Nivîskar: Elîreza Semî`î Îsfehanî- Îmran Kiyanî
Li serdemê bi cîhanîbûnê de ku yekem nîşaneyên avabûna paradîgma dewlet-neteweyê xûyakirin, dewleta Iraqê piştî heyamekî zêde rikeberî û pirsgirêkên navxweyî, hate ser riya avakirina dewlet-neteweyê. Hatina bêwext û dereng ya wî welatî bo nav dewlet-netewesaziyê di demekê de ye ku siya bi cîhanîbûnê di pêvajoyek ecêb û bilez de bala xwe bi ser herêmên nerîtî de kişandiye. Herweha piştî çiqavêtina pêvajoya demokratîzasiyonê, rêjeyîbûna nasnameyan, lawazbûna aştî û ewlehiya navdewletî, zaf ji watayên zanista siyasî bo mînak hakimiyet, dewlet, rewatî, pişikdarî, tenahî û nasname guhertin bi ser de hatin. Li gel wê jî, pirsa sereke ya berdestê we, ew e ku Iraq weke welatekê piştî şer û pevçûnan di serdemê bicîhanîbûnê de, çawa dikare pêvajoya dewlet-netewe avakirina xwe ava û bidavî bike? Girîmaneya vê nivîsê li ser vê bingehê ye ku bijarde û êlîtên Iraqê ji riya reform û endazyariya damezravan bi awayekê ku li gel hewcehiyên civakê hevterîb be, çêkirina pêwendiyek aştiyane li navbera dewlet û civakê, lidarxistina hilbijartinên rêjeyî, xwebirêvebirin û xurtkirina hikûmeta herêmî, cehda yekparçekirin û hevterîbkirina grûpên şerker di pêvajoya aştiya netewî de dikare bibe sedema aştî û ewlehiya demdirêj û destve anîna rewatiyê di civakê de. Di vê nivîsê de hewl hatiye dayîn ku bi du awayên vekolînên corî û şêwe şîkariya ango analîza wesfî-şîkarî li du beşan de behsê dê bîne rojevê.
Destpêkê li dîtingeha xisarnasî ve bandor û karîgeriyên bi cîhanîbûnê li ser pêvajoya dewlet- netewesaziyê ku li hundur de serî hildide, li welatên rû ji geşbûnê de tê nirxandin, piştre li gor teoriya demokrasiya lihevkirin û rêketinê, Lîphart çarçoveyek teorî dixe rojevê ku rûyê wê ji riyek pratîkî ye û bi vî awayî dewlet-netewesaziya guncaw li Iraqa serdemê bi cîhanîbûnê de dinirxîne.
Peyvên sereke:
Dewlet-netewesazî, demokrasiya lihevkirinê, civaka piştî şer û pevçûnan, Iraq
Pêşekî:
Piraniya welatên Rojhilata Navîn li ezmûnên despêkê yên xwe de tevî zaf şer û pirsgirêkên navxweyî rasthatine. Hebûna kêmaniyên netewî, olî, regezî, bi berjewendî û nerînên cuda ji aliyekê û komnebûna berjewendiyên dijîhev ên xelkê ji aliyek din ve, zemîne û derfeta pirsgirêkên navxweyî li wan welatan de pêk anîne. Li piraniya wan welatan de ji ber pêkhatina dewlet û neteweya netewaw û nebûna pêkhateya medenî û saziyên têkildar bi hilbijartinên yasayî, neqedandina riya proseya demokrasiyê, pirsgirêk mezin û berfirehtir bûn û yekîtî û ewlehiya wan welatan xistiye bin bandora xwe. Li rewşek wusa de piraniya wan welatan li hizra dewlet-netewesazî û xurtkirina demokrasiyê de ne. ji aliyek din ve, cîhanîbûn bi lezatiyek zêdetir ji serdema berê xurt bûye û sînûrên nerîtî ên xwe xistiye jêr bandora xwe. Li kavdanek wusa de, dewlet weke lîstikvan û aktorên vê qadê bi pirsgirêkan re berbirû dibin. Hevterîb li gel dewletan, aktorên navdewletî jî rola xwe lîstine. Dewlet di hakimiyeta xwe de tûşî heliyan û sistiyê bûne û desthilata parzemînî ya wan kêm bûye, emegnasî û alîgiriya hemwelatiyan bo dewletan daketiye û guhertin bi ser wateya ewlehî û tenahiya nerîtî hatiye.
Vekolîna han li pey bersivdayîna vê pirsiyarê ye ku welatên piştî şer û pevçûn û parçebûnê weke Îraqê çawa dikarin piroseya dewlet-netewesaziya xwe birêve bibin û tewaw bikin. Herweha pirsiyara lawekî jî ew e ku erê gelo wan dewletan şiyana pêkanîna dewlet-neteweyê hene? Dewletek wusa ku bikare pirsgirêkên xwe çareser bike û bibe bi sedema seqamgîriya siyasî û ewlehiyê, welatên piştî şer û pevçûnan çawa dikarin li serdemê bicîhanîbûnê de dewlet-neteweyê ava bikin û cihgîr jî bibin? Hatina bêwext û dereng ya wan welatan bo nav girovera netewesaziyê çi pêşmerc û hewcehiyekê dixwaze?
Girîmaneya vê nivîsê bi tesîrwergirtin ji ‘’Lîphart’’ ew e ku Îraqa piştî şer, ji wan riyan ve dikare bigihîje armancê; reform û endazyariya damezrawan, bi awayekê ku bi xwasta civakê re teba û terîb be, avakirina pêwendiyek aştiyane li navbera dewlet û civakê, birêvebirina hilbijartinên rêjeyî û xwebirêveber, û bihêzkirina hikûmeta deverî, cehd ji bo yekparçekirin û hevterîbkirina gurûpên şerker li pêvajoya aştiya netewî de. Koma van xalan dikare bibe sedema aştî û tenahiya demdirêj û desteveanîna rewatiyê di civakê de.
Nivîsa han li du beşan de vê girîmaneyê dixe ber bas û ceribînan. Li beşa yekem de bandora bicîhanîbûnê li ser dewlet-netewesaziyê di welatên wek Îraqê dixe ber bas û li beşa duhem de li gor teoriya demokrasiya bihevrejiyan û lihevkirinê, rewş û zemîneya hewce ji bo dewlet-netewesazî û pêkanîna aştî û tenahiyê berdewam, demdirêj û çawaniya serkevtina demokrasiyê li Îraqê de dinirxîne.
Pêşîneya vekolînê:
Li dor bicîhanîbûn û pirsgirêkên dewlet-netewesaziyê di welatên piştî şer, lêkolînek serbixwe nehatiye nivîsîn. Piraniya vekolînan li warê dewlet-netewesaziyê di welatên cîhana sêyem de bûne. Di wan vekolînan de jî karîgeriyên bicîhanîbûnê li ser dewlet-netewesaziyê neketine ber bas. ‘’Elîreza Ezxendî’’ û ‘’Sabir Keremî’’ di sala 1386’an di werznameya ‘’Zanistên Siyasî’’ de gotarek li jêr navê ‘’Netewexwazî û pêkanîna nîzama siyasî demokratîk li Îraqê de’’ qala pirsgirêkên gelxwazî û dewletsaziyê di Îraqê de kiriye û herweha basa ewê jî hatiye kirin ku dewleta Îraqê nekariye nasnameyên curbicur li nav nasnameyek netewî de bihelîne û pêşiya rêjeyîbûna wan bigre.
‘’Keyhan Berziger’’ sala 1385’an li kovara ‘’Nirxandinên Rojhilata Navîn’’ li nivîsek bi navê ‘’Pirsgirêkên dewlet-netewesaziyê li Îraqê de’’ sedema negihîştin û bêencammana dewlet-netewesaziya li Îraqê bizorîbûna vê piroseyê di wî welatî de dizane û li ser vê baweriyê ye ku ev piroseye tevî rewşa navxweye Îraqê neteba ye û yekangîr nine.
‘’Îstifan Volf’’ jî li sala 2011’an di gotarekê de bi navê dewletsaziya li welatên şerlêdayî, nejêhatî û nekarîna wan welatan bi nebûna yasaya bingehîn a giştgîr û ektîv dizane ku hemû gurûp xwe têde bibînin.
‘’Hawzîn’’ li gotarekê di sala 2010’an bi navê ‘’Dewlet-netewesazî li Îraqê û tund û tûjî’’ diyardeya netewên curbicur ên wî welatî dike mijara lêkolînê û li vê baweriyê de ye ku wan neteweyan nekarîne di proseyekê de nizîkî hev bibin û dewletê jî nekariye xwastên wan bi cih bîne, her ji ber vê yekê ye ku neteweyan carek din reftarên tund û tûj girtine pêşberî xwe û ji bo gihîştin bi armancên xwe, reftarên tund hene û ji hev nizîk nabin.
‘’Robîn’’ jî li gotarek bi navê ‘’Dewlet û civaka aştiyê’’ di sala 2014’an de basa pêvajo û çawaniya pêkhatina aştiyê li Îraqê de kiriye û li ser vê baweriyê ye ku sedemên derekî karîgerî li ser piroseya aştî û ewlehiya Îraqê hene û hebûna welatên superhêz û rikeberiya welatên herêmî, dewlet di gihîştina bi ewlehî û seqamgîriya mayînde de lawaz û bêşiyan kiriye.
‘’Nîkola’’ di sala 2011’an li gotarek bi navnîşana ‘’Derfet yan kêşe ji bo dewlet-netewesaziyê’’ dijderketin û cudahî di mereman de, herweha berjewendiya gurûpên civakî, nebûna zemîneya lihevkirin û nizîkbûnê li nav wan gurûpan, nebûna nerîta medenî a demokrasiyê û diyarîkirina beşa desthilatê di panatiya kiryarê de, zêdexwaziya kêmaniya sunnemeseb bi piştqahîmkirina bi welatên ereb û sunnemeseb û hişmendiya çend dehsal desthilatdariya di Îraqê …, ji sedemên sistbûna pêvajoya dewletsaziya di Îraqê de bûn.
Vekolînên vê biyavê pitir bi tekezî li ser sedemên hundirîn yan derveyî hatine nivîsîn û kêmtir awir ji têkilî yan lêkgirêdana wan bigoran daye. Wate kêmtir ew mak li berçav girtine ku tesîr ji hevdu dikin û tenê bi anîneziman a aliyekê û karîgeriyên wê, aliyek din ji bîr kirine û evê jî karek kiriye ku gotarên bi vî awayî tak rahend derbikevin û nekarin hemû sedem û xisaran bi başî bixene ber bas û herweha rêçareya ku pêşniyaz jî dikin, riyek tewaw û kamil nine. Lewre ev gotare hewil dide li dîtingehek cuda û bi liberçavgirtina kartêkeriyên navdewletî û sedemên navxweyî, karîgeriya bicîhanîbûnê li ser pêvajoya dewlet-netewesaziyê di Îraqê de binirxîne û li gor teoriya demokrasiya bihevresazanê yan lihevkirina Lîphart, nexşeriyekê ji bo derbazbûn ji kirîza dewlet-netewesaziyê bixe rojevê.