêjiyê dide rêpîvîna xwe heya ku bikare roja pêncşemiyê (Pêncşemiya Dilovaniyê) bigihîje meqseda xwe.

Bo Şerîf Bacwer li aliyê din ê sînorên “xwexweyî” êdî “aliyê hember” ku xeyrîkurd e, nahê dîtin. Ji dîtingeha wî ve “aliyê hember” her kesek e ku tundûtîjiyê ji xwe nîşan dide, û mafê bikom û takekes ê “xeyrî xwe” binpê dike, daxwazkirina maf ji aliyê “xeyrî xwe” ve wek tawan dihesibîne, û rêz û hurmetê ji azadiyên “xeyrî xwe” re nadanê. Bo Şerîf Bacwer “aliyê hember” heman Komara Îslamî ye, şovenîzm e, hebûnek e ku çand û zimanê “xeyrî xwe” dike armanc, û deshilata çandî û zimanî û siyasî a xwe bi ser “xeyrî xwe” de disepîne, û li ser “xeyrî xwe” biryarê dide, rûbarên wê hişik dike, û gul û giyayên wê di reh û rîşe de derdixe, darên wê dişewitîne û mirovên wê îdam dike. “Aliyê hember” kesek e ku “xeyrî xwe” wiha pênase dike ku bikare heya demeke dirêj bi ser “xeyrî xwe” de zal be û deshilatdariyê bike. Herwiha ew bona deshilatdariya bi ser “xeyrî xwe” de, wê li gor çand û zimanê xwe pilebedîbendî û eyar dike, û bixwe li navenda hikûmetdariyê dirûnê û “xeyrî xwe” davêje qeraxê.

Dijkiryara xelkê Kurdistanê bi cangorîtiya çalakên jîngehî, vegotin û behskirina ji xebatekê ye ku tê de zarokên wê bi “Sirûda “Xwaye weten awakey/ Xwedê tu nîştiman avedan bikî” awaza avedankirinê rûpel bi rûpel di guhê nîştiman de dixwînin.”(49) wan bi “cangorîtiya xwe a pak, kurdayetî birin ser kopîtka çiya, û selimandin ku çalakiya jîngehî jî heman xebat e, û xebat jî jiyan bixwe ye.”(50) Ew bi “înhemanîkirina” (identify) cangoriyên jîngehê digel “darbelûtên Kurdistanê ku êrîşî ser agir û mirinê dikin û ser ji nû şîn dibin” hevdem digel bîrhînana berxwedana wan a dîrokî, ji şehîdên riya xwezayê, sembola berxwedan û hertimîbûnê diafirînin. Wan rû li peyamhînerên merg û mirinê li kurdistanê dibêjin: “Dema ku serê darbelûtekê birîn, bivir serxweş bû û reqs û sema dikir, bêxeber ji wê ku darbelût dibe sembol.”(51) Ji wê demê şûnda Qada Bawereşî (jiwangeha hertimî a Şerîf û hevalên wê) li bajarê Merîwanê (ku ji aliyê rejîma Îranê ve wek Qada Îmam Husên hatibû naskirin) wek Qada Şerîf tê binav kirin(52) û bi hawara “Navê te silogan e, û banga domandina riya te ye”, nemirbûna Bacwer û hevalên wî bi bîr tînin. Xelkê Kurdistanê roja 3ê Xermananê, wek roja şehîdên jîngehê bi nav kirine, “Roja rabûna “netewe” bona cardin xwendina wateyên jîngehî bo zindîmanê.”(53) Wate heman “roja ku tê de Şerîf Bacwer û Omîd Kohnepoşî bûne stêrkên biçirûsk ê karwanê şehîdên nîştiman, û bûne nîşanek bo sirûda namire ê ku di dilê gel de zindî ye.”(54) 

 

 

Bibliography:

 

Bilig, M. (1995). Banal Nationalism. New York: Sage Publications.

Edensor, T. (2002). National  identity,  popular  culture  and  everyday Life. Berg Publishers, Year.

Etienne, B. and Immanuel Maurice Wallerstein. 1991. Race, nation, class: Ambiguous identities . London and New York: Verso

Chernilo D. (2006). Social, Theory’s Methodological Nationalism: Myth and Reality. European Journal of Social Theory. 9(1):5-22.

Dawson I. J. (1996). Eco-nationalism: Anti-nuclear Activism and National Identity in Russia, Lithuania, and Ukraine. Duke University Press.

Dawson. J. I. (2000) The two faces of environmental justice: Lessons from the eco‐nationalist phenomenon. Environmental Politics, 9(2). 22-60.

Foucault. M. (1980). Power/ Knowledge; Selected Interviews and Other Writings1972-1977. Pantheon Books, New York.

Falk, Richard (1972), This Endangered Planet, New York: Random House.

Gellner, E. (1983). Nations and Nationalism. Oxford: Basil Blackwell.

Giddens, A. (1985). The Nation-State and Violence. Cambridge: Polity Press.

Giddens, A. (1987). Social Theory and Modern Sociology. Cambridge: Polity Press.

Herb, G. H, & David H. Kaplan. Nested Identities: Nationalism, Territory, and Scale. Rowman & Littlefield Publishers, 1999

J. E. FOX & C. MILLER-IDRISS (2008). ‘Everyday nationhood’, in: Ethnicities, 8 (4). 536-563.

Nash, Roderick (1967), Wilderness and the American Mind, New Haven, CT: Yale University

Press.

Nursi, B. S. (2009), İçtima-I Dersler/ Social Lessons. Istanbul: Zahra.

Matin, K(2020) ‘Deciphering the modern Janus: societal multiplicity and nation-formation. ” Globalization. 2020; 17(3):436-451 

R. BRUBAKER, M. FEISCHMIDT, J. FOX & F. GRANCEA ( 2006) Nationalist politics and everyday ethnicity in a Transylvaniana town. Princeton, 2006.

R. JONES & P. MERRIMAN (2009). ‘Hot, banal and everyday nationalism: bilingual road signs in Wales’, Political Geography, 28/3. 164-173.

Soleimani, K. (2016). Islam and Competing Nationalisms, 1876-1926. Palgrave McLellan. New York.

Sprout, H. & Margaret Sprout (1971). Toward a Politics of the Planet Earth, New York:

Van Nostrand Reinhold.

Tove H. Malloy (2009) “Minority Environmentalism and Econationalism in the Baltics: Green Citizenship in the making?, Journal of Baltic Studies, 40 (3).

Zimmer, O. (2003) A Contested Nation: History, Memory and Nationalism in Switzerland, 1761–1891. Cambridge University Press.

   

Çavkanî:

1.https://www. youtube. com/watch?v=v KFAYXf0
5N0& ab_channel=Univ ersityofCapeTownSouthAfrica.
2. In Manifesto of the Communist Party: “Though
not in substance, yet in form, the struggle of the
proletariat with the bourgeoisie is at first a national
struggle. The proletariat of each country must, of
course, first of all settle matters with its own bourgeoisie. ” https://www. marxists. org/archive/marx/
works/1848/communist-manifesto/ch01. htm. Last
visited, 08/02/20

 

 

٣. اصطلاح deixisبه استفاده از عبارات اعمال می شود که در آن
معنی را می توان مستقیما به ویژگیهای عمل سخن گفتن ، زمان و
مکان گفتن و اینکه چه کسی به عنوان سخنران و به عنوان مخاطب
درگیر است. به عنوان مثال، “در حال حاضر” و “در اینجا” به طور
موقت استفاده می شود به ترتیب برای اشاره به زمان و مکان سخن
گفتن. به همین ترتیب، این کشور به احتمال زیاد به عنوان کشوری
که درآن سخنرانی رخ میدهد، به طور قانونی تفسیر میشود. “من” و
“ما” به سخنران و یک گروه از جمله سخنران، “شما” به مخاطب(ها)
یا مجموعه ای از مخاطبان، اشاره میکنند. https://fa. eferrit.
com/%D8%A8%DB%8C%D8%A7%D9%86-
deictic-deixis/

4. @chya_ngo
5. https://youtu. be/L9JuaqHsrx4

6Error! Hyperlink reference not valid.

7https://www. youtube. com/watch?v=vJoa91ozlXk&ab_channel=

8https://www. youtube. com/watch?v=j0F1WaeYXX8

9 https://www. youtube. com/watch?v=j0F1WaeYXX8&ab_channel=JavanehHa

10https://www. youtube. com/watch?v=JOCAQIARP48&ab_channel=People%27sMojahedinOrganizationofIran-MEKIRAN

11 https://youtu. be/U67hLx1dmvw

12 https://youtu. be/U67hLx1dmvw

13 https://www. youtube. com/watch?v=HxI13Kgz16g

14https://youtu. be/UOxiMwUhb70

15https://www. youtube. com/watch?v=HxI13Kgz16g

6 @SocialistL

17 Error! Hyperlink reference not valid.

18 Error! Hyperlink reference not valid.

19 Error! Hyperlink reference not valid.

20 https://www. youtube. com/watch?v=v6kyF5F57K8

21Jane I. Dawson (2000) The two faces of environmental justice: Lessons from the eco‐nationalist phenomenon, Environmental Politics, 9:2, 22-60

22 https://www. gp. org/green_new_deal, also, https://www. youtube. com/watch?v=3qu6aC2PkAk&ab_channel=PatriotAct. Last visitad, 09/06/20.

 

 

 

23 . چیا در زبان کوردی به معنی کوه است و نام انجمن زیست محیطی مردم نهادی (انجمن سبز چیا) ست که نزدیک بە دو دهە است در مریوان فعالیت دارد و شریف یکی از بنیانگذاران آن بود.

24. نامه همدردی بنیاد برگ و بلوط شهرستان ایوان استان ایلام.

25 https://www. youtube. com/watch?v=v6kyF5F57K8. Last visitad, 09/06/20.

26https://www. youtube. com/watch?v=b5B4U7TEehQ. Last visitad, 09/06/20.

27https://www. youtube. com/watch?v=vJoa91ozlXk&ab_channel. Last visitad, 09/06/20.
28. https://archive.vn/wip/YdjVe
2 9 . h t t p s : / / k u r d p r e s s . c o m / p r i n t e d i t i o n .
aspx?id=60118
30. https://archive.vn/wip/uQyk5
31. https://www.radiozamaneh.com/455850
3 2 . h t t p s : / / k u r d p r e s s . c o m / p r i n t e d i t i o n. aspx?id=60118
33. https://archive.fo/wip/u872l
34. @kanibell

 


۳۵. گروهی از پژوهشگران «آثار باستانی، را در حوزه سد داریان پیدا
کردند که به ده هزار سال و ماقبل دوران پارینه سنگی بر می گردد.
آبگیری سد داریان تهدیدی برای غرق این آثار به شمار می رود .
چشمه بل با ۱۵متر طول کوتاهترین رودخانه جهان است. داشتن
حجم خروجی حدود ۱۵۰میلیون متر مکعب و متوسط آبدهی ۴۰۰۰
لیتر در ثانیه با کیفیت فوق العاده که بدون تصفیه فیزیکی وشیمیایی
قابل شرب است و می تواند آب شهری با دو میلیون نفر جمعیت را
تامین کند» یکی از ویژگی های بی نظیر آن است ( روزنامه قانون سال
دوم شمار٦٤٥/ ٣ ابان ١٣٩٤


36.https://www.facebook.com/Azturkxabarlari/
videos/747750666052187
37. https://archive. fo/wip/dQI6Q
38. https://archive. fo/wip/dQI6Q

 


۳۹. طبق گزارشی از ایران انترناشنال: «استان کردستان با بیش
از ۳۷۴هزار هکتار جنگل، شامل درختان بلوط، گردو، ون (زبان
گنجشک،) سیب و پسته وحشی، زالزالک، آلبالو، بادام تلخ، ازگیل،
نارون، بید وحشی، افرا و داغدان، که بیشتر در اطراف شهرهای بانه
و مریوان واقع شده، بعد از جنگلهای شمال ایران، دارای رتبه دوم
اهمیت است. رودهایی که آذربایجان غربی، کردستان، کرمانشاه و
ایلام سرچشمه میگیرن ، با تولید سالیانه ۱۵۴میلیارد مترمکعب
آب، یکی از مهمترین منابع تولید آب در ایران محسوب میشوند.
در سالهای اخیر، به دلایل گوناگون، از جمله آتشسوزی، صدور
پروانه و بهرهبرداری از معادن موجود در جنگل و سوءاستفاده
قاچاقچیهای چوب، جنگلهای زاگرس، بهویژه در استان کردستان،
در معرض نابودی قرار گرفته است https://iranintl. com  
۳۰شهریور۹۹

 


4٠. https://archive. vn/FPD28.
41.https://www. youtube. com/watch?v=
Pd5Zhn5CtQk&feature=youtu. be&ab_
channel=KURDLAND. Last visited, 08/02/20
42. @SocialistL.
43. See, https://www. marxists. org/reference/archive/stalin/works/1913/03a. htm, Last visited,
09/0/2020.
44. @chya_ngo
45. @chya_ngo
46. @chya_ngo
47. @chya_ngo
48. http://imomidmoradi. blogfa. com/post/5

 ۴۹. chya_ngo@- انجمن سبز چیا در سوگ شریف و یارانش .

٥٠. chya_ngo@- انجمن فرهنگی اجتماعی زاگرس به
مناسبت ۲۱سالگی چیا
٥١. chya_ngo@ -شعر جمال مریوانی\ کانال چیا
 ۵۲. روزنامه قانون هفته نامه سیروان)میدان باوهرهشی همان میدانی
که دکه شریف باجور یاران کۆ( جمع یاران) آنجا بود. یاران کۆ در واقع
اتاق فکر تجمع یاران محیط زیست کوردستان بود    .http://www
/ghanoondaily. ir/fa/news/main/۱۰۸۹۹۹
۵۳. بیاینیه انجمن سبز چیا در سوگ شریف و یارانش.
۵۴.بیاینیه انجمن سبز چیا در سوگ شریف و یارانش.

 

Not: Ev gotar di hejmara 56 a KOVARA TÎŞK de hatiye weşandin

 

 

 

KURDŞOP
1075 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!